Bi Kurdî siyasetê bikin

Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li partiyên siyasî hemûyan dikin da ku zimanê xwe yê siyasetê veguherînin Kurdî û li hemberî polîtîkayên bişaftinê, xebatên xwe bi zimanê Kurdî bikin û piştgiriya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda Kurdî bikin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo parastin û bipêşvebirina zimanê Kurdî bang li partiyên siyasî yên Kurd kir da ku zimanê xwe yê siyasetê bikin Kurdî û ji gelê Kurd jî xwest, hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve.

Yekemîn komcivîna Tora Ziman û Çandan li navçeya Amedê Sûrê 11-12’ê Çile pêk hat. Komcivînê 2 rojan dewam kir û encamên wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin eşkerekirin.

Daxuyanî li Otela Demîr a navçeya Sûrê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Torê, Bawer Berşev ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Polîtîkayên bişaftin û yekdengiyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xeterên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineke xurt û helwêsteke zelal û bernameyeke karîger heye.”

Di komxebata torê de qederê 300 kesî neşdar bûn û gelek mijar hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de li ser van mijaran hat gotin, “Di komcivîna 1’ê da mijarên wek mafên zimanî, pêwendiya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda Kurdî, astengiyên bingehîn ên li ber ziman û çanda Kurdî û rênexşe, statû û rêzikên xebata Torê bi berfirehî hatin gengeşekirin.

12 maseyên cihê

Di komcivînê da 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lîngûîstîkê, Maseya Saziyên Jinan û Maseya Saziyên Zarokan hatin avakirin û di maseyên tematîk da mijarên spesîfîk hatin diyarkirin û li ser mijarên sereke gengeşe hatin kirin û rapor hatin amadekirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her mase wê xebatên xwe bi awayekî spesîfîk bidomîne û tesbît û pêşniyazên ku derketin holê di pratîkê de pêk bîne û hat gotin, “Di komcivîna 2 rojan da bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk hate guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hate diyarkirin. Her çend Torê, parastin û geşkirina ziman û çanda Kurdî ji xwe re kiribe armanc jî, hemû ziman û çandên Kurdistanê yên ku rastî polîtîkayên bişaftinê tên jî, dikarin di nav Torê de cih bigirin û xebatên xwe bidomînin û hêzê bidin Torê. Dîsa li ser statûya Torê û logoya Torê nîqaş û pêşniyaz hatin kirin û rêveberî û sekreteryaya Torê hate berfirehkirin.”

Torê wekî din da zanîn ku ew li beşdarên nû jî vekiriye.

Seferberiya ji bo Kurdî

Torê di daxuyaniya xwe de wekî din got, “Di komcivînê de hate diyarkirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020’an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberiya ji bo Kurdî û gavên şênber bên avêtin. Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda Kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda Kurdî dikin, hate dayîn. Di vê çarçoveyê de bi taybetî di 8’ê Adarê, 21’ê Adarê roja Newrozê û 21’ê Sibatê, 15’ê Gulan û rojên taybet de biryara pêkanîna xebatên curbicur hate dayîn.

Ji derdê van partiyên siyasî

Ji niha pê ve xebatên parastin û geşkirina çand û ziman bi hişmendiyeka sivîl û demokratîk, bi bîr û baweriyeke xurttir wê bên meşandin. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li sazî û dezgehên sivîl hemûyan dikin da ku xebatên ji bo parastin û geşkirina zimanê Kurdî bi hêztir bikin. Dîsa em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li partiyên siyasî hemûyan dikin da ku zimanê xwe yê siyasetê veguherînin Kurdî û li hemberî polîtîkayên bişaftinê, xebatên xwe bi zimanê Kurdî bikin û piştgiriya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda Kurdî bikin. Her wekî din, em bang li gelê xwe dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkeve û hêzê bide hewldana parastin û geşkirina zimanê Kurdî.”

Torê komcivîna bi beşdariya bi qederê 300 kesî serketinê bi nav kir, malavahiya beşdaran kir û hêvî kir Tora Ziman û Çanda Kurdî bibe wesîleya parastina ziman û çanda Kurdî. n AMED