Bargeha Çarşîkelta Norîkê û aletên emeliyetê

Av jiyan e, av dîrok e, cihê ku av lê nebe, ne jiyan lê dibe ne dîrok. Li cihên bê av tenê û tenê kêzikên sosret, dûpişk, halîsînasyon û serav dimîne, ew jî dibe dînê mejîrizandinê û wehşetê, pişt re jî dibe bela serê gelan. Her derê welatê me av e, çem e, çemê Firat e, Tîr (Dîcle) e, Erez e, Zê ye, Zarrine ye. Wan jî bihuştek nav Kurdistan afrandine. Hemû xwînxwaran, hovên çolistanê, serserî û çeteyan çav berdan vê bihuştê. Kuştin, talankirin, ev robarên bihuştê xwîn herikîn. Melayê Cizîrê di helbestekê xwe de wiha dinivîse “Xwîn herikî teşbîhî av!” Niha jî cihên xweşik û dîroka vê bihuştê di bin bendavan de wenda dikin. Heskîf, newal û deştên li dor Firatê û baskê Firatê Arsînê (Murad). Ji van bihuşt û kana dîrokê yek jî Çarşikelta Norîka gundê Muradê /Solaxan e. Peyva Çarşîkelta (bajarê nav kelehê) bi Hûrîkî navê keleha Xarpêtê ye. Çarşî navenda bajêr e, kelta /Xelta îro di zimanê me de bûye “keleh.” Navê Xarpêtê ji vê peyvê tê. Ango Çarşikelta Norîkê, tê wateya bajarê Norîkê yê di nava kelehê de.
Norîk mezra Gundê Muradê ye û li ser girekî berfirehê zinarîn yê li başûrrojavayê çemê Alakê ava bûye. Her çendî, ev kavîlên dîrokî ji zû ve dihat zanîn jî, cidî nehatibû girtin. Bi lêkirina bendavê re hê ket rojevê. Hetanî niha baregeheke leşkerî ya wiha mezin, bi berhemên Serdema Hesin ango Ûrartûyan dagirtî cara yekem tê dîtin. Ji fera û folên pêjgeha leşkerî bigire hetanî alavên bijîşkî yên xwerû, geleke tişt li vir derdikevin. Dora baregehê bi dîwarên 3-4 mêtre bilind û bi berahiyeke 2-3 m qalind hatiye lêkirin. Her wiha li ser girên li dor vê deşta piçûk jî kavîlên gelek kozikên lêpayînê hene. Hinên wan di rengê kelehan de jî be, bala ti kesî nekişandiye. Li nêzê vê baregeha xwerû jî kavîlên avahiyên şêniyên wê serdemê hene. Cigeheke bi raz e. Bi kolanên arkolojîk ên bingehîn dikane, rewş, temtêl, jiyana birêkxistina leşkeriya Ûrartûyan yekber were zelalkirin.
Di nûçeyên Tirkan de wiha dinivîse: “Beşa lêkolînên arkolojîk ya 2018an ku nêzîka 7 meh berê li Norîka gundê Murad-Solaxan dest bi rizgarkirina berhemên arkolojîk hatibû kirin, bi dawî bû! 50 berhemên Ûrartuyan ên tên nasîn û 23 berhemên Ûrartuyan ên ji bo lêkolînên pêş hatin derxistin!” Bêgûman ev tenê tiştên ji çapemeniyê re vekirîne. Kî çi dizane, ka çendî û çend berhemê xwedan nirxên dirokî û agahiyên dîrokî derxistine!…
Serokê Muzeya Elezîzê yê vê demê û di heman demê de serokê lêkolînên arkolojîk Ziya Kilinc di hevpeyvînekê de li ser mijarê wiha ragihandiye: “Me xebatên li birca yekem ya ku ji Serdema Hesin ango Ûrartuyan maye, qedand. Berhemên dikanîbû ji wir bihata derxistin, me jê derxist, me ser dîwaran jî bi axê por kir. Beşê din yanî kavîlên dudyan jî em ê bi destûra wezaretê di sala 2019 de dest pê bikin. Di vê beşa yekem de bi berdewamî 25 karker, 4 arkolog û du pisporên muzeyan bê navber xebitîn, Dem bi dem hêjmara xebatkaran derket 158 kesî. Me di nava 7 mehan de tenê kanî em ji sedî 95 cê Norik 1. bikolin. Hê Norîk 2 jî heye!“
Li vir çi hate dîtin:
Di gorekê de parçeyên kemerên leşkerî ya serdema Ûrartûyan dibînin. Ev kemerên leşkerî jî xwediyê gelek taybetiyan e, lê divê bi kûrahî li ser wan were rawestan û li pey jî agahiyên berfireh were dayîn. Her wiha di odeyên wek muayenexaneya di nava vê baregeha leşkerî de gelek hacetên bijîşkî, yên emeliyatê jî derdixin. Ev tê wê wateyê ku bijîşkan di dema Ûrartûyan de carnan emeliyat jî pêkanîne. Li vir gelek alavên pêjgeha leşkerî jî ji cihê pêjgehê derketine. Cara yekem di embarê kavîlekî de genimê 3000 sal berê derdikeve. Li gel wan gelek kûzên wekî bîberonên zarokan hatine bikaranîn û kûzên wekî misîn jî hatine dîtin.
Serokê kolanê Ziya Kilinc der barê vê cigehê de wiha radigîhîne: “Ev dever cigeheke leşkeriyê gelek girîng yê Ûrartûyên ku navenda wê Tûşpa ye. Piştî Ûrartûyan di sala 740 de sînorê xwe hetanî Qeyseriyê berfireh kirine, bûye împaratoriyeke mezin. Ji bo vê cigeha arkolojîk jî, bes dikanim vê bêjim. Piştî em wekî korî zanistî li hev civiyan û me destkeftiyên heyî nirxand, em gihîştin wê baweriyê ku ev der baregeheke herî girîng a leşkerî ye! Ji wê me hemû berhemên dikanîbû bihata birin jê derxistin. Em ê ser diwarên sûrê jî bigirin!” Endamê lêkolînê Abulkadîr Özdemir jî ragihand ku ew li vir rastê berhemen çar çandên cûda hatine, lê berhemên derketine ji % 85ê wan berhemên çanda Ûrartuyan e.
Belê, her çengê xaka me de dîrok veşartiye, hem jî diroka me. Lê mixabin ku ne em dagirker di warê arkolojiyê de xwediyê derfetane. Dikanin her tiştî li gor berjewendiyên xwe û hestên xwe yên netewî şirove bikin. Divê em Kurd xwe û xaka xwe binasin. Agahiyên li hawîr dora xwe bicivînin û ragîhînin bala giştî. Hetanî danasîna keleheke din ji xwinêran re serkeftin.