Bazirganên mirovan

Li ser sînorê Wan-Îranê di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd bi hinceta ‘qaçaxçî’ ne hatin kuştin. Lê li heman herêmê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve hatin derbaskirin.
Hejmara koçberên Efgan ên di ser Îranê re tên Tirkiyeyê mehên dawî zêdetir bû. Tenê 8 mehên dawî 23 hezar koçber gihîştin Wanê. Piraniya koçberan jî bi peyatî di ser Îdir, Agirî û Wanê derbasî Tirkiyeyê dibin. Yek ji pirsgirêkên giran ên herêmê jî derbasbûna penaberan e.
Bi taybetî, tevî ku salên dawî encamên xwe yên gelekî trajîk rû dan jî Tirkiye û Îran li pêşberî vê yekê xemsar in. Dewleta ku ji ber du paketên çixareyê Erhan Gorur qetil kir, çavên xwe ji bazirganên mirovan re digire. Leşker bi hinceta ewlekariyê nahêlin ku Kurd li zozanan kon jî vedin, lê belê çavên xwe ji derbasbûna penaberan digirin. Bi taybetî mehên zivistanê penaberên derbasî Tirkiyeyê dibin ji ber sermayê diqefilin û dimirin.
Bazirganiya mirovan bi taybetî li sêgoşeya gundên Qaşim, Osmanli û Sariçîmen ên navçeya Çaldiranê û gundê Qaşimê tê kirin. Li vê herêmê 2 kalekol, yekîneyeke seyar hene. Leşker bi penaberan karê qereqolê didin kirin û piştre wan berdidin. Bi vî rengî dihêlin ku bikevin destê bazirganên mirovan.
Hin bazirganên mirovan hene ku têkiliya xwe bi qereqolên li ser sînor re hene. Qereqolên Îranê û Tirkiyeyê di vê mijarê de bi hev re dixebitin.  ANF/WAN