Covid-19 û metirsiya wê li ser derûniya mirovan

Vîrusa koronayê hema bêje bûye rojeva duiyayê hemûyî. Ji gava ku vê Vîrûsê li Çînê dest pê kir, bandoreke mezin li mirovan hemûyan kiriye; kurt û Kurmancî jiyan teviziye. Pê re jî bandoreke mezin li psîkolojiya însên dike. Herî zêde li kesên temen mezin bandorê dike.

Li gorî hin raporan ku destnîşan dikin, ji ber guheztina hewayê û guhertinên serdemî ev vîrusa koronayê di demeke nediyar de peyda bûye û metirsiya wê gelek li pêş e.

Di hin raporên din de jî ku di nava tora medyayên civakî de belav bûbû, diyar dibe ku ev ji aliyên hin welatên weke Elmanya, Fransa û Emerîkayê ve di sala 2003’yan de hatibû amade kirin, da ku pê werin hemberî hev.

Ji ber wê heger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, hin faktorên biyolojîk dibêjin, ev karesatên bi vî rengî wê bikin ku bi milyonan kes bi vê vîrusê bimirin. Tevî ku heta niha hîna ti aliyî çareyêk ji vê vîrusê re peyda nekiriye, dîsa jî da ku pêşî li ber vê metirsiyê were girtin, pispor bê navber xebatên pêşîgirtina li belavbûna vegirtina vê vîrûsê dikin.

Ji ber vê yekê tevî legerînan, dîsa jî zanyarên tibî û bijîşik di metirsiyeke mezin de ne.

Di dîrokê de û piştî  rûkala vîrusa koronayê, berhevdan û pirsên derbarê cûdahiya di navbera korona û nexweşiya bi navê Mirina Reş a ku li bajarê Marsîliyayê dest pê kiribû ku hema bêje bi milyonan kes li cîhanê pê mirin, ku ew di sedsala çardehan de çêbû û dest pê kir. Di nava çend rojan de 100 hezar irov pê  mirin.

Di hin belgeyan de diyar dibe ku ev vîrus dişibe êşa sermê û şewbê, û înfeksiyon e. Li cîhanê şewbên mezin ên nexweşiyan yek jê di navbera 1347 û 1348’an de li Ewrûpayê bûye. Sala 1720’an yeke din li bajarê Fransayê Marsîlyayê xwe dide der. Piştî wê bi sed salî 1820’an nexweşiya kolêrayê li Îndonezya, Filîpîn û Taywanê dest pê kir. Şewba ku bi navê Şewba Spanî jî hat nasîn sala 1920’an belav bû.

Niha jî 2020 e. Yanî dîsa pîştî bi 100 salan şewba vîrusa koronayê dest pê kiriye. Li gorî hinek pispor û lêkolîneran, dibe ku ev şerekî biyolojîk be û niha dest pê kiriye. Li cîhanê tevî bi gelemperî bi zêdebûna hejmara qurbaniyên vîrusê re tedbîrên parastina ji vîrusê, roj bi roj hişktir dibin. Piştî Çînê, welatê herî zêde vîrusa koronayê bandora xwe lê kirî, Îtalya ye. Her wiha li seranserî cîhanê hejmara kesên vîrus bi wan ketiye û ev hatiye tesbîtkirin jî ji 300 -400  hezarî derbas kir.

Li gelek welatan hejmara kesên bi vê vîrûsê dikevin zêde dibe; Elmanya jî yek ji wan welatan e ku hêdî hêdî qedexeya derketina derve asteng dike. Pirraniya navendên kar û saziyên dewletê hema bêje karê xwe rawestandine. Tenê nexweşxane, bijîşk û cihên dermanxaneyan vekirî ne, û karê xwe dikin.

Ev rewş bandorek neerênî li derûniyan însanan dike. Gelek pispor û zanyarên psîkolojiyê wê yekê dibêjin ji bo ku ev qonax derbas bibe, pirr pêwîst e ku têkliyên civakî û serdan werin rawestandin û ne lazim be ji malê dernekevin heta ku ev pêla vîrûsa koronayê derbas bibe.