Berpirsê çeteyan Erdogan e

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Erdogan weke rêberê pratîkî yê rêxistina Ixwan El-Muslimîn bi nav kir û got, xwe wek berpirsê li ser tevahî rêxistinên terorî yên Îxwanî yên li tevahî herêmê dibîne.

Ebdî ji bo rola Misrê ji bo çareseriyê got, “Têkiliyên Misrê bi Sûrî re dîrokî ne. Tev li Misrê weke dewleteke dost dinihêrin û hêvî dikin ku rola wê di çareserkirina aloziya Sûriyê de ya herî mezin be.

 Ebdî ji Misrê xwest, ew hewl bide da ku nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava danûstandinan de hebin, rola xwe di birêveçûna çareseriya nîştimanî ya di navbera gelê Sûriyê bi xwe de jî hebe.

Kanala televizyonê TeN a Misrî, bi fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re hevpeyvîn li ser têkiliya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, tevgerên wan li herêmê û rola Misrê çêkir.

Li ser tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê, Mezlûm Ebdî got, Erdogan rêberê pratîkî ya rêxistina Ixwan El-Muslimîn (Birayên Misilman) e û xwe mîna berpirsê li ser tevahiya rêxistinên terorê yên Ixwanî li tevahî herêmê dibîne, ew her wiha hewl dide fikra Ixwanî beriya rêxistinê Ixwan serweriya xwe li ser tevahiya herêmê bike, belav bike. Mezlûm Ebdî li ser meselê wiha peyivî: “Li Misrê hewl da belav bike, lê bi bin ket, niha li Lîbyayê dike. Her wiha li Sûriyê hewl da, lê dîsa jî bi bin ket. Projeya wî ya dînî heye ku li gorî xwe bi kar tîne, ne ku li gorî dîn be. ew dîn bi rêya rêxistinên Ixwan El-Muslimîn bi kar tîne. Hin fînansên dîtir bi rêya rêxistinên terorî yên mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê bi kar tîne ku projeyan pêk bîne. Lê belê mixabin, bêdengiya cîhanê der heqê binpêkirinên Erdogan de hişt ku êriş û projeyên xwe yên dagirkeriyê zêde bike.”

Li Lîbyayê bi ser keve dor diigihe welatên din

Mezlûm Ebdî projeyên siyasî yên xîlafeta Osmanî yên dewleta Tirk jî bi bîr xistin: “Li aliyekî din jî hewl dide bi rêya rêxistina Ixwan El-Muslimîn, xewnên berê yên dewleta xîlafetê ya Osmaniyan vejîne û tevgera siyasî ya Kurd dike behane da ku van kiryaran bike. Lê dema ku Kurd tine bin, wekî rewşa Lîbya û herêmên dîtir, bi hêsanî dikare behaneyan bibîne. Heke li Lîbyayê bi ser ket, dewletên dîtir wê hebin ku ew dest werde wan.”

Li ser rola Misrê, Mezlûm Ebdî anî ziman ku bi êrişa qirker a dawîn a dewleta Tirk a li dijî Serêkaniyê û Girê Spî re, helwêsta Yekîtiya Ereb ya bi serkêşiya Misrê cihê pîroziyê bû. Wî ji ber rola erênî, malavahiya rêveberiya Yekîtiyê bi giştî û nexasim a “serok Abdulfettah El-Sîsî li ser helwêsta wî ya beramberî êrişa dewleta Tirk de” kir û paşê got, “Li aliyekî din jî daxuyaniyên Abdulfettah El-Sîsî yên li ser doza gelê Kurd cihê pîroziyê ne.”

Bila Misr hewl bide Xweserî jî li ser masê hebe

Mezlûm Ebdî xwest rola Misrê di çareseriya li Sûrî de zêdetir bibe: “Divê rola Misrê di dosyeya Sûriyê de ya hêrî zêde be. Dewletên herêmî yên ku li ser dosyeya Sûriyê dixebitin, beriya her tiştî li ser berjewendiyên xwe û berjewendiyên dewletên xwe bi rêya ajandeyên xwe yên di Sûriyê de dixebitin. Lê ev kedên wan nakevin xizmeta çareseriya pirsgirêka Sûriyê û berjewendiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Lê belê ew dixwazin hê zêdetir aloziya Sûriyê kûrtir bibe da ku ajandeyên xwe bidomînin. Dewletên Ereb bi giştî û nexasim jî Misr, berjewendiyên wan di çareserkirina aloziya Sûriyê de hene. Têkiliyên Misrê bi Sûrî re dîrokî ne, Misr dewleta herî mezin a Ereban e. Tev li Misrê weke dewleteke dost dinihêrin û hêvî dikin ku rola wê di çareserkirina aloziya Sûriyê de ya herî mezin be û di van demên dawîn de dibînin ku tevgerên erênî yên Misrê hene. Em li benda Misrê ne ku bi rola xwe di çareserkirina siyasî ya Sûriyê de rabe û giraniya xwe di rêveçûna navdewletî de pêk bîne.

Ev jî bi wî rengî ku Misr hewl bide nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nava danûstandinan de hebin, rola xwe di birêveçûna çareseriya nîştimanî ya di navbera gelê Sûriyê bi xwe de jî hebe. Niha hin dan û standin an jî têkilî di navbera me, rêveberiya Sûriyê û hikumeta navendî ya Şamê de hene û pêkan e ku Misr bi rola navbeynkar rabe.”

QAHÎRE