Birca Belek û Cizîra Botan

Birca Belek sembola Cizîrê û Mîrnîşîna Cîzra Botan e. 

Qesra ku evîna Mem û Zîn lê çêbûye û bi dest û mêjiyê Ehmedê Xanî bûye destîniya gelê Kurd. Bûye banê Beko Ewan, wek mînaka tevahiya Bekoyan derketiye holê ye. 

Demeke dirêj e, Qeretacdînên Kurd-Gerila, Beko Ewan qewirandin û bêbextiya di qesrên Mîrnîşînên Kurd de mahkum kirin. Lê hêzên “faşîst yên nasyolîzma tirk”, îro dixwazin Cizîr û Bakurê Kurdistanê teva dagir bikin. 

Hêzên Dewleta Dagirker, di salên 1925’an de, Birca Belek xerab kirin, kevirên wê birin di avaniya qijlêya yenîçeriyên  bi “sêva sor” têne xwedî kirin de, bikar anîn.

Çend deh sal in, Birca Belek dagirkirîbû. Lê têkoşîna Gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, Birca Belek rizgar kirin. 

Rizgarkirina Birca Belek, bi cihanîna daxwaza Ehmedê Xanî ye û azad kirina Memo Zîn e. Serketina bextê Qeretacdîn û qewirandina Beko Ewan, ji dîwanxaneya civaka gelê Kurd e; ji nû de sereratskirina sosyolojiya gelê Kurd e. Ji nû de rêkûpêkkirina diyalektîka xwezayî û darvekirina şanik û movikên skeletal dîrokê ye.

Piştî desthilatdariya AKP’ê, “faşîzma nasyonalîzma tirk” pêş ket û ji nû de dagirkirina Kurdistanê kire hedefa xwe. 

Dewleta AKP’ê, bi stratejiyek siyasî û planê “ji nû de dagirkirina Kurdistanê” şerê giştî da dest pê kirin. Lê ya balkêş, destpêka roja şer e. Şerê giştî di roja. salvegera “Peymana Lozanê” de hate dest pê kirin. Serokomarê Tirk Erdogan jî, ji wê rojê û heta îro, behsa “betonê” dike. 

Wateya “betonê” ji bo Kurdan baş tê zanîn: Tunekirin e, bi saxî di gorê de veşartin e.

Ez weke nivîskarekî û  rojnamevanekî Kurd, tecrîda li Îmralî û kiryarên li dijî birêz Ocalan jî di wateya “betonê” de bi nav dikim. Tecrîda li Îmrali jî destpêka şerê li dijî gelê Kurd yê çar parçeyan dibînim. Mîna li Kobanê, îro jî li Cizîrê “şerê tecrîdê” tê meşandin. 

Serokkomarê Tirk Erdogan jî, bi taybetî Birêz  Ocalan hedef girtiye. 

Tayyip Erdogan hêzên  di nava hev de, û bi Qesra 5 Stêrikî ve girêdayî “artêşa matrûşka” avakiriye. Hêzên matrûşka, artêş, çete, kontra,  hovên DAIŞ’ê, medya, muxbir, cerdevan, MÎT, Hakan Fîdan û Efkan Ala ne.  Ev sîstem, ya diktatoran e. Îro jî, di bin fermandariya Erdogan de ev sîstem li Bakurê Kurdistanê di pratîkê de ye. 

Li tevahiya Tirkiyê jî,  parlamento û tevahiya girêdanên demokrasî hatine berteref kirin. 

Muxalefeta Tirk jî, mixabin bûye parçeyek ji artêşa matrûşka.. 

Artêşa matrûşka, 11 roj in êrîşî Cizîrê dikin û diwazin car din Birca Belek dagir bikin, Mem û Zînê dîl bigirin. 

Gelê Kurd jî, ji her demên dîrokê cûdatir, bi disîplîneke akademîk û evînek Zînê û di riya Berîvanan de berxwedanê dike. 

Balkêş e, ku Erdogan biqasî wezîrê propagendeya Hitler Gobels, bi hişmendiya “derewan bikin kesên bawer bikin  wê hebin” haraket dike. 

Erdogan, biratiya bi Kurdan re wek “qajik” bi kar tine û her dem dicûwê, lê yek carê jî behsa êrîşên kujerî yên li Cizîrê nekiriye. Ji bo ketina Koban jî qurban didan. 

Zarokên 35 rojî, 36 rojî, jin û mêrên kal, têne kuştin, ya herî giring, bi dorpêçanek hêzên garanî, destûrê nadin ku av jî biçê taxên Cizîrê. Serokkomarê ku dibêje “birayên min yê Kurd” yek carê behsa Cizîrê nekiriye, Ji bilî şer û “betonê” behsa  tiştekî din nake. Ev gotin bûye bingeha “faşîzma liberal”. Lewra entelektuelên li ser mihalifê AKP’ê jî, faşîzma sergirtî û veşartî diparêzin. Faşîzma liberal, parzunkirina tevahiya  rêbazên faşîzman e. Êdî faşîzmek vekirî heye û kes nikare inkar bike. 

Di çarçoveya “populer sîstemê” de, medya tirk, rojnamevan û entelektuelên tirk jî di çarçoveya “faşîzma liberal” de, li dijî gelê Kurd şer dikin. Ya rastî, alifê AKP’ê, lixabek saxlem kiriye devê lîberalên demokrat û bûne paraçeyek ji derewên faşîzmê.

Li Cizîrê, rewşa Kobanê, rewşa Stalîngradê heye. Lê gelê Kurd jî, ji 7 salî heta  bi 70 salî berxwedanê dike, xwe didê kuştin. Di berxwedana Cizîrê de, zarok jî, ciwan û kal jî cane xwe didin. Bûye duyemîn Koban û sêyemîn Stalîngrad. 10 roj in, ku berdêlan didin, lê destûrê nadin ku „hêzên matrûşka“  bikevin Cizîrê.

Gelê Kurd, li hamberî „faşîzma nasyonalîsta tirk“, li hemberî faşîzma lîberal  di nava têkoşînek biyolojîk û hişmendiya akademîk de ye.

Gelê Cizîrê, di riya Bêrivana Cizîrî û Binevş-Bêrîvan Egal de Birca Belek  diparêzin. Bila gumana  kesî nebe, gelê Cizîrê wê faşîzma liberal û hêzên matrûşka û fermandarê artêşa matrûşka Erdogan di betona sergoya dîrokê de gom bikin.    

Gelê Kurd, êdî kuştina xwe, mirina xwe temaşe nake û dilojarê nalorîne.