Cejna Êzî hat pîrozkirin

MURAT MANG / BIELEFELD

Ji bo ciwaka Êzîdî, Kanûn meheke pîroz e. Vê mehê 9 roj rojî tên girtin. Sê cejn wek Cejna şêşims, cejna Xweda û cejna Êzî tên pîrozkirin. Civak, vê mehê xêran dide, diayan dike, miriyên xwe bi bîr tîne. Kurdên Êzîdî yên li Ewrûpayê jî van cejnan bi salan e ji axa xwe, welatê xwe dûr pîroz dikin. Me jî pîrozbahîya wan şopand û  nêrîna dayîkan li ser pîrozbahiya girt.

Dayika Xezal: Jixwe, sê rojiyên me heye. Ew jî cejna şêşims e. Hewarê Xwedê kerema şêşims be, em dibêjiin. Rojiya pêşî ya şeşims e. Em sê roj rojî digirin, sêşem, çarşem û pêncşemê. Roja înê jî eyd e. Rojîya duyemîn ji bo Xweda ye. Dîsa sêşem, çarşem û pêncşemê rojî ye, înê eyd e. Ya dawî jî cejna Êzî ye. Ji bo ola me ye. Rojîya me 9 roj in û sê hefteyan devam dike û eyda me hersê hefteyan heye.

Dayika Xezal dibêje, vê mehê Êzîdî divê pirr xêran bikin û wiha dewam dike: “Em xêran didine insanê feqîr û belengaz. Ez bi xwe niha di nav malbata xwe de ji bo Kurdistanê alîkarîyan kom dikim. Hêviya me ji eydê ew e ku bila şer bisekine. Li pêşiya her tiştî Serok Apo bê berdan. Êdî Kurd bila rehet û azad bibin.”

Cejna Êzî 4200 salî ye

Endama Meclîsa Jinên Ezîdî Bielefeldê Mecbure Dundar jî ji bo cejna Şêşims û rojê dibêje, “Roj ji bo me pirr pîroz e. Li gorî me jiyan bi rojê dest pê dike. Ya dûyemîn cejna Xwedê ye. Ya sêyemin jî cejna Êzî ye. Ev cejna Êzî berîya 4200 salî dest pê kiriye. Wê deme şev û roj wek hew bûn.”

Ji bo pîrozkirina van cejnan jî Mecbure Dundar dibêje, “Li gorî çanda me, divê em qurban ser jêkin. Em xwarinê çê dikin. Şîrînahiyê çê dikin. Mêwan diçin û tên. Em diçin cejna hevdû pîroz dikin. Nexasim, êw ên ku dilê wan ji hevdû maye, em wan li hev tînin.”