Berxwedan û bêçaretiya faşîzmê

Hemleya şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzme mezin dibe. Di çarçoveya vê hemleyê de bûyerên girîng çêdibin. Bi hêz û kevneşopiya berxwedêr a Newrozê, asta têkoşîna gelê Kurd careke din derket holê. Peyama azadiyê gelek zelal da yar û neyaran. Li zindanan, gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat grevên birçîbûnê dewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê hêzen azadî û demokrasiyê dawî li tarîtiya DAIŞ´ê û piştevanên wê anî. Bi wesîleya Newrozê, ev serketin diyarî tevahiya mirovahiyê hate kirin. Bi kurtasî biqasî asta têkoşînê mezin dibe, encamên wê jî ew qasî şênber dibin.

Li aliyê din êrişên li hemberî têkoşîn û hemleya azadiyê jî dewam dikin. Bi taybetî îro peşengiya şer û êrişên lihemberî gelê Kurd ji hêla îqtîdara MHP-AKP’ê ve tê kirin. Bi taybetî van çend salên dawiyê lez dane vî şerî. Hemû hêza eskerî, aborî, siyasî û dîplomatîk a dewletê bi armanca têkbirina têkoşîna azadiya gelê Kurd bi kar tînin. Tekane armanca wan ew e ku gelê Kurd di sedsala pêşiya me de wekî kole, di bin destê xwe de bigirin. Bes dewran ne dewrana sedsal berê ye. Gelê Kurd di asta herî jor de gihiştiye hişmendiya neteweya demokratîk. Wekî encama vê yekê li Şêladizê dibe Remezan Mihemed, li Zindana Tekirdagê dibe Zulkuf Gezen, li Amede dibe Leyla Guven, li Dera Zorê dibe Şervan Cudi û Lorenzo Ossetiyê îtalî.

Ligel hemû êrişên îqtîdara MHP-AKP’ê gelê Kurd berxwedana xwe ranewestandiye û di encama vê têkoşîna bi israr de faşîzm bi bin ketiye. Ne tenê îqtîdara MHP-AKP’ê her wiha di şexsê wan de zora îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk a îmha û înkara gele Kurd jî hatiye birin. Ti derfeta domandina îmha û înkara gelê Kurd di destê vê îqtîdarê û dewleta Tirk de nemaye. Meseleya Kurd û Kurdistanê dewletên înkar û îmhaker derbas kiriye. Li hemberî hêza gelê Kurd di nav neçariyeke mezin de ne. Rastiya “li Rojhilata Navîn kî li dijî Kurdan şer bike, dê winda bike” careke din bi hemû zelaliya xwe di rastiya îqtîdara MHP-AKP’ê de xuya bûye.

Îro di hundir de qeyrana Tirkiyeyê ya aborî, siyasî û eskerî encama şerê li hemberî gelê Kurd e. Her wiha tengijîn û tecrîda li derve jî careke din bingeha xwe ji politikaya îmhakirina gelê Kurd digire. Ji ber tengijîna xwe êdî gotineke wan a din nagire. Bi gefa, “Me hemû qedandin” dest bi axaftina xwe dikin, lê bi lavahiya, “Bo xatirê Xwedê stûyê me li ber Kurdan netewînin” diqedînin. Êdî du gotinên wan hev nagirin.

Li hemberî têkoşînê bêhn li wan çikiyaye û bi awayekî bêhiş diaxivin. Jiber vê bêhişiyê heta têkçûnê dê êrişên xwe bidomînin. Di encama van êrişan de civak zehmetî û êşan jî dikişine. Ev jî rastiyeke têkoşînê ye. Ev têkoşîn nebûya bawer bikin ev eş û zehmetî dê sedqatî bûna. Faşizm jî dê hartir bûya. Heger îro faşîzm diricife, encama vê têkoşînê ye. Bi bilindkirina têkoşînê, dawiya faşimê dê zûtir bê. Bêtêkoşînî jî faşîzm, êş û zehmetiyan zêde dike.

Ji bo ku di zûtirîn demê de faşîm têk biçe, tişta lezgîn bê kirin li her derê piştgiriya berxwedêrên grevên birçîbûnê û di 31 Adarê de dersdayîna faşîzmê ye.