Boko Haramê 92 esker kuştin

Çad welatekî Efrîka Navîn e. Di êrişa çeteyên Boko Haram a li vî welatî de 92 esker hatin kuştin.

Serokkomarê Çadê Îdrîss Dêby Îtno ragihand ku êriş li herêma Boma ya li wîlayeta Lacê rû da. Serokkomar da zanîn ku ji ber êrişa çeteyên Boko Haram efser jî di nav de 92 leşker hatine kuştin.

Serokkomar got, di dîroka welêt de yekemcar di êrişekê de hejmareke ewqasî zêde ya leşkeran jiyana xwe ji dest dane.

Efserekî payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFP’ê re got, çeteyên Boko Haram bi êrişa xwe ya herî giran a li herêmê zerareke mezin dane sîstema parastinê ya artêşê.

Çeteyên Boko Haram di sala 2009’an de li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê dest bi êrişên xwe kir û ji hingî ve di van êrişan de 36 hezar mirov hatine kuştin. Zêdeyî 2 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.

n NAVENDA NÛÇEYAN