Bibîranîna Çerkezan

Meclîsa Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê, komkujiya 156 sal berê ya Çerkezan bi bîr anî. HDK’ê di şexsê komkujya Çermezan de gelên din ên rastî komkujiyê hatine jî bibîr anî.

HDKʼê têkildarî 21’ê Gulanê 156’emîn salvegera komkujya Çerkezan daxuyaniyek nivîskî weşand û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Meclîsê diyar kir ku Çartiya Ûris bi gotina ‘An hûn ê îteat bikin an jî hûnê bên kuştin’ li dijî çerkezan 10 salan şer kiriye û bi şer, zilm û zorê di 21’ê Gulana 1864’an de Gelê Qedîm ê Kafkasyayê Çerkes ji welatê wan a Çerkesyayê derxistine. Meclîsê anî ziman ku bi zorê sirgûn kirine û bi komî kuştine û wiha got: ”Di ser vê bûyerê re 156 sal derbas bûn.

Çartiya Ûris ji bo bibe Împaratoriya Cîhanê û xwe nêzî Hindistan û Stenbolê bike, li şerê wê her kesî temaşe dikir. Eger wê demê mirov li hemberî vê yekê bêdeng nemabûna dê cîhan ewqas rastî komkujiyan nehatibûya. Dê nêzî 2 milyon Çerkesên qedîm ji ser axa xwe koç nekira û li welatên cîhanê belav nebûya.

MA/STENBOL