Civak guh nade hunermend û nivîskaran

Rênas Jiyan: “Ez wek Kurdek dixwazim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”

Rênas Jiyan li Êlihê beşdarî gotûbêjeke wêjeyî bû û li wir qala wêjeya Kurdî kir. Nivîskar û helbestkar Rênas Jiyan bal kişand azadbûna civakê û rola hunerê û got: “Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be.”

Saziya Yenîsahne ku li Êlihê çalakiyên çand û hunerî çêdike, vê carê Rênas Jiyan kire mevanê xwe. Gotûbêja Rênas Jiyan li salona pêşandanê ya Yenîsahne pêk hat. Gelek xwîner û hezkiriyên Rênas Jiyan beşdarî gotûbêjê bûn.

Divê di romanê de karekter azad be

Rênas Jiyan di destpêka gotûbêja xwe de, di romanê de behsa çêkirin û sazkirina karekteran kir. Paşê Rênas Jiyan beşek ji romana xwe ya dawî “Stranên Sor û Nivêştên Mor” xwend û mînakên ji avakirina karekteran da. Rênas Jiyan ji bo çêkirin û avakirina karektera romanê got: “Heke rihek baş ê nivîskar tune be, ew karekter nikare jîndar bibe. Karakterê ez diafirînim neçar im rih bidimê. Heta mirov karekter ava dike gelek xwîn tê windakirin. Dema ez karekteran diafirînim ez nabêjim karekter bûye hêsîrê min. Ez karekterê xwe zêde tabî xwe nakim. Piştî ez dinivisînim wan azad dikim. Divê di romanê de karekter azad be. Çiqas karekter azad be dê roman ewqas azad be. Xwendin dê ewqas azad be.”

Wêje, roman û ziman jî nikare azad be

Her wiha Rênas Jiyan behsa têkiliya roman û civakê jî kir û ji bo vê yekê wiha axivî:”Ez wek Kurdek dixwazim ez û civaka me ya Kurdistanê azad bibe. Bila her tim azadî para civaka me be. Heta civak azad nebe, wêje, roman û ziman jî nikare azad be. Ez dixwazim her tim romanek senfonîk binivîsinim. Kêfa min ji tiştên senfonî re tê. Ez dixwazim pir rengîn û pir cihêwazî hebe.

Divê ew roman dikare koka civaka xwe vebêje. Dema ew roman bigîhîje kokên civaka xwe ez wê deme kêfxweş dibim. Ka pirsgirêkên Kurdistana me çi ye. Kurd çawa dijîn? Ev meraqa min her tim e. Ez ji hemû kêfxweşî û şînên Kurdan re kokên civakê dibêjim. Civaka me tenê ji kokekê pêk nayê. Ji gelek rihan pêk tê. Li gorî min divê romanek dikaribe civaka xwe bi hemû hûrgûliyên xwe rave bike. Heke dema nikaribe civaka xwe rave neken, ew ne roman e. Ji bo min divê romanek dikaribe hemû pirsgirêkên welat bêje. Ez romanê wek welatekê dibinim.”

Civak guh nade hunermend û nivîskaran

Nivîskar Rênas Jiyan di gotûbêja xwe de behsa qîmetdana civaka Kurd bi wêjeya Kurdî jî kir û derheqa wê de wiha qise kir: “Ji ber ku Kurdan hesabê raman û wêjeyê nekiriyê ji wêje û romanê hez nakin. Civak guh nade hunermend û nivîskaran. Heke dema şoreşa li Fransanyê pêk hat û ramangerê wan tunebûna nenivîsandina û li Rûsyayê jî ramanger tunebûna pêkanîna şoreşê nê pêkan bû. Ji ber vê yekê ji bo şoreş û civakek azad pêk were lazim e ramanger û hunermend bên şopandin û xwendin. Civaka me bi rêjeyek zêde pir hurmetê nade wêje û hunerê. Lê daxwaza me ew e civak rûmetê bide wêje û hunera xwe. Qedera welatê min û gelê me gelek min eleqedar dike. Heke miletê me û welatê me ji dest here jixwe wê zêde wateya huner û wêjeyê jî nemîne. Dema kes van pirtûkan nexwîne wê kî bixwîne.”

 Wêje dikare rê li ber pişaftinê bigire

Jiyan di dawiya gotûbêjê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê jî û got: “Kurd di pişaftinekê de derbas dibin. Dewlet jî pişaftinê qebûl dike. Niha Kurd çiqas xwe bixwe asîmile dikin pir eşkere ye. Ev yek gelek girîng e. Çima Îngîliz û Ereb pişaftin nabin. Lê em dibin. Ev yek jî ji me peyda dibe. Ewqasî Ingiliz ji Şekspîr hez dikin, lê em Kurd ji Melayê Cizîrê hez nakin. Civakên din bi qasî ji wêjeya xwe ya modern hez dikin em ji wêjeya xwe modern hez nakin. Dema em ji wêjeya xwe hez bikin, hinek be jî de rê li ber pişaftinê bê girtin.”

Dû re Rênas Jiyan ji xwîneran re helbesta “Kobanê” jî di nav de çend helbestên xwe xwendin. Jiyan di dawiyê de jî pirtûkên xwe ji bo xwînerên xwe îmze kir.

ÊLIH/MA