Bila ENKS ji Îtîlafê qut bibe

Meclisa Kantona Efrîna dagirkirî, Mihemed Naso hişyar kir û got, “Heger yekîtî pêk neyê, Kurd di bin dagirkeriyê de wê bimînin. Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Heger em nebin yek, mîna berê em ê dîsa di bin zilma dagirkeran de bimînin.”

Mihemed Naso wekî din got, “Gelek nîqaş û diyalog ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî di navbera partiyên Kurd de têne kirin. Lê ev gav dereng mane. ENKS ne cidî ye. Hîna bi Îtîlafa Sûriyê re ye, Îtîafa ku li dijî Kurdan û destketiyên Rojava şer dike.”

Naso xwest berjewendiya gel di ser yên partiyan û şexsan re bin û wiha peyivî: “Ji bo pêkanîna armancan, azadî û jiyana bi rûmet divê em bibin yek û ji berjewendiyên kesayetî û partitiyê dûr bikevin. A girîng berjewendiyên gel in. Dijmin partiyan ji hev cuda nake. Bi xwe, dijminê gelê Kurd e. Rojekîe dê herkes berdêla şaşiyên xwe bide.”

Mihemed Naso banga bidawîkirina tecrîdkirina li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî kir û got, “Bidawîkirina tecrîdê ji bo pêkhatina yekîtiyê şertekî sereke ye. Dema Rêber Abdullah Ocalan vê dawiyê bi malbata xwe re axivî, bi awayekî cidî banga yekîtiyê kir û destnîşan kir ku yekitî rêya azadî û rizgarkirina tevahiya herêmên Kurdisatnê ye.”

Naso di dawiyê de got, ”Lihevkirina du partiyan têrê nake. Divê yekîtî li tavahiya Kurdistanê pêk were.”

ANHA/ŞEHBA