Bi sorkirinê Îran demokratîk nabe!

Li gor bilançoya herî dawî ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku ji 15 ê Mijdarê ve destpêkiri bûn, hêjmara kuştiyan 1500 e. Ev bilanço asta hovîtiya rejîma Îranê derdixîne holê. Hêj gelek cenazeyên xwepêşanderan nedane malbatên wan. Yan jî bi dizîka dide malbatan û ji wan re tê gotin, bê ku kes pê bihese veşêrin. Her wiha destûr nayê dayin ku merasimên bîranînan jî werin lidarxistin. Li tevahiya bajarên Îranê ya rastî, gel şîna bi hezaran kesî digire lê ne xuya dike, ne kes dibîne û ne jî deng û hewara wan digihîje cihekî. Bi hezaran cenaze bê agahiya malbatan hatine veşartin. Ev rêbazeke kirêt e ku bi salane rejîma Îranê li dijî gelan bi kar aniye û tîne. Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gel ku zêdetirî mehekê di ser van xwepêşandanan re derbas bûye, hê jî li pey cenazeyên zarokên xwe ne. Gelek malbat li ber deriyê hepsan li çarenûsa zarokên xwe dipirsin. Ne dizanin hatine kuştin, ne dizanin sax in û ne jî dizanin çi ceza li wan hatiye birrîn. Di demeke wiha de tevahiya gelên Îranê heman bi heman hestan dijîn û bi hevre di bêdengiya xwe ya bi wate de şîna bi hezaran zarokên xwe digirin.

Encamên ku divê ji van xwepêşandanan derkeve divê mirov wiha rêz bike: Di serî de pêwîst e di pêvajoyeke wiha de gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi tenê neyên hiştin. Hem li hundir hem jî li derve piştgirî û xemxwariya ji bo şehîdên van xwepêşandanan di asta herî jor de be. Nabe bi hezaran mirovên jiyana xwe ji dest dayî di bêdengiyê de werin jibîrkirin. Her wiha tevahiya parêzer û saziyên mafê mirovan ji bo diyarbûna çarenûsa girtiyan divê bikevin nava liv û tevgerê. Kêm nînin hêjmara kesên li ber benê sêdareyê li benda pêkanîna cezayê xwe ne. Gelek kes bêyî ku werin dermankirin di hepsan de di şert û mercên herî zehmet de tên ragirtin û nayên dermankirin.

Mijareke din jî tevlîbûn û beşdarbûna ber biçav a jinên Îranê di van xwepêşandanan de ye. Li gorî raporên dawî hêjmara jinên di van xwepêşandanan de hatine qetilkirin qederê 400´î ye. Ev hêjmareke gelekî zêde ye û rêxistinên jinan divê qetilkirina 400 jinî bikin rojeva xwe ya herî sereke. Çalakiyên ji bo bibîranîna van jinan dikarin werin lidarxistin. Ev 400 jin kî bûn, çawa hatin qetilkirin û daxwazên wan çi bûn, ev hemû ji wan pirsan in ku divê bersiva wan bê dayin. Beşek zêde ya girtiyan jî her wiha jin in û li ber xwe didin.

Ji vî bîlançoyê hemûyî diyar dibe ku gel û bi taybetî jinên Îranê di nava berxwedaniyeke mezin li beramber zilma desthilatdariya rejîma Îranê de ne. Çalakiyên ji ber giranbûna buhayê benzînê dest pê kirî, esas, daxwazên demokratîkkirina Îranê ne û gelên Îranî bi salan e ji bo vê têdikoşin. Rejîm ji ber ku naxwaze û hewl nade biguhere, ji bo wê daxwazên gelan tine dihesibîne û wisa bi dijwarî li beramber disekine. Rejîma Îranê qederê 1500 kesî kuştin û bi hezaran kes avêtin zindanan. Li Îranê di rewşeke wiha de rejîm nikare birîna vebûyî wiha bi hêsanî veşêre û serê bigire. Gel piştî ku ewqas berdêlên mezin dan, wê êdî nesekinin û careke din bi awayekî din daxwazên xwe bînin ziman. Bi gurkirina şer û kaosan li welatên cîran, Îran nikare xwe ji vê rewşê xilas bike. Ji bo wê jî neçar e guh bide daxwazên xelkê û şert e ku xwe biguherîne. Naxwe wê encamên hîn girantir re rû bi rû bimîne.

Mijareke din û ya herî girîng jî helwêsta gel û rêxistin û partiyên siyasî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Rejîma Îranê îdîa dike destên ji derve di xwepêşandanan de hene, û bi vê xwest van komkujiyan rewa bike. Dewletên derve jî jixwe bi zanebûn rejîm tehrîk kirin, sor kirin û bi ser gel de ajotin. Hinek rêxistin û partî yên Kurdî jî di navê de bi van tehrîkan xapiyan. Gelo wan ji bo guhertina vê rewşê çi kir? Tenê bi gotina ku wê rejîm hilweşe, rejîm hilnaweşe! Derdikeve holê ku rêxistin û partiyên Kurdî bi rola pêşeng û pozîtîf di van xwepêşandanan de ranebûne. Her wiha di birêxistinkirina gel de lawaz in. Her çiqasî çalakiyên gel û rêxistinbûna wan bi hêz bibe, rejîm wê ewqasî lawaz bibe. Lê heger rêxistineke bi hêz nebe, rejîm jî wê her wek xwe bimîne. Yekbûn û birêxistibûna gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikare encamên erênîtir û encamgirtir bi xwe re bîne. Ji bilî wê, bi tehrîka hêzên biyanî û sermayedar pêla hêrsa gel wê wek pûşekî bi carekê pêkeve û vemire. Yê ku wê zirar lê bibe dîsa wê gel be. Ji bo wê jî ji rêxistinkirina çalakiyên ji bo yek û du rojan zêdetir, divê bi aqil û xebatan, rêxistinkirinên hîn kûrtir û bihêztir di nava gel de werin bipêşxistin. Bêguman remza serketinê jî wê rexistinkirineke kûr û bi cewher be! Rejîma Îranê hebûna xwe ya bîrdozî diparêze ji bo wê jî ji her demê zêdetir pêwîstî bi xebateke kûr a bîrdozî li beramber hişmendiya vê rejîmê heye.