“Bi hêrsê çû Kêrsê!” Keleha Kêrsê

Ev gotina li ser H. Yadînê ji gundê Baskan hatiye gotin. Ew keça birayê xwe ji kurê xwe re dixwaze, lê ji ber helwesta birayê wî nabe, ew jî hêrs dikeve, berê xwe dide Kêrsê û keçeke Kêrsê ji kurê xwe re dixwaze. Ew roj e, ev roj e, ev gotina: “Bi hêrsê çû Kêrsê!” di rewşên hêrsketinê de wek biwêj tê bikaranîn. Lê ez bi hêrsê naçim Kêrsê, tenê ji bo danasîna keleha li Kêrsê min di nava lêkolînan de berê xwe da Kêrsê. Vê carê jî em bi hev re Keleha Kêrsê binasin.
Di dema Ûrartuyan, yan jî berê wê ji vir re çi hatiye gotin, nayê zanîn. Bes di dema Persan de û hetanî hatiye gihîştiye dema osmaniyan ji vê kelehê re keleha “Mesê” hatiye gotin. Di belgeyên Osmaniyan de jî peyva “Kêrs” hatiye nivîsandin. Li Kurdistanê çar gundên navê wan “Kêrs” e, heye. 1- Gundekî Kaxizmanê, 2 – Gundekî Xelatê, 3 – gundekî Gevaşê û yê çaran jî ev gundê Gimgimê ye. Têkiliya vê peyvê çiqas bi peyva “kert /kêrt” weke Mazkert /girt, malazkert/girt, yanê bi lêkera “kerden” re heye, nizanim, pediviya lêkolînê heye. Ji ber ku peyva “kert” di dema Ûrartuyan de jî hatiye bikaranîn, dibe ku têkiliya vê peyvê bi “kert” re hebe.
Ji bo ku agahiyên zanistî bi destxistinê, min hemû belgeyên li ser kelehên Mûşê, Agahiyên saziyên parêzgeha Mûşê û Gimgimê ser û bin kir, min got dibe, di nav çavkaniyên Xinûsê de hebe, lê mixabin ku ti agahî ti lêkolînên zanistî yên li ser vê kelehê, yan jî Çarşîkeltayê bi dest min neketin. Mîna ku ev keleh di navbera çiyayê Bîngol, Kurê û Xamirpêtê de wenda bûbe û çavên lêkolîneran nedîtibe! Yan jî dagirkeran nexwestibin vê kelehê bibînin. Neçar min tenê kanî bi agahiyên dostên ji gunde Kêrsê (Ronî Dere, Abidîn û yên din) her wiha wêneyên ji min re hatine şandin, bi agahiyên wêne û azmûnê xwe re birûberînim. Wisa bigîhîjim agahiyên rast.
Keleha Kêrsê li ser girê şaxeke çiya Kure ye. Li Bakurrojhilatê Kêrsê bilind dibe. Keleh li ser baxirekî (zinarên kewke) li dor 200 m bilind hatiye avakirin. Ev ji kelehekê bêtir wek “Çarşîkelta” (Bajarê nav kelahê) ye. Berbi Bakurrojhilat bi qasî 500 m, ji başûrrojhilat ber bi bakurrojava jî 300 metre ye. Zinarên di dîwarê kelehê de hatine bikaranîn, girêdana wan û teraştina keviran, nîşanê me dide, da em bikanin bêjin, dibe ku di dema serwerê Ûrartuyan Rûşa de hatibe lêkirin. Di hundirê kelehê de dîwarên gelek avahiyên cûda hene. Di zinarê li Rojhilatê kelehê de bilind dibe du odeyên li dora 10- 15 mêtrekare bi destan hatine kolan, hene. Di zinarê binya kelehê de jî du şikeftên pir mezin hene, di her yekî de mirov dikane du bir (300,500) pez bi cîh bike. Di baxirê li başûrê Newala Hirçê de jî şikefta Mûrê heye. Mixabin ku li ser van şikeftan jî ti lêkolînên zanistî tine.
Dema di binya girê keleh li ser e, xanî tê çêkirin dîwarên bi zinarên mezin hatine lêkirin derdikevin. Hinan di xaniyên xwe de ew dîwar wisa bikranîne. Dîsa li Rojhilatê kelehê jî li ser wan zinaran ku herî kêm bi qasê cihê kelehê fireh e, bingehê gelek xirbeyan hene. Ev tê wê wateyê ev dever di dema Rûşa de bajareke gelek şên bûye. Piştî Çarşîkeltaya Xinzora Jêrîn ev der cigeha herî girîng yê herêmê ye. Di dema Ûrartuyan de li vê herêmê çar pênc bajarên girîng hebûne. Yek “Kaniya Teht” ya li Baskan, du Xinzora jêr, yê sisiyan ev der e. Dibe ku yên din jî li herêma Ustûkuran be. Mirov ji dîharê keleha Kêrsê li Rojava hetanî Keleha Seyidbegê, çarehêlê herêmê dikane bibîne. Li dîharê Kurê ku ji kelehê çend sed metre dûr e, dikane hetanî Mûşê û Agiriye her derî bibîne, ku li dîharê Kurê jî kavîlên kozikên wê demê hê jî hene.
Di hundire kelehê de çaleke kûr wek sarincê heye. Ji wê çala nava kelehê hetanî tê digîhîje nava gund kezin /kizin (boriyê yan jî kungên ji axe hatine çêkirin) di bin erdê de bi cih kirine. Hin gundî di wê baweriyê de ne ku di çala kelehê de rez henciqandine, ava wê anîne, hin dibêjin, av û hin jî dibêjin şîr di wir re anîne jêr. Kezin (kizin) di rengê gewrê ser qehweyî de ne. Ev awa kezin û kûzên bi vî rengî di piraniya kelehên Ûrartûyan de tê dîtin. Di bin kelehê de di forma şikeft yan jî odeyê wek mehzen hatiye bikaranîn heye, lê kes rewşa hundirê wê nizane. Her wiha ne zelal e ku, tunêla veşartî ya hetanî çemoka ava Newala Hirçê diçe heye, yan na. Lê kaniyeke bi aveke têr û sar di zinarê kelehê de heye. Dibe ku wan ev av jî bi alîkariya kezinan ji çiyayê Kurê anîbin.
Belê reşa kavîlên me yên dîrokî ev in. Ev cigeha dîrokî di destê ewrûpiyan de ba, dikanîbû biba çavkaniya aboriyeke xwirt ya tûrîzmê. Lê mixabin, bêxwedî ye. Di gund de rewşenbîrên hêja hene. Em hêvî dikin ku ew insiyetifeke parastin û lêkolîna çarşîkelta (Bajarê nav kelehê) xwe ava bikin, agahiyên zanistî biçivinin û ragîhînin bala giştî. Hetanî keleh yan jî çarşîkeltakî din bimînin di nava xweşiyê de.