Çalakgerê siyasî dersînor dikin

Dadgeha Bilind a Belarusê miracaeta Hicri Mamas a li dijî dersînorkirina ber bi Tirkiyeyê ve red kir. Dozgerê Giştî yê Belarusê daxwazeke dewleta Tirk a radestkirina Hicri Mamas erê kir. Hicrî Mamas jî li ber vê rabûbû û miracaetî Dadgeha Bilind kiribû. Dadgeha Bilind îdîa kir ku dewleta Tirk garantî kiriye ku wê mimaleya xirab û êşkence li Hicri Mamas neyê kirin. Mamas gunehbariyên dewleta Tirk hemûyan red dike û dibêje, tenê ji ber ku ji HDP’ê re xebitiye, van sûcên “xirakirina yekîtî û yekparebûna erdên dewleta Tirk” dixin stûyê wî.
Meqamê Welatîbûn û Koçberiyê yê Komara Belarusê 5’ê Sibatê daxwaza wî ya betalkirina daxwaza Wezareta Edaletê red kiribû, dadgeha herêmî jî destpêka Nîsanê miracaeta wî red kir. Dozgerê Giştî jî 23 Nîsanê ji vê biryarê razî destûra dersînorkirinê da. Bi biryara Dadgeha Bilind re jî, êdî tirs heye ku 1’ê Tîrmehê Hicrî Mamas bê dersînorkirin. However
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Belarusî “Human Constanta” dibêje biryar hem hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî binpê dike, lewma gelekî muhtemel e ku dewlleta Tirk êşkencê li Hicrî Mamas bike.
Human Constanta kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin ji bo Hicri Mamas li cem Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî. Komîteyê tevdîra demkî girt ji bo ku Hicri Mamas neyê dersînorkirin. Lê belê Wezerate Derve ya Belarusê got, biryarên komîteyê ji bo wê ne ferz in. NAVENDA NÛÇEYAN