Bihara Kurdistanê

Bihar hat, li ser kevirên Kurdistanê jî xwîn heye.

Di tevahiya demsala zivistanî de top û tankên hêzên kontra û çeteyên dewleta Tirk, bêhna barûdê, bêhna goştê şewitî, li gund, navçe, bajar, qelaç û çiyayên Kurdistanê belav kirin. Cih cihan bêhna çekên kimyewî belav kirin. Dar û devî, ax û kevir, mal û mirov bi hev re şewitandin. Navçe, bi xwezayê re kirin kavil. 

Bihar hat û zarokên Kurd nikarin biçin pivîtkan, nikarin biçin kerengan.

Bihar hat û Hacîreşkên ji çolîstanê qista Kurdistanê dikin, di heywanên avaniyên gund û  bajaran de hêlînên xwe çêdikin, riya xwe guhertin. Di destpêka Biharî de, heta bi dergehê Sêmalka hatin, dergeh girtî bû, heta bi tixubê Serxet û Binxetê hatin, bêhna barud û goştê biraştî kirin, xezeba karwanê çeteyên DAIŞê, xezeba hêzên dagirker li Bakurê Kurdistanê dîtin, riya xwe guhertin.

Li ser kevirên Kurdistanê xwîn heye, her bosta Kurdistanê bi xwîn e; li her kolana gund û bajarên Kurdistanê parçeyên bedena ciwanên Kurd, jin û zarokên Kurd hene. Gunehkarê van kuştinan, dîktatorê Laboratuara Qesrê ye.

Li navçeyên Bakurê Kurdistanê çûkên Beytik silikî ne. Hacîreşk û Beytik çûkên Kurdistanê ne. Destpêka Biharî, Beytik di quluqewarên xaniyan de, Hacîreşk jî di banê heywanan de hêlînên xwe çêdikin. Ne xanî hiştin, ne jî heywan… Ne Beytik hej ji kavilan dikin, ne jî Hacîreşk…  Çûkên Kurdistanê jî, biqasî zarokên Kurdan xemgîn kirin. Zarokên Kurdan, di vê biharê de nikarin biçin pivîtk û kerengan kom bikin. Nivîskarê rojnameya New York Times, Thomas Friedman, dibêje, “Emerîka li hemberî diktatoriya Tirkiyê bêdeng dimîne”. Ev diktatorî, bi xwîna Kurdan, bi wêrankirina navçeyan, bi kuştina kultura deh hezar salan tê xwedîkirin. Di demokrasiya sedsala bîstûyekê de, dîktatoriya Erdogan, xeta di navbera xwe û Xweda de, ji holê rakiriye. Thomas Friedman, nivîsa xwe ji Silêmaniyê nivîsiye, mixabin bi diktatoriya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê baş danakeve,  berê pênûsa xwe dide çeteyên DAIŞ´ê. 

Rast e, ew jî  parçeyek ji stratejiya Laboratuwara Qesrê ne. Laboratuwara Qesrê,   hiyerarşiya faşîzan, li ser mîrateya Ittihadiyan ava kiriye. Hitler  bi beden bûye, ne bi Elmanî, bi Tirkî diaxive û mihrîcana kuştinê saz dike. 

Her jêrzemîna wahşetê, her belavkirina kansêra DAIŞ´ê, di Laboratuwara Qesrê de dibe nektar.  Her qurta nektarê jî, di bedena  diktatoriya Tirkiyê de komkujiyek e.  Bi gotina Amîn Malouf «jarê hawarê ye!». Kultura deh hezar salan ya Surê, ne pivîtkên destpêka biharî ne, dilojarê ye. Divê Kurd qebûl nekin. Kultura deh hezar salan a Cizîrê, ne kerengên destpêka biharî ne, jarê hawarê ye. Divê gelê Kurd qebûl neke.

Diktatoriya Tirkiyê, li hemberî qanûnên xwezayê jî gunehkar e, li hemberî qanûnên ezman jî… Diktatoriya Tirkiyê, di malzaroka «demokrasiya xwedestî» de, tevahiya nirx û pîroziyên mirovaniyê kuştine. Riyên çar aliyên Cizîrê, êdî APPIA ne, jêrzemînên wahşetê çarmix in ku di riya APPIA de hatine rêzkirin.

Riyên çar aliyên Surê, êdî APPIA ne, berhemên dîrokî ku bi ciwan, zarok, jin û kalên Kurd re têne kuştin, çarmix in ku di riya APPIA de hatine rêzkirin. Çarmixên li dora Sûrê, betonên 4 metroyî ne, 12 qereqol û quleyên şopandin û çavdêriya nava bajêr in. Diktatoriya Tirkiyê, faşîzm e, her diçe dijwar dike; planên stratejîk tev jî di Laboratuwara Qesrê de têne amadekirin. Ev destê bi xwîn, tixûb derbas kirin û giha Brukselê. Bruksel, Roma kevin e, tevahiya riyên cîhanê diçine Shuman, Geliyê Qesrên Yekîtiya Ewropa. Lê planên Laboratuwara Qesrê, xwîn li vê navendê jî rijand. Akademisyenên Tirkiyê, bi hişyarî tevgeriyan û bala raya giştî ya Tirkiyê û Cîhanê kişandin ser diktatoriya Tirkiyê. 

Akademisyen ne filozof bin jî, sirr û razên gerdûnê, mirovahiyê,  sirr û razên di fulyona pişta neynikê de dibînin, nas dikin. Lê mêjiyê faşîzan yê  di labîrentên Laboratuwara Qesrê de, bi fezlekeyeke kontra û çeteyî destê xwe kire pêsîra wan û pirraniya wan, yan ji kar avêtin, yan jî avêtin zindanan. 

Akademisyen, di dîroka Tirkiyê de, yekemîn car bi awayekî rêxistinî, li paşerojan xwedî derketin, ev xwedî derketina li Zarokên Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Geverê, Şirnexê bû, li nirxên mirovaniyê bû. Emerîka cendirmetî û şagirtîtiya demokrasiyê dike. Gelo, Kurdistan û nirxên li Kurdistanê, dîrok û çanda li Kurdistanê  ne parçeyek ji nirxên mirovaniyê û cîhanê ne? Gelo, kuştin, tunekirin, wêrankirin li Kurdistanê heq e, mafdarî ye ? Gelo Cizîr, bi qasî qule’yên dubirak li Emerîka ne sûc e? Gelo Sûr, biqasî bircên dubirak li New Yorkê ne sûc e ? 

Ev hawara Biharê ye !…  

Yek rê li pêşiya Kurdan maye. Kurd mecbûr in bibin agirê di avê de û pêkevin.  

Kurd mecbûr in, bibînin, fêm bikin ku Laboratuwara Qesrê, beroşên şeş çembilî danîne ser tifik û ocaxan, ha ha ava serê Kurdan germ dikin. Divê gelê Kurd beroşan jî, Labortuwara Qesrê jî têk bibin. Ev tê wateya berterefkirina dîktatoriya sedsalê, bi gotina Thomas Friedman, diktatoriya Tirkiyê.  

Dengê  Kawayê Hesinker giha Egîd, dengê Egîd giha Zapê, dengê Zapê giha Mehmet Tunç, divê ciwanên Kurd xelekên dengên azadiyê li tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bikin. 

Divê zarokên Kurdan di Bihara pêşiya me de biçin pivîtk û kerengan, keçên Kurd karibin baqên narinciyan kom bikin.