Bila Fadilê Cizîrî bi tenê nemîne

Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî yê ku bi dengê xwe yê xweş di şevbêrkan de cih girt 7 sal in ji ber nexweşiya ‘Parkînson’ êdî nikare bistrê. Dengbêj Fadilê Cizirî got,  Şakîro ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da, ji bo vê divê her kes xwedî li dengbêjan derbikeve.  

Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî bi strana xwe ya “Heyran Jaro” li herêma Botanê dihat nasîn. Dengbêj Fadil ji zarokatiya xwe ve di dîwanên şevbêrkan de cih girtiye û dengê wî li Botanê zêde tê hezkirin. 

Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’an li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke zêde nîşanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.

Dengbêjiya bi salan

Seyîd Fadil di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêşkêşî gel dike. Seyîd Fadil di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi şevan heya seatên serê sibê dengbêjiyê dike.

Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrê li herêma Botanê zêdetir bi kilama ‘Heyran Jaro’, hat naskirin û gellek kes bi vê stranê Fadilê Cizîrê bi bîr tînin.

Bi demê re guhdarên Seyîd Fadil zêde dibin. Seyîd Fadil Cizîrî kilamên payîzok, dengbêjî û dewetê dibêje. Gelê Botanê jî elaqeyeke mezin nîşanî kilamên Seyîd Fadil dide û ji bo dengê wî qeyd bikin li gel Seyîd Fadil her tim têkiliyê datînin.

‘Ev 7 sal in bi nexweşiya Parkînson ketiye’

Di qezaya tirafîkê de Seyîd Fadil kurê xwe Cemal ji dest dide û piştî kurê wî nexweşiya ‘Parkînson’ pê re çêdibe. Seyîd Fadil ev 7 sal in li hemberî nexweşiya ‘Parkînsonê’ li ber xwe dide. Piştî nexweşiyê Seyîd Fadil dest ji dengbêjiyê berdide. 

Seyîd Fadil Cizîrî ku ji ber nexweşiyê bi zorê dikare tevbigere û biaxive diyar kir ji bo dengbêjiyê herî zêde dayika wî lê bandor kiriye û wiha axivî: “Dayika min Sêvê dengbêja gundê Seletûnê bû. Kilamên dayika min bandor li min kirin û min bi temenê xwe yê biçûk dest bi dengbêjiyê kir. Min her tim dixwest weke dayika xwe bibim dengbêj û di dîwanên dengbêjan de cih bigirim.”

‘Gund bi gund ez digeriyam û min kilam digotin’

Seyîd Fadil Cizîrî got, bi ferqkirina dengê wî, dengbêjiya wî jî dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Min bi salan di bin şert û mercên zehmet de karê dengbêjiyê dikir. Lê min gelek ji dîwanên şevbêrkên gundan hez dikir. Gund bi gund, herêm bi herêm ez digeriyam û min di wan dîwanên şevbêrkan de kilam digotin. Min ji salên 1980’yî heta salên 2008-2011’an li herêma Botanê dengbêjî kir. Piştî nexweşiya min destpê kir ev 7 sal in ez dengbêjiyê nakim. Ez gelek bêriya wan rojan dikim ku min kilam digotin.”

Kurê wî di berxwedana Cizîrê de şehîd  bû

Seyîd Fadil diyar kir ku wî û zarokên wî di “qedexeya derketina derve” ya 14’ê Kanûna 2015’an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murat Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.

Aqûbeta Şakiro û  Seyîd Fadil

Seyîd Fadil dengbêj Şakîro û nexweşiya bi Şakiro re bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev bi salan e ez nexweş im û nikarim ti karî bikim. Ji ber ku ez nikarim kar bikim derman jî nabim. Her diçe nexweşiya min giran dibe. Divê ez werim dermankirin lê ji ber bê derfetiyê min nekariye xwe derman bikim. Dengbêj Şakiro jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da. Divê her kes xwedî li dengbêjan derkeve. Daxwaza min ew e ku gelê me xwedî li min derkeve.”  

Strana Heyran Jaro 

“Heyran jaroo

Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy

Hey jaro min go ber keviya

Hey belê malan bar kir 

reşkê reş kona

E’ nizanim ne simbêlê 

heyranê min sortir in

Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya

Hey belê wezê heyranê xwe 

Cizîrê Banê Xanê nahêlim

Ber gezê mêş û va pêşiyan

Wezê heyranê xwe bibim 

zozana Mela Mêrgê zozanê Teya

Ber toz û ecacê va keriya 

Wezê destê heyranê xwe 

bigirim raserê mila Hewrexê

Min go çêrîna kew û kêvrûşk 

û va kûviya

Hey jaro ho ho hoo” 

 DÎHA/ŞIRNEX