Bi moral û hêvî bin

Leyla Guvenê piştî 110 rojan jî moral da kesên çûn serdana wê: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were, çalakiya ku ez dewam dikim, girîng e. Lewma moralê we bila baş be û hêviya xwe ji dest nedin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 111’an de dewam dike. Doh endamên Meclisên Jinê yên HDP´ê yên ji gelek bajaran ji bo destekê bidinê çûn serdana wê. Guven di serdanê de ji jinan re got, ji bo dawî li tecrîdê bê çalakiya wê girîng e û xwest moralê her kesî xweş be û hêviya wan hebe.

Leyla Guven çalakiya xwe dewam dike û heta niha ji çar hêlên Kurdistanê, Tirkiye û gelek welatên din sazî, xelk û kes piştgiriyê danê. Nûnerên saziyan jî diçib serdana wê. Heta roja îro ji bo Leyla Guven gelek rojnamevan, siyasetvan û nivîskaran peyamên piştevaniyê şandine, di peyamên xwe de diyar kirine ku tecrîd sûc e û divê bê rakirin.

Li ku kî di çalakiyê de ye

Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin, di roja 73’yan de dewam dike, ya Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 98’an de, ya 14 çalakgerên li bajarê Fransayê Strasbourgê di roja 72’yan de, ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan jî di roja 72’yan de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê, Fadîle Tok di roja 38’emîn de, ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 42’an de dewam dike.

Li hepsan rewşa çalakgeran 

Li Hepsan jî her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Hepsa Şakranê 8 girtiyan di 15’ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir. Li gorî daneyên Komîsyona Hepsan a ÎHD’a Stenbolê hat eşkerekirin ku li 60 hepsan 321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Hat eşkerekirin ku ev hejmar dibe ku di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan dewam dike.

Li gel nerazîbûna raya giştî ya li dijî îqtîdara dewleta Tirk û bangên aliyên cihê jî desthilatdariya dewleta Tirk bê deng e û xwe li kerriyê datîne.

Jin çûn serdana Leylayê

Hunermend Pinar Aydinlar, Endamên meclîsên jinê yên HDP’ê yên ji Izmîr, Enqere, Stenbol û Muglayê, çûn serdena Leyla Guvenê. Leyla Guevnê ji jinan re got, “Ji bo tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were, çalakiya ku ez dewam dikim, girîng e. Lewma moralê we bila baş be û hêviya xwe ji dest nedin.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Jinên çûn serdana Leylayê jî got, ew ê têkoşînê mezin bikin û ji bo Leyla Guven bijî, çi ji destê wan bê, bikin.

Piştre Endamên Meclîsa Jinê yên HDP’ê yên Enqereyê peyivîn û wan jî got, “Em hêza xwe ji te û ji girtiyên di grevê de distînin. Tişta ji destên me tê, em dikin. Em hêvî dikin ku tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were.”

Piştî serdanê jinan xwest daxuyaniyê bidin, lê belê polîsên dewleta Tirk a dagirker, ew asteng kirin. Lê jinan peyama xwe gihand Leylayê. Pinar Aydinlar jî strana ku ji bo Leyla Guven amade kiribû, got.

 JINNEWS / AMED