Bi du zeytûnan halê Efrînê

XANDÎ ELO
ANHA/ŞEHBA

Li ser dîwarê Navenda Meclisa Kampa Serdemê wêneyek hatiye xêzkirin ku rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê nîşan dide. Xêzkera wêne Roşan Sîno li ser vê yekê dibêje, “Ez bi vî wêneyî hewl didim rewşa Efrînê ya berî dagirkirinê û piştî dagirkirinê  îfade bikim.”
Dema ku mirov dikeva nav Kampa Serdemê, wêneyekî li ser dîwarê navenda meclisa kampê, ji dûr ve xuya dike. Ev wêne balê dikişîne ser êş û azarên Efrîniyan.
Roşan Sîno ya 14 salî ji kantona Efrînê ye. Roşan ji ap û metên xwe yên wênesaz hîn bûye wêneyan xêz bike.
Beriya bi 6 rojan, Roşanê dest bi xêzkirina wêneyekî li deriyê ketina nava Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê kir. Wê ev wêne doh temam kir.
Roşanê du darên zeytûnan xêz kirine, dara li milê rastê bi berhem e û tijî zeytûn e. Lê ya din hişk e, hatiye qutkirin û berhem nade.

Dareke bi ber û yeke hişk
Roşan bi vî wêneyê xwe dixwaze balê bibe ser du zemanên ji hev cuda. Dara bi ber îşaretê bi rewşa Efrînê ya beriya dagirkeriya dewleta Tirk û ya bê ber jî piştî dagirkeriyê dike. Dara jêkirî ya hişk îşaretê bi binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê dike.
Li gel her du daran, jineke Efrînî heye ku bi rûyekî xemgîn gewdê dara jêkirî hembêz kiriye. Li gorî Roşanê ev girêdana mirovên Efrînî bi xaka wan ve nîşan dide.
Roşan Sîno dibêje: “Tabloya ku min xêz kiriye, rewşa Efrînê ya berî û piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan dide.”