Bi komî veşartina cenazeyan hat rûreşkirin

Revandina cenazeyên ji Goristana Xerzanê û veşartina wan a li peyarêya Goristana Kîlyosê, li Stenbolê, li goristanê bi xwe hate protestokirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê definkirina komî ya 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistî di bin peyareyê de, şermezar kir. Ev cenaze 19’ê Kanûna 2017’an tevî bi giştî 282 cenazeyan ji Goristana Xerzanê hatibûn dizîn û ew şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştre dagirkerên Kurdistanê, 261 cenazeyên ji Kurdistanê revandin bi awayekî komî li tenişta Goristana Kilyosê di bin peyarêyê de veşartibûn.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Endamên ANYAKAY DER’ê û rêveberên HDP’ê di dema çalakiya protestoyê de amade bûn. Komê li goristanê pankarta “Eyleq, hiqûq û edalet” hilgirt. Pêşî hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci ev hovîtiya hanê weke rûreşiya kiryaran bi nav kir. Wî got, “Cenaze berê 3 caran ji cihê wan hatibûn derxistin û defin kiribûn. Bi biryara îqtîdara AKP-MHP’ê careke din ji cihê wan derxistin û anîn li peyarêya tenişta Goristana Kilyosê ya Stenbolê li ser hev defin kirin. Ev li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em bang dikin ku dawî li êriş û bêrêziya li dijî cenaze û goran bînin. Divê şaredariya Stenbolê van cenazeyan bi awayekî asayî defin bike. Definkirina bi vî rengî rûreşî ye. Divê wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu berpirsiyariya xwe pêk bînin.”

Dawiyê li bêexlaqiya xwe bînin

Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sultan Karasu jî bi bîr xist ku ji 282 cenazeyên revandî, 21 cenaze teslîmî malbatan hatine kirin û 261 cenaze jî hêj di peyarêyê de definkirî ne. Karasu, destnîşan kir ku ev pêkanîn di exleqî û nirxên mirovahiyê de tine ye û xwest rayedar bi lez dawî li vê bê exlaqiyê bînin û bi lez cenazeyan teslîmî malbatan bikin.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu jî diyar kir ku cenaze û gor nirxên hevpar ên civakan in û got: “Kesên dimirin êdî divê ti kes dest nede wan. Destnedayîna wan heye. Lê tevî vê yekê êrişî gor û goristanan dikin. Divê van cenazeyan bi lez ji vir derxin û teslimî malbatên wan bikin. Heta ku cenazeyan teslîmî malbatan bikin û li cihê berê defin bikin em ê vê dozê bişopînin.” MA/STENBOL