Bêdengî hevkarî ye

Kengî dor li dewleta tirk teng dibe wê demê dest bi êrişên qirkirinê dike. Niha jî demek ji wan deman e. Bi destpêka biharê re hêzên parastina gel derbên giran li artêşa tirk dan. HDP’ê bi meşa demokrasiyê ya ku ji du baskan ve destpêkir plan û hesabê wan tevlî hev kir. Ji lewma har û dîn bûne û êriş dikin. Dewleta dagirker ji bo ku xwe ji krîz û kaosê rizgar bike, niha hemû rê û rêbazên qirêj bi kar tîne. Li bakurê Kurdistanê bi operasyonên qirkirina siyasî û girtina sazî û dezgehên jinan hewildan têkoşîna li dijî faşîzmê asteng bikin. Li rojavayê Kurdistanê di serî de li Efrîn û deverên din yên dagirkirî li dijî sivîlan sûcên şer kirin. Li başûrê Kurdistanê dest bi êrişên hewayî kirin. Şengala birîndar û Mexmûra ku bi salane êş û azarên penaberiyê dikşînin jî bi heman êrişan re rû bi rû man. Li vir tişta ku divê bê rûreşkirin dirûtiya hêzên ku li herêmê serwer û saziyên peywendîdar in. Şengal 3’ê tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên hov ve hat wêrankirin û hîn jî bi temamî nehatiye avakirin. Li her bihosteke axa wê hîn bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê hene. Bi hezaran Êzîdiyên ku wê demê ji neçarî koçkirine hîn venegeriyan cîh û warên xwe. Aqûbeta zêdeyî 3 hezar jin û zarokên Êzîdî hîn ne diyar e. Şengal di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de hîn nebûye xwedî statû û ewlehiya wê nehatî misogerkirin. Baş e, ka mafê mirovan. Neteweyên yekbûyî, parlemana Ewrûpayê di dema fermana çeteyên DAIŞ’ê de bi daxuyaniyan fermana 73’an weke qirkirinê pênasekirin. Baş e, ev civaka ku 73 caran ferman lê rabûye divê çawa bê parastin? Ango çima destûr tê dayin ku ev civak careke din bi heman êrişan re rû bi rû bimîne. Gelo ev jî ne fermanek e? Ji ber bêdengiya heyî rojane sivîl tên kuştin. Derûniya jin û zarokan xirab dibe. Ji bo dawî li van êrişan bê divê saziyên peywendîdar bi erkên xwe rabin, qadên hewayî qedexe bikin û sînorekî ji dewleta tirk re deynin. Dîsa heman tişt ji bo wergeha penaberan a Mexmûrê jî bi vî rengî ye. Mexmûr bi salane di bin çavderiya Neteweyên yekbûyî de ye. Statûya penaberiyê ji bo wan hatî dayin. Gelo maqûl e ku haya wan jê tine ku ev saleke Mexmûr di bin dorpêç û ambargoyeke giran de ye. Li gel vê her roj balafirên şer ên artêşa tirk wargehê bombe dikin û sivîlan dikujin. Li vir lazim e ku mirov destpêkê helwesta Hikumeta herêma Kurdistanê şermezar bike. Dijmin diyar e ku AKP-MHP’ê sûnda qirkirina Kurdan xwarin e. Dixwazin koka Kurdan biqelînin. Welatên Ewrûpayê berjewendiyên xwe diparêzin. Lê ya PDK’ê dike çiye gelo? Divê mirov çi navî li vê helwestê bike? Weke jineke Kurd ya ku herî zêde min dêşîne jî ev e. Dil dixwest ku li hemberî van êrişên qirkirinê min behsa hevgirtin û yekrêziya Kurdan bikra ku xewn û xeyala her Kurdekî/ê ye.
Lê mixabin ji ber vê birîna kûr dijminê ku dixwaze koka me qir bike, kengî bixwaze wê birînê der bike. Kurdan bi destê Kurdan di qirkirinê re derbas dike. Her Kurdên dilsoz bi taybetî jin divê êdî qebûl nekin ku dijmin ji bêtifaqiya me sûd werbigre û me bikujin. Divê hemû bêşên civakê bi yek dengî bêjin êdî sebra me nema bibin yek!Dewleta dagirker bi van êrişên xwe yên dawî yên li dijî herêmên parastinê yên Medya û deverên din ên Kurdistanê dixwaze peyama plana xwe ya nû bide. Plan jî dagirkirina Kurdistanê, jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan û tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd e. Lazim e ku her Kurd bi taybetî partî û rêxistinên Kurdan bi vê hişmendiyê tevbiger e. Ya ku vî pîlanê piralî pûç bike yekîtî û têkoşîn e.