Bingeha dîroka nû û gerîla

Min di hefteya bûrî de, got, “Kurd dîrokê dinivîsin”. 

Vê heftê jî, mijara me bingeha nivîsandina vê dîrokê ye.  Bêguman li ser vê bingehê gelek stun hatine avakirin.  Jiyan berdewam e û mirov jî çalek e. Mirovê ne çalak, felc e, wek rewşenbîrê bê alî, lal e, ker û gêj e.  

Dîrok jî, zanist û hişmendiya hebûna mirov e. Bêhtir ji her kesî pêdiviya Kurdan bi, zanist û hişmendiya dîrokê heye. Her kesî med’ek standiye, Kurd hê jî biyaniyên dîroka xwe ne. Dîrok hebûn e, hişmendiya doh, îro û sibe ye. Dive Kurd bikevin derya dîrokê. 

Ibn-î Haldun dîrokê, wek “umana alemî”, bi nav dike. Yanî ne dîroka waqanivîsên fermî, dîroka kişûmat, cîhanşimûlî, kumûlatîf…  

Lewma ez bûyerên li Kurdistanê, wek “bûyername”yên sedsalê binav dikim. Ji bo  vê jî, dive em, hişmendiya ku di nava nivîskar û rewşebîrên Kurd de bi rengê “oksimoron-bukelemunî-dirutî” de pêşdikeve, ji rastiya Kurdan veqetînin. Exlaqê “oksîmoron”, kurdbûna li cem dijmin e. Lîstika du alî!..

Rastiyeke Kurdan heye; cih girtina di dîrokê de û rûniştina maqulî ya di nava malbata mirovaniyê de. Civata cîhanê, dîl hatiye girtin. Di têkoşîna Kurdan ya çil salî de ev rewş hatiye guhertin. 

Ocalan, helwesta cîhanê li hemberî Kurdan bi gotina “destîniya zalimtiyê”  binav dike. Û dibêje, “mantikê sedsalê ev e, mantikê dostan jî yê dijmin jî ev e”. 

Kurd li hemberî vê destîniya zalim dîrokê dinivîsin û bingeha vê dîrokê jî biqasî nivîsandina wê giring e. Helbet bingeh nebe, bûyername jî dernakevin holê. Bûyer karê mirovên çalak e.  

Bingeh, rastiya Kurdan e û ev rastî jî GERILA ne… 

Dîroka Kurdan jî, di rastiya “gerila” de veşartî ye. Em gerila dibînin, gelek caran em dest didine wan, bi hev re rûdinin, diaxivin, xwarinê dixun, avê vedixun, pirsan ji hev dikin, bersivan didine hev. HEWQAS…

Zêde nîne… Yanî hewqas ne bes e!..   

Her gerila romanek e. Roman li ser pêşketina mirov vegotin e. Lê romana gerila nîne…   

Herçiqasî,  24 saetên me bi gerila re derbas dibin jî, em gerila nas nakin. Ji ber ku em gerila lêkolîn nakin, nanirxînin, wateya gerila çi ye, em nizanin. Bêguman dîtinek her kesî li ser gerila heye, her kes dikare li ser gerila çend gotinan bêje. Hewqas, ne bes e!… Gerila cîhanek nû ye, dîrokek nû ye, cografyayek nû ye, bayek nû ye, têgihiştin û hişmendiyek nû ye, sîstemek nû ye, cîhanek nû ye.

Di vê cîhanê de, yek; Mem û Zîn heye, bextê cîhanê Qeretacdîn heye. Di vê cîhanê de Ferhat û Şîrîn heye… Exlaqê Zembîlfiroş heye. Agirê pîroz û parastina axa Ahuraî heye. 

Ji bo vê jî, lêkolîn lazim e. Lê dive,  pêşî em xwe bikin bi lêprisînê. Dîtin, xwendin û guhdarî kirin tenê têra naskirinê nake. 

Naskirina “ummana alemî”, tenê bi çeng hejandinê, bi livandina ling û pîjaqan nayê naskirin. 

Gelek kesên ku xwestin bikevin vê “ummana alemî”, mixabin xwe di dewreya “pax-monopolî” de dîtin. Nivîsandin bawerî ye, eger bawer nakin çima dinivîsin? 

Gerila li hemberî tay-î  demê pêşbaziyê dike. Tay-î dem ji aliyê hêzên  hegomonîk ve hatiye  dagirker kirin. Dem di navbera çakûç û sidan de diperçiqe. Dîroka Kurdan jî, di navbera  ontolojîk û ontîk de hatiye kuştin. Fermiyet, îdeolojiya nijadî, yek parêzî, di navbera “heyî û malum” de hatiye fetisandin. Ev jî çavdêrî û “bizatihî” cih girtina di nava tevgera gel de mumkun e. Eger ne wisa be, civak, nivîskar, rewşenbîr û siyastemedran di himbêza xwe de xwedî nake, naparêze. 

Di vê çaçrovê de, gerila rastiya dîroka Kurd e. Rastiya Kurd e û pîvanek e. 

Ji bo vê jî welatparêzî bûye deynê Kurdan. Li hemberî fermana dîrokî, binbarî û  deyn e.  

Mînak Koban, mînak Şingal, mînak Şoreşa Rojava, Mînaka Kerkûk… Ev, red-î destîniya zalim e, têkoşîna li dijî  mantiqê sedsalê ye… Gerila ev rastî şanî dost û dijmin da.  Bi gotina Apo, red-î “dewleta li ser rengê keda mirovan tê avakirin e”. Li dijî dîroka derew ya îdeolojîk hebûn e. 

Gerila bûye garantiya paşerojan, êdî kes nikare gelê Kurd li derî dîrokê bihêle. Yanî, gerila, vejartina dîroka rast e. Bi vê mebestê davika “oksîmoron” ji bo tevahiya rewşenbîr, entelektuel û siyastemedarên kurd davika herî metirsînî ye. Ji davika TRT 6 dijwartir e.  

Kurdan di vê  dema dijwar de, berdêlên giranbiha dan, bi zorê, bi cengaweriya xwe, hebûna xwe bi sîstema redkar da erê kirin. Ev hebûn e, heza ku hebûna Kurdan di dîrokê de bi cih kir jî, gerila ye.
Di parastina Kobanê de, xwedanê sîstemê, Koban wek bajarê şehîdan ilan kirin. Lê, Neruda’ yek derneket, ku wek Stalingradê, li ser şehîdên Kobanê helbestekê binivîse. Divê navek li vê jî werê kirin.

Inkara gelan bê exlaqî ye, Gerila ev inkara bêexlaq têrk bir. Di dewsa wê de, exlaq, nirxekî hêja yê mirovaniyê bi cih kir. Rûmet. 

Mînak şerê lil dijî çeteyên DAIŞ´ê… 

 Exlaq, bingeha ceweherê ademiyetê ye. Faşîzm bê exlaq e û nikare bibe nirxekî cewherî.   

Divê ev nivîsa min wek rexne bê qebûl kirin. Em di dojehê de dijîn. Her roj, kom bi kom, ref bi ref ciwanên Kurd, şervan û gerilayên Kurd têne veşartin. Her roj, xwîna xaka Ahuraî, xwîna zarokên rojê û qîrêna dilê dayikan  tevlîhev dibe.   

Ez dilojarê nabêjim. 

Di nava nivîskariya Tirkan de “nivîskariya eylulîst” derketibû pêş. Eylulîst Ewren, destpêka faşîzma reş e. Faşîzma reş li Kurdistanê di telebe û rehwaniya herî dijwar de, pîkolê dike. Mixabin, nexweşiya “evîndariya kujerê xwe” di nava nivîskarên Kurd de çêbûye. Di başên zanîngehên Kurdolojî de jî ev nexweşî, di radeya “gurî”bûn û kotîtiyê de çêbûye. Di formatek din de, kultura Kurdî, bi zincîra kultura tirk ve girêdidin. Mixabin Kurd jî hene di nava wan de. Kurdên ku di çarçoveya Ev xefk û davik, dagirkeriya mêjî ye.  Mêjiyê ji dagirkeriyê rizgar nebe, “pax-monopolî” dibe. 

Pestarnak, li Parîsê, di  Kongreya Parastina Kulturê de (1935), dibêje, “li ezman gera li helbestê bê wate ye, divê mirov zanibe li erdê binêre, helbest di nava geya de veşartî ye.”

Bi gotina Munzir Pîro, “gerila kulîlkên Zagrosê ne” û divê ew kulîlk, bi  reng û nifşên xwe, bi bêhn û delaliya xwe werin naskirin. Ev jî bi nivîsandin û nirxandinan çêdibe.