Bruksel dizane dewleta Tirk çi mal e

Yekîtiya Ewûpayê gotareke ji bo siyaseta xwe di meseleya penaberên ji Sûrî de daye amadekirin. Di vê gotara bi navê “Mirov çawa alîkariya Sûriyê bike da ku were ser hemdê xwe” de qismên behsa Tirkiyeyê dikin, nîşan didin ku li ber Yekîtiya Ewrûpayê tevahiya wan agahiyên li ser sûcên dewleta Tirk ên di dema şerê li Sûriyê de hene.

Di gotarê de tê bibîrxistin ku dewleta Tirk bi xwe alîkariya insanî hemûyî kontrol dike, ji bilî rêxistinên dewletê bi xwe, tenê destûrê dide çend rêxistinên din ên Tirk, lê alîkariyê bi temamî kontrol dike. Ji ber wê jî gelek rêxistinên ku pereyan dibexşînin, xwe ji vê yekê didin alî ji ber ku “naxwazin bibin şirîkê dewleta Tirk a guherandina demografiyê li herêmê”; ev herêma behsa wê tê kirin jî Efrîna dagirkirî ye. Gotar dibêje, li deverên nû dagirî yanî li Girê Spî û Serêkaniyê jî, Tirkiye heman siyasetê bi rê ve dibe. Li gorî heman gotara siyaset diyarkirinê, dewleta Tirk xwestiye bi vê dagirkeriya dawî destê Kurdan beramberî Şamê lawaz bike û pirraniya Ereb a li Reqa û Dêre Zorê jî ji bo demên pêş kiriye mexdûrê êrişeke siberojê ya rejîmê.

ç