Bi berxwedanê faşîzm mehkûmî têkçûnê ye

Tirkiye û Kurdistan di pêvajoyeke girîng û xeternak re derbas dibin. Heta em dikarin bibêjin, tevahiya Rojhilata Navîn di nav kaosa guherîn û veguherînê de ye. Pêvajoya serhildanên gel a Rojhilata Navîn ku di 2010’an de dest pê kir, didome. Pengava bi Tûnis, Libya, Misr, Iraq, Yemen û Suriyê dest pê kir; îro li Cezayîr û Sûdanê didome. Mumkûi e ku ev pevajo demeke dirêj bajo, lê ne mumkin e ku pêşiya wê bê girtin. Victor Hugo dibêje, “Ti tişt ji fikra dema wê hatî bihêztir nîne”.

Li Rojhilata Navîn jî dema fikra guherandina dîktatoriyê ji mîj ve hatiye. Dîktatorên heyîn, çiqas li hemberî vê guherînê pîkolê bikin jî, yek bi yek diçin. Berxwedana wan a li hemberî guherînê, dibe demeke kin temenê îqtîdara wan dirêj bike, lê sûcên wan zedetir û dawiya wan kambaxtir dike. Dibe li hind cihan diktatorek biçe û caran hinek din bên şûna wan, lê ev jî nikare peşiya guherînê bigire. Pêvajoyek ji bo gelan tije xwîn, êş û mirin e, lê dawiya wê teqez serketin e. Di dawiya vê pêvajoyê de gelên Rojhilata Navîn dê hem ji bo xwe, hem jî ji bo mirovahiyê serdemeke nû bidin destpêkirin.

Bêguman Tirkiye jî nikare xwe ji vê pêlê xilas bike. Îqtîdara MHP-AKPÛ ya nijadperestan ji bo astengkirina vê pêvajoyê hate avakirin. Lê ruhê demê û fikra dema wê hatî, fêm nekirin. Ji bo vê li şûna demokrasiyê, wan hewl da bi rêya dîktatoriyê xwe biparezin. Ji bo wê slogana “Pirsgirêka beqayê” bû benîştê devê wan. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de derket holê ku gelên Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin. Bi pêşengiya gelê Kurd derbeke mezin li faşîzmê xist. Niha îqtîdara MHP-AKP’ê bi dehan pirsgirekan re rû bi rû ye. Xitimî ye, nikare û nizane ka dê çi bike.

Êdî ne mumkin e ku Erdogan û Bahçelî projeya sazûmankirina faşîzmê bidomînin. Proje ji hev ket. Bêguman ev di serî de encama têkoşîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Bi taybetî di vir de rola berxwedana grevên birçîbûnê pirr girîng e. Di dema herî xeternak de ev berxwedan derketiye holê û faşîzm red kiriye. Piştgiriya vê berxwedanê, mezinkirina têkoşîna li dora berxwedanê de têkçûna faşîzmê leztir bike. Berxwedan bi awayekî domdar neyê kirin û firseta heyî neyê bikaranîn, faşîzm dê hewl bide careke din xwe restore bike. Ji bo vê divê herkes berî her tiştî li hemberî zilmê exlaqî tevbigere û çi ji destî bê, bike.

Çalakgerên greva birçîbûnê li gorî derfetên xwe rêbaza berxwedanê ya herî însanî û exlaqî dimeşînin. Ji ber ku dizanin faşîzm berî her tiştî îradeya civakê hedef digire û dema îradeya civakê digihe armanca xwe. Çalakgerên greva birçîbûnê di asta herî jor de xwedî li îradeya civakê derketine û bi çalakiya herî zêde îradeyê pêwîst dike bersiv dane. Ji bo vê xwedîderketina li çalakgeran û berxwedana wan, xwedî derketina li îrade û hebûna civakê ye. Di çarçoveya xwedîlêderketina hebûn û îradeya civakê û berxwedana li hemberî faşîzmê de herkes dikare bi rebazên cuda têkoşînê gurr bike.

Ti carî faşîzm û dîktatorî mayînde nebûne û nabin. Em dê di demeke kin de di rastiya Tirkiyeyê de jî vê yekê bibînin. Îqtîdara AKP-MHP’ê nikare xwe li ser piyan bigire. Bes bila berxwedan û têkoşîn hebe. Niha du rê li pêşiya faşîzmê ne. Yan dê verege pîvanên demokrasiye, yan jî dê polîtîkaya heyî ya faşîzan bidomîne. Lê di herdu rewşan de jî dê winda bike. Ferq û cudahiya di navbera herdu bijartekan de ew e ku politikaya niha bidomîne, dê di demeke kintir de têk biçe. Bi hewla vegera demokrasiyê jî îhtimal heye temenê xwe piçekî dirêj bike. Bêguman dirêjbûn û kinbûna vê demê jî asta têkoşînê dê diyar bike. Ji bo vê, piştgirî û mezinkirina têkoşîna grevên birçîbûnê ji her demê girîngtir û lezgîntir e.