Dabbetûl-arz a Erdogan

Em ê di pencereya îro de, li doh û pêr binêrin. 

Li Tirkiyê, darbekaran li dijî darbekaran darbe kir. Kî serket, kî binket ne giring e, darbe darbe ye û darbe di qiwama lincê de dewam dike… Bi navê Xwedayê mezin  sund dixwim ku, genetîka faşîstan nayê guhertin. 

Îro, fotografekî trajîkomîk  heye: 

Ya giring; 1. Doh AKP’e, teşkîlata Gulen û qijle li dijî  Kurdan bû…  2. AKP’e, mizgeft, muxalefet û qijle li dijî Kurdan e. 

Her du alî jî darbekar in, koalisyona suc in, sucên şer û  mirovaniyê kirine û dikin. Di dema hewldana darbeya leşkerî de, milîsên AKP’ê, bi serkêşiya parlamenter û şaredarên AKP’yî  derketin kolanan. Serjêkirin, linc jî di nav de serî li her riyê dan. Di avaniya Sefermandariya Artêşa darbekar de, sloganên DAIŞ’ê qîriyan.  

Erdogan, her roj bi milîsên AKP’ê dike nava haraketê û  mobbing-tacîza psîkolojîk didomîne. 

Ev kiryar teva, “dabbetû’l-arz” in. AKP, çeteyên DAIŞ’ê, El Nusra û hwd. li dijî Kurdan “dabbetû’l-arz” in.

Hevkariya  koalisyona “Dabbetû’l-arz” dewam dike.  Di Qur’an-a pîroz de, “dabbe -nîşaniyên qiyametê” ne. Lê koalisyona faşîstên li dijî Kurdan, wek Qura’nê, nabêje “GA ji erdê derketiye” û dabbetû’l-arz nîşan dide. 

Erêêê, koalisyona  faşîst di rengê GA de ye, lê ne tenê du quloçî ye, wek ahtapot e û  wek hunandina tor’ê piralî ye û li her derê ye. Dabbe ya Kurdan, ne wek “hadî”san e, cûda ye û wek dêwekî cîhanşimûl e. Erdogan, êdî xwe xwediyê mohra Silêman dibîne, mikrofonê jî wek asayê Musa bikar tine. Model jî tê naskirin; Sezarîzm e, ucubeta sedsalê ye!… 

Taybetmendiya “ucubet-el Tirkî” de, her dema ku behsa “demokrasiya pirranî” dikin, (lê nine), beha huquqê gerdûnî dikin (lê nine), di gotina biratiya ku Erdogan her dem didikirîne de, (lê qet nine), behsa heq û mafê civakî û kesayetî  dikin, nine û di “dewr-î qedîm” de jî, ji bo Kurdan çênebûye, behsa azadiya hiş û raman û ragihandinê dikin, (lê nine), nine û hey nîne…  

NÎNE, li Tirkiyê krîzek meşrû derxistiye holê.  Krîz heye, û di kiryarên faşîzan de jî meşrû dikin.  Wek lîncê!…

Ji bo vê jî, di krîza meşru ya Tirkiyê de, mafê Kurdan, bi bombe, tanq û kuştinê tune dikin.  Bajarên Kurdan bi ser serê Kurdan de di hêrivînin. Ji erd û ezman mirinê dibarînin: Ev  “dabbetû’l-arz” e û nîşaniyên qiyametê şanî Kurdan didin. Lê cîhan bêdeng e.

Sergerde û çeteyên Erdogan, tîşortên El Nusra li xwe dikin,  ala El Nusra dihejînin û êrîşî Elewiyan dikin. 

Yanî di krîza meşrû ya Tirkiyê de, kuştina Kurdan meşrû ye.  Dixwazin krîzê bi kuştina Kurdan veşêrin. Cîhan jî bêdeng e.

Binêrin TECRÎD!…  Skandalek hiquqî, îdarî, siyasî û insanî ye.  Di krîza meşrû ya Tirkiyê de sucekî ku meşrû dikin e. Cîhan jî, bi berçavikên bergilan li krîza hiquqê gerdûnî dinêre. Ev zihniyeta lanetkirî ye. Balkêş e, di dîmenê pencereya îro de, girseya Erdogan, di bin navê xwedî derketina demokrasî de,  slogana “em dardekirinê dixwazin” diqîrin. Qîrêna “îsterûk”, parastina Erdogan û AKP’ê ye, daxwaza padîşahtiya Erdogan e û zihniyeta kevir li ser kevir, serî li ser bedenê ne hêlin e. 

TECRÎD!.. Karê hêzên postkolonyal e!… Lê dewleta Tirk li ser dil û bedena Kurd û Kurdistanê rûniştiye. Tecrîd jî navê kuştin û tunekirinê ye.  Divê Kurd dîwarê Imralî bihêrivînin. DOH, li parlamenê, xwestin Sirri Sureya Onder linc bikin. Çima, ji ber ku got “Sayin Ocalan”… Linc, bûye kultura sîstema Erdogan. Linca li kolanan birin parlamenê. 

Gelo cûdatiya FETO, ERDO û generalên darbekar ji hev çiye?  Tev yek zihniyet e, yek ego ye. Vê zihniyet û egoya darbekar, di kesayeta Birêz Ocalan de, tevahiya gelê Kurd hedef girtiye. Xerabkirina bajarên Kurdistanê, komkujî û bêdengiya cîhanê TECRÎD e. Tecrîda tunekirinê ye. Divê gelê Kurd jî, li dijî zihniyeta faşîst, “dabbetû’l-arz” derbixin holê.

Kurdên li Ewropa jî, dive li zengil û naqosan bidin û wijdanê razayî yê raya giştî şiyar bikin. 

Erdogan, di tevahiya vê pêvejoya darbekariyê de, yek carê,  behsa demokrasî nekiriye, behsa aştîyê nekiriye, behsa çareseriya pirsgirêka Kurd, hîç nekiriye. Hîç û eslaa!… Lê naaaa, dema rewşa awarte ilan kir, wek generalên darbekar, got, ji bo parastina demokrasî û mafan, em rewşa awarte ilan dikin. 

Vêce: Enfal’a Saddam û Dabbeya Erdogan yek in. 

Vêce: Teşkîlata Gulen û  Dîwana RTE hevkarê hev bûn, îro jî dijminê hev in. Faşîstên darbekar û Erdogan di wêrankirin û komkujiyên li Kurdistanê hevkarê hev bûn, îro jî dijminê hev in. Lê naaaaa, ev dîmen, ev fotograf berê jî hebûn, Kurd, êdî ne çûkê davikê we ne. Hûn dikarin, li dijî hev, bi videoyên fihuşê, bi rûreşiya rûşwet û bertîlê, qîrêjiya kesnedî hev rezîl û rûswa bikin, lê Kurd nayên lîstika we. Hev pelixandin, rezîl kirin, rûreşkirin, ji xwe rûdêna rast ya faşîstan e. 
Biqasî Fet-ul AH,  Er-do GAN jî li dijî Kurdan dijminekî sundxwarî ye…  Er-do GAN jî, Fet-ul AH jî, dijminê Elewiyan e, dijminê  Êzîdiyan û Suryaniyan e…   

Balkêş e: Di 12’ê Îlona 1980’î de, şerê li kolanan, di cih de, wek şûr lêbikevê rawestiyan. Îro jî, êrîşên bombeyî yên çeteyên DAIŞê, wek şûr lêbikeve rawestiyan. Çi balkêş e loooooo!… Têkçûna hewldana darbeya leşkerî, li Tirkiyê ne hêrivandina dîwarê Berlînê… Wajî vê, wê bibe bingeha sîstema siltanetiya Erdogan û sezarîzmê!..   

Lê di keliha sîstema Îttîhadî Erdogan de, dever vebûye, çûûûûûû!