Bîlançoya şerê 15 rojan a Dêra Zorê

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên şerê du hefteyan a “Şerê Tinekirina Terorê” bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di du hefteyan de 79 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye, “Rêxistina terorîst di van 15 rojên bihurî de ji bahozên tozê ku li herêmê rûdane sûd wergirt û ji nişka ve ji hemû aliyan ve êriş bir ser şervanên QSD’ê. Terorîstan di êrişa xwe de çekên cuda yên giran û sivik bi kar anîn. Her wiha tirempêlên bombekirî û êrişîn xwekujî bi kar anîn. Terorîstan di encamê de karibû hin xalan bi dest xwe ve bînin. Li bajaroka Sûsê jî şerekî giran rû da û çete derbasî hin taxên bajarok bûn û şer li vir dijwar dewam kir. ”

Her wiha QSD’ê derhaqa şerê li aliyê Baxoz jî agahî da û got, “Rêxistina terorîst ji sê aliyan ve danê sibehê êriş pêk anîn û şerekî dijwar heta dema nîvrojê di navbera şervanan û terorîstan de rûda. Terorîstan hewl dan 4 tirempêlên bombekirî di nava şervanan de biteqînin, lê şervanan tedbîrên xwe baş girtin û beriya ku tirempêl bigihêjin armancên xwe, ew teqandin.

Di şer de bêtirî 36 terorîstan hatin kuştin û cenazeyên wan hê jî li qada şer mane.

Li aliyê din, şervanên me du tirempêlên doçka li ser û du tirempêlên Hamar bi çeka RBG teqandin û di vî şerî de jî 43 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 20 terorîstan ketin destê şervanan.

Piştî nîvrojê, rêxistina terorîst xwest bi tirempêleke bombekirî tola xwe hilîne û hewl da xetên pêşîn ên şervanan bişikîne. Şervanan jî tirempêl beriya ku ji wan ve nêzîk bibe, teqand.

Komeke din a terorîstan xwest şervanan bixe dorpêçekê, lê hişyarbûna şervanan êrişa terorîstan şikand û di encamê de şerekî dijwar rû da û hejmarek terorîst hatin kuştin û yên din jî neçar man ji qada şer birevin.”

QSD’ê derheqa encamên dawî yên şer de ew agahî dan:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 79 terorîst

– Êrişên ezmanî yên Koalîsyona Navneteweyî: 18 êrişên ezmanî

– Hejmara fûzeyên li dijî baregehên terorîstan hatine avêtin: 8 fûze

– Ziyanên terorîstan: 5 tirempêlên bombekirî, 2 tirempêlên Hamar û 3 tirempêlên doçka li ser hatin teqandin û 18 xaniyên ku terorîstan xwe têde diparast, hatin rûxandin.

– Hejmara şervanên hêzên me ku şehîd bûne: 21 şehîd û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.”