Çerxên giştî yên neteweyî

Di vê geremola siyasî û eskerî de mirov şehmet e xwe ji mijaran bide alî û behsa çareseriyên muhtemel neke. Mirov bivênevê li ser meseleyê dihizire. Meseleya “yekîtiya neteweyî” ji ber vê geremola siyasî xwedî maneyeke cihê ye. Pêşniyazên Kongreya Neteweyî, avakirina kordînasyonên eskerî ji wan pêşniyazan in ku armanca wan ew e di rewşeke tehlûkeyê de çerx û mekanîzmayên giştî neteweyî yên biryardanê û parastinê hebin. Gotara li ser serxwebûnê zêde elaqedarî vê mijarê nîne, lê belê hêja ye mirov berê awirên xwe ji ser veneqetîne. Ji ber wê jî ez ê bi minaqeşeyeke kurt a hizrî hewl bidim ji hev derxim, ka yekîtî û xweserî çi ji hev re dibêjin, ka mekanîzmayên giştî yên neteweyî bi yekîtiyeke çawa dikarin fonksiyona xwe bi cih bînin.  

Gelek caran dema behsa yekîtiya neteweyî tê kirin, tişta tê ber çavan û texayula siyasî ew e ku aliyên siyasî di platformekê de bibin yek. Di rastiyê de tiştekî wisa ne di tecrûbeyên dinyayê de heye, ne jî mumkin e. Di rewşa heyî ya Kurdistan û dorhêla wê de mirov dikare vê yekîtiyê bi çerxên siyasî, yên kordînasyonên eskerî û hevkariya aborî texayul bike û ya maqûl jî ev diyar e. Yanî çi?

Yanî, di vê krîza siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê de li şûna hevsûcdarkirina aliyên siyasî ya baş ew e ku xweseriyên herêmî yên ku di asta herî jor de di warê siyasî, aborî û eskerî de jixwe heye, bi rengekî were qebûlkirin û di navbera wan de pêşî çerxeke neteweyî qet nebe ji bo Başûrê Kurdistanê were danîn. Meseleya parvekirina Herêma Başûrê Kurdistanê di warê erka siyasî, rêveberî û aboriyê de bi ser neket û hat di heriya vê geremolê de bist bû. Ji ber wê jî pêşniyazkirina sîstemeke bi vî rengî di asta neteweyî ji bo tevahiya Kurdistanê yan jî ji bo parçeyên din jî bê mane ye. Ya manedar ew diyar e ku xweserî û rengê aliyan di asta mumkin a herî jor de di nava platform, çerx û mekanîzmayên muhtemel ên neteweyî de cihê xwe bigirin û ev platform, çerx û mekanîzma serê pêşî li ser mişterekên esxerî yên weke bergiriya miletê Kurd, erdên Kurdistanê û berjewendiyên wê karibin biryarên giştî bidin û di warê eskerî de hêza parastina miletê Kurd karibe kordîne bike.

Naxwe minaqeşeyên serxwebûnê, yekser bi vê re elaqedar nîne. Parçeyekî Kurdistanê yê siberojê weke dewlet serbixwe jî wê hewceyî van mekanîzmayên li jor navbirî be. Li aliyê din serxwebûn û prensîpa xweseriya maksîmûm a bi ya min divê di nava çerxên neteweyî de were muhafezekirin dijberê hev nînin. Kî çi bibêje bila bibêje, li ser rûyê vê erda me dewleta herî serbixwe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne û di warê qanûnsaziyê de jî, di warê parastina herêmî de jî heta mirov bibêje bes eyaletên wê xweser in. Ango minaqeşeyeke ku rengê çareserkirina pirsgirêkên li tevahiya Kurdistanê û li parçeyekî Kurdistanê asteng bike, gotareke ji bo îhtîmalan tengker wê ne li xêra Kurdistanê û ne li xêra hawîrdora Kurdistanê be jî.

Di vê peywendê de pêşniyaza fermandariyeke hevbeş a hêzên eskerî wê karibe hem rêya parastineke baştir kordînekirî derxe holê û hem jî rê li ber şerê çekdarî di navbera aliyên siyasî yên Kurd de bigire. Ev fonksiyona çerx û mekanîzmayên hevbeş ên neteweyî pirr girîng e. Lewma reqabeta siyasî ya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de pirr dijwar e û heta bi hevkariya bi dijminên Kurdistanê re jî diçe. Ji ber vê jî, qet nebe astengkirina şerê çekdarî gaveke pirr girîng e û dikare bi biryarên prensîpên siyasî têkiliyên bi dewletên dagirker re jî sînordar bike. Jixwe, dema çarçoveyeke bi vî rengî hat danîn, hingê rê li ber kongreyeke neteweyî ya xwedî erkên berfirehtir jî vedibe.