Awirek li helbestên Mîkaêlê Reşîd

Bi têmayeke xwerû re dixe yek û bi vî awayî, qalik û qalibên helbesta ferzkirî diçirîne. Çewa bêjim, dema ku ziman xwe ji bargiraniyên serdemê xilas dike bêhtir li dil û mêjiyê meriv dike. Di vî warî de Mîkaêlê Reşîd ziman bi helbestên xwe weke genimê şûştî û birinca neqandî pêşkeş dike.

erd. AGRON*

”Gelo ew kîye

ji çi eslîye?

şedê ezmane

keça kurdane.’’

Herçî ku vê çarîna jor bixwîne ew ê li ser rêçê vebibe û bibêje ev ji strana Aram Tîgran e, ku niha ji aliyê gelek stranbêjan ve bi şêwaz û awayên cuda tê gotin. Lê Mîkaêlê Reşîd? Ez bawer dikim ku meriv vê pirsê li civatekê bike ew ê herkes zoq li nava çavên hev binêre. Belkî çendên ku di antolojîyan de lê rast hatibin bibêjin, ”Navê wî bi min xerîb nayê…” Erê, yê xwediyê wan rêzikan, ew e ku ku xweşikiya keça Kurd bi xezal, gula baxça, bêjinzirav, qemer û enîkever, lêvnarîn, birû kevan, çavtîr, lê çaxê şer eseh şêr be ji dinyayê re beyan dike, û xwe bi qurbana wê dike.

Di Sibata 2019’an de weşanên Belkîyê pirtûkek bi navê ”Mîkaêlê Reşîd/We’de-Pencere-Mitale” çap kir. Weke ku ji navê wê jî diyar e, ji sê pirtûkên Mîkaêlê Reşîd pêk tê û di van sê pirtûkan de helbestên wî yên salên 1963 heta 1976´an cih digirin. Bi tenê helbesta ”Xewnêda” ya ji sala 1978’an e. Îbrahîm Bulak pirtûk ji çapê re amade kiriye. Li gorî xwendina xwe dikarim bêjim, dest wernedaye gramer û rastnivîsê û nexwestiye zimanê şair biêşîne.

Şairekî pêşeng e

Ciyê Mîkaêlê Reşîd di nava wêjeya Kurmancî ya li Sovyetan cihekî pîroz e û di asta pêşengiyê de ye.

Emerîkê Serdar di hevpeyvîneke li gel Estelle Amy de la Bretèque de dibêje ”Ger ku rojname (Riya Teze) tunebûna ew ê li Ermenistanê wêjeya Kurdî tunebûna. Rojnameyê di pêşxistina zimanê nivîskî de risteke pir girîng girte ser xwe.” (Kürt Edebiyatı/Avesta Rp. 103) Rojnameya Riya Teze di sala 1930’an de dest bi weşanê dike û rewşenbîrên Kurd derfeta weşandina berhemên xwe dibînin. Ji sala 1930’î heta dawiya salên 1950’yî helbesta Kurmancî li Sovêtan bi pîvan û nîzama diyarkirî dihate nivîsandin. Lê di dawiya salên 1950’î de helbesta Kurmancî qalik û qalibên fesilandî diqetînê û meyla nûjeniyê xwe lê dide der. Tosinê Reşîd di pêşeka pirtûka Şikoyê Hesen a bi navê ”Payîz û Ba” (Avesta/2008) de pêşengên nûjeniya helbesta Kurmancî li Sovyetan wiha bi rêz dike: ”Mîkaêlê Reşîd, Sihîdê Îbo, Simoyê Şemo, Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv…” dibêje ,’’van şaîran wêjeya kurdî li Yekitiya Sovêt nûjen kirin, ji bandora wêjeyên Rusî û Ermenî rizgar kirin. Wan mijarên nû anîn nav wêjeya Kurdî, wêjeya kurdî gihandin rojên hemdem” di vir de qesda wî ruhê kurdinî ye ku niziliye nava helbesta Kurmancî.

Meyla melankolî û tenêtiyê

Îbrahîm Bulak jî di hevpeyvîneke xwe de  îşaret bi nifşê duyem dike û di helbestê de sê navan dijmêrê ”Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen” Rista wî ya pêşengiyê li gel van du navên din jî girîng e. Helbesta Şikoyê Hesen bêhtir îdeolojîk, a Fêrîkê Ûsiv çemê lîrîzmê ye. Di helbesta Mîkaêlê Reşîd de her du meyl jî xwe derdibirin; di helbestên xwe yên dawî de meyla melankolî û tenêtiyê jî dike.

Mallarme ji bo nûjeniya helbestê dibêje, “Zimanê şiirê divê ne behsa objeyê bike, lê tesîra ku ji ber wê objeyê dibe, îfade bike.” Bi vê qest ew e ku divê rêzik û peyv bandorê li sehekan bikin. Helbesta nûjen di dîroka wêjeya hemû neteweyan de kêm zêde seyreke bi vî rengî dişopîne. Di ya Tirkî de jî (balkêş e, hema bêje di eynî demê de) bi pêşengiya Orhan Velî û M.Cevdet Anday wan ”Bizava Garîp” jî helbesta Tirkî ji textê dîwanê anî jêr.

Meyla Mîkaêlê Reşîd û hevdemên wî jî wisa ye. Li gor giyanê serdemê dinivîse. Zimanê wî zimanekî îmajînatîf nîne. Zimanekî xwerû (ku zimanê gel ê rojane ye) tercîh dike. Bi têmayeke xwerû re dixe yek û bi vî awayî, qalik û qalibên helbesta ferzkirî diçirîne. Çewa bêjim, dema ku ziman xwe ji bargiraniyên serdemê xilas dike bêhtir li dil û mêjiyê meriv dike. Di vî warî de Mîkaêlê Reşîd ziman bi helbestên xwe weke genimê şûştî û birinca neqandî pêşkeş dike. Cih bi cih guherandinê dike, zelal dike û bi wî zimanê paqij berê têmaya xwe dide sehekên ku Mallarme çêl li wan dike. Di helbesta bi navê ”Pencere” (Rp. 105) de Mîkaêlê Reşîd dibêje;

”pencere hene, wekî dikenin

û dibiriqin ber tava şêrîn

pencere hene wekî digirîn’’

Helbestên wî yên piştî salên 70’yî

Di sê rêzikan de xwe li sê sehekên meriv digire; dîtin, bihîstin, tehmkirin. Di rêzikên di pey van re jî xwe li dil û gerdûna xeyilîna meriv qirase dike.

Di helbesta wî de mijar, têma û sembolên (ku ev sembol rasterast bi binehişiya civakî re têkildar in) weke tav, nan, av, çiya, kilam, zarok, şer, edilayî, dawet, rê, çar demsal, xewn, heval, Hîroşîma, xencer, Îran û Tûran, birîndar û cenazên şer, welat, Kurdistan, Kurd û gelekên din cihê xwe digirin. Di gel ku di helbestên wî yên pêşî mişt bin jî bi coşa jiyanê, di helbestên wî yên piştî salên 70’yî de meyla tenêbûnê dixuyê. Weke melankoliyeke maqûl e. Meriv dikare bi kamiliya giyanî û arifiya zihnî jî terîf bike. Pir zêde behsa payîzê dike, behsa tenêbûn û tenê mayînê dike. Di helbesta xwe ya bi navê ‘Paîza Dereng” (Rp. 307) de ew dibêje;

”û ezman dîsa gewr û qirêje,

Rê dîsa çetin, dîsa dirêje

Zevî dirûne, bax seqirîne,

Dar û kel îdî rût û tazîne.’’

Tu dibêjî qe bi ”û” ya destpêkê helbesta xwe bi hilboqekê diavêje payîza temenê xwe û helbest wisa bi temenê wî ve dadişindile. Dîsa di helbesta xwe ya bi navê ”Dilê me dimaşe” (Rp. 305) de dibêje:

”Belg îdî dadiweşin

Berf îdî dibare,

Dilê me dimaşe

û carna dinale.’’

Di helbesta Mîkaêlê Reşîd de pêldariyên bêsedem nînin. Bi hilberîner û afirîneriya wî ruhî mirov dikare ji nexweşiya serdemê ya burjûwa veqetîne. Ew hemû jiyana xwe li ser hestên şadî û bextewariyê înşa dikin an jî di vê lêgerînê de ne. Armanc hasil bibe jî dîsa bextewar nabin. Ya Mîkaêlê Reşîd bextewariya tenêtiyê hîskirin e. Carna pê digihîje jî, lê dîsa jî li hember tenêtiyê bi tevdîr e. Bi vî awayî xwe ji gihanekî herifîner diparêze. Di helbesta xwe ya bi navê ”Tenêbûn” (Rp. 258) de dirêj dirêj wiha dibêje:

”û tenêbûn jî qe ne tişteke.

Sifte hew zanî dinê dane te,

lê paşê destê te, wekî ew dinê

Bona te kêrî tiştekî naê.

Tenêbûn mîna kurmê nav sêva

Ruhê te dixwe

Tenêbûn mîna şika malxirab

Te jî meriva, xirabbin yan qenc,

Herro dûr dixe

Rojekê jî dertê, ku ew tenêbûn

Tera, dinêra, û te kesîra

Qe nelazime.’’

Bi ya min di warê hêmanên helbestî de ev helbesteke pir xurt e lê belê sekn, helwêst û nêrîna xwe ya li kes û civakê, li tenêtî û muhbeta dostanî û hevalbendiyê radixe ber çavan. Erê, insan tenê hatiye dinê û tenê wê ji vê dinê bar jî bike lê jiyan bi civak, dost û hevalan re ew jî di navbera hatin û çûyîna ji dinyayê de ceryan dike. Di vî warî de helbesteke berbiçav û dîdaktîk e. Lê dîsa jî weke pêdiviyekê bêriya tenêmayînê dike û dixwaze bitenê bimîne. Di helbesta xwe ya bi navê ”Xwestin”ê  (Rp.249) de dibêje;

”Carna dixwazî tenê bimînî

Tevî dilê xwe, fikirê nerihet,

Ne evdê xwedê ber xwe bibînî

Ne rê û ne jî avayê pirqat.’’

Divê ku meriv bi xwe re di nava aştî û edilayiyê de nejî. Divê ku meriv her tim bixwe re di nava şer de be. Welî û ewliyayan wisa kiriye. Dema ku li hember xwe têk çûne, tim giriyane. Ji bo vê ye ku ji bo mirovên kamil û arif pirr girîn û kêm kenîn, weke meziyeteke baş tê dîtin. Rêya bilindbûn û mezinbûnê şerê nefsê ye. Belkî jî ew jî dide dû wan mirovên mêzin û ji bo şerê xwe qadeke çê dike. Ma meriv çima bi xirecira di hundirê xwe de dost û heval, der û cînaran aciz bike. Ma ji bo vê cengê mêrg û beriyên tenêtiyê guncawtir nînin? Ew jî bo vê tenêtiyê pêşniyaz dike û didomîne:

”Bi xwe beyanî nava mêşada,

Xwe fe’mkî, altkî tirsa xwe pêşîn

Bikujî qûlê feqîr nava xweda

û xwe bihesî, wekî tu îda

xweyê dinêyî, ew jî ê pêşîn.’’

Şer û tesîra şer di helbesta wî de

Di nava helbestê wî de ‘şer’ weke şiverêyeke berbiçav ciyê xwe digire. Ma jixwe her insan bermahî yan jî birîndarê şerekî nîne. Ew jî bermahiyekî fermanên li ser Êzîdiya

tiyê hatine rakirine. Belkî ji ber vê ye ku Mîkaêlê Reşîd jana şer di dil û mejiyê xwe de radibihîze û dixwaze bide rabihîstin. Di ‘Pencera dê’ re li şer dinêre û bi helbesta xwe ya bi navê ”Pencera dê” (240) wiha wêneyê şer çêdike:

”Her pencerek

We’de xweda xewra diçe,

Her pencerek

We’de xweda hişyar dibe

Lê pencera dayika reben,

ku tek kurekî wê hebû,

lê ew jî çû şêr’da canda,

Gelek şeva qe ranazê.’’

Ka meriv dikare çi li ser vê helbestê zêde bike?

Li hember birîndar û gaziyên şer jî bihistiyar e. Dîsa bi jana dê rave dike.

Di helbesta xwe ya bi navê ”Bihara Altindariê” (314) de wiha dibêje;

”û dê ramûsa milê kurê çê,

Milê wî seqet-derba şerê reş,

Mil, ku paqişkir hesirê r’yê dê,

Boy dinê anî ev bihara xweş.’’

Hevaltiya di şer de û ya piştî şer jî dinizilin nava helbesta wî. Di helbesta xwe ya bi  navê ”Şer” (318) de wiha dibêje;

”Eva du roje ezman digirî

Eva du roje

Roja havînê melûl û sare,

jêr şîn jor gewre,

Eva du roje serê min şile,

Eva du roje dilî ne dile,

Eva du roje ku hevalê min

Dibê, birînê min dîsa dêşin

ku ji şer mane.

Eva sî sale

Birîna wî da hela hê şer’e.’’

Kûçik di wêjeyê de

Dîsa helbestên wî yê bi navê ”Der bihare” (216-217), ”Qîrîna te” (319), ”Şîna dê” (321) û gelek helbestên din bi naverok û mijara şer û jana şer in.

Kûçik û zarok weke di şivîleyên xurt di wêjeya Kurmancî de cihê xwe girtine û digirin. Ew di wêjeya Kurmancî ya li welatên Sovyeta kevin de li pêştir e. Di çîrokên Emerîkê Serdar û Wezîrê Eşo de pir balê dikişînin ser xwe. Di vê mijarê de qet xebat hatine kirin an na, nizanim lê herçî ku xwedî derfet in bi vê mijarê û analîza wê, ew ê bikaribin gelek tişt li ser wêjeya Kurdî zêde bikin. Tabî, ev mijar di helbestên Mîkaêlê Reşîd de jî xwe dide der. Di helbesta xwe ya ”Şeva havînêda” (174) daxwaz ji seyê xwe dike ku were ew bi hev re derheqê meriva û halê dinyayê de xeber bidin.

”Tu seê min amin

were qafê xwe reş

diyne ser çokê min.’’

Di pey van rêzikan de wiha didomîne:

”were xwera îşev

Em melûl bin hinek

Em neqetin ji hev.’’

Di helbesta xwe ya bi navê ”Se” (177) de wêneyekî kûçikê dikşîne û di kelegerma havînê de feqîro betiliye çi halî îfade dike û dilê xwe pê dişewitîne.

”Se zimanê xwe daleqandiye

Ew ziman nîna, qey bêjî dile,

û qey bêjî ew hêdî dimire

Germ-ce’nimêda

Û se bi çeva-melûl, perîşan…’’

Meyla nîşandanê

Wî bi mijar û têmayên cuda û rengîn, gelek helbest nivîsîne. Ger ku meriv bixwaze derbarê her helbestekê de çend gotinên ku tên li dil û mejiyê meriv dihewizin bîne ziman, meriv wê nikaribe bi nivîsek du nivîsan ji bin vî barî rabe. Mînak, xewn hêmaneke esasî ye di helbesta wî de. Divê ku werin şirovekirin. Dîsa di têkiliya jin û mêr de feraseteke çewa şewla xwe daye helbesta wî, divê were nirxandin ji ber ku ew di asta kar û barên rojane parvekirinê de wekhevîparêz e û jan, xweşî, dawet, şîn…

Û bi helbestên xwe yên pastoral jî bala meriv dikişîne. Bi peyvan wêneyên rengîn çêdike û nîşanî meriv dide. Her çiqas di helbestên wî yên pastoral de li pêş be jî meyla nîşandanê li vegotina wî serwer e. Ev bi ya min bi wêjeya me ya devkî û bi taybetî bi dengbêjiyê re têkildar e.

Welatê bêriyê

Ax. Ava bêrî. Erê, bêrî xwe di helbestên wî de jî dide der. Ma herçî ku li ber vê hezkirin û bêriya civaka me ya Qefkasan gewrî lê newerime, dikare behsa giyanekî neteweyî bike?

Bi ya min Ermenistan welatê bêriyê ye. Bi Ermenî û Kurdên xwe hemû bêriya warê bav û kalan e. Ji sed salan zêdetir e ku ji qaz û qulîngan agahiyek ji şûndemayiyan ji warê bav û kalan dipên. Em nizanin ka qet qaz û qulîngan xeberek ji van re birin an na? Ma ne Rewan e ku tîna dilê xwe yê bi bêriyê bûye dojeh bi tîrêjên roja ji pişt çiyayê Agirî diavêje, dişikîne. Û ma ne ew welatê bêriyê ye ku çemê Erez bi kêfxweşî pêşwazî dike û bi xemginî verê dike. Aha ew bêrî li cem Mîkaêlê Reşîd zindî ye û bi hîvê re xeber dide. Di helbesta xwe ya bi navê, ”Ez hîvêra xeberdidim” (Rp.81) de wiha dibêje;

”Qe çi salix-sûlix heye

ji Kurdistanê, hîva delal

Li çiyaê dûr, bilind teyax

Qe çi distrên kanîê zelal?’’

Ma kî dikare bibêje wêneyê bextewariyê bi peyvan nayê xêzkirin? M. Reşîd xêz dike. Em bi wêneyê bextewariyê nivîsa xwe biqedînin.

”Rexê pencerê sêv û hurmêne

Bîna paîzê malê digere

Dilî edile, dinya bêkîne

û zarê devken razane xwera’’ (Siba zivistanê Rp. 268)

* Hepsa Şakran (Izmîr) a Tîpa T