Bazarek ji muzîkê re

 Ev bazar ne tenê ji ber amûrên muzîkê bi navûdeng e, ji ber ku dikandar ne tenê firoşkar in, her yek ji wan bi awayekî profesyonel li van amûrên muzîkê jî dixe. Ji ber wê jî gelek caran jê re tê gotin bazara hunermendan.

SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Bazara muzîkê yan jî bazara hunermendan, yek ji bedewiyên bajarê Silêmaniyê ye. Ne tenê alavên muzîkê yên cûr bi cûr lê hene, di heman demê de bûye wekî dîwanxaneyekê ji bo mêhvanan.

Li bajarê Silêmanî bazara Mecîd Beg ku dikeve ser cadeya Pîremêrd, 10-15 dikan lê hene ku alavên muzîkê yên cûr bi cûr li wan tên firotin. Dema mirov li cadeya Pîremêrd dimeşe, dikanên firotina amûrên muzîkê balê dikşînin ser xwe. Dema ku mirov dikeve hundirê van dikanan, mirov li rastî bi dehan cûreyên amûrên muzîkê tê. Ev amûr bi têkelbûna dengên hunermendên wekî Mihemedî Mamlê, Mezherî Xaliqî, Ednan Kerîm û gelek hunermendên din ku ji nava dikanan bilind dibin, rengekî cuda didin vê bazarê. Mirov dixwaze her guh bide dengên van hunermendan û li van amûrên muzîkê bixe.

Ne dikandar hunermen din

Ev bazar ne tenê ji ber amûrên muzîkê bi navûdeng bûye, ji ber ku xwediyên van dikanan ne tenê dikandar in, di heman demê de her yek ji wan mûzîsyen e û bi awayekî profesyonel li van amûrên muzîkê dixe. Ji ber wê jî gelek caran jê re tê gotin bazara hunermendan.

Arî Fewzî Asfî, yek ji xwediyê dikanên amûrên muzîkê ye. Arî diyar kir ku wî li gel birayê xwe yekem car dikana amûrên muzîkê li vê bazarê vekiriye. Arî got, li vê derê ne tenê Kurd serdana wan dikin, gelek xelkê biyanî yên weke Ereb, Tirk, Fars û Inglîz tên û li nava vê bazarê digerin.

Muzîkjen li amûran dixin

Li gorî Arî, ew kesên biyanî ku tên nava bazarê û digerin hemû kesên mûzîsyen in, tên demekê li van amûrên muzîkê dixin û demeke xweş derbas dikin.

Ev bazara muzîkê mirov dikare wekî yek ji cihên bedew ên bajarê Silêmanî bi nav bike, ji ber ku hertim li nava vê bazarê huner û hunermend hene ku dewlemendiyeke bajêr in.