DAIŞ`ê li dijî me bi kar tînin

Salih Muslim: Gelek alî hene çeteyên DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin da ku çalakiyên xwekujiyê bikin û sivîlan bikin hedefa xwe. Aliyê sereke û destpêkê ku çeteyan bi kar tîne, Tirkiye ye. Niha dem hatiye ku li pêşiya Tirkiyê bê rawestandin û sînorek jê re bê danîn.

Berpirsê Komîteya Têkiliyan a PYD`ê Salih Muslim li ser girîngiya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê axivî û teqez kir ku hin alî hene ku DAIŞ`ê dikin hincet da ku êrişên terorîst bibin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Berpirsê Komîteya Têkiliyan a PYD`ê Salih Muslim ji kanala Arti Gerçek a muxalefeta Tirkiyeyê re axivî û diyar kir ku pêvajoya nû piştî bibinketina çeteyên DAIŞ`ê li ser destê QSD`ê li bajarokê Baxozê dest pê kir, ew jî şerê ramanên DAIŞ`ê yên radîkal e û tinekirina şaneyên wê, taybet li rojavayê çemê Firatê ku li wir hêzên Rûsya û rejîmê hene.

Sînor ji Tirkiyeyê re deynin

Salih Muslim destnîşan kir ku hemleya ku QSD`ê beriya niha dest pê kiribû, encamên baş anîn û dikaribû gelek şaneyên razayî bigire. Wî got, hemle bi hişyareke mezin li ser sînorê Iraq û Sûriyê didome da ku çete nekevin xaka Sûriyê.

Muslim Tirkiye tawanbar kir ku ew çeteyên DAIŞ`ê bi kar tîne li dijî Rojava û rêveberiya Xweser: “Gelek alî hene çeteyên DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin da ku çalakiyên xwekujiyê bikin û sivîlan bikin hedefa xwe. Aliyê sereke û destpêkê ku çeteyan bi kar tîne, Tirkiye ye. Niha dem hatiye ku li pêşiya Tirkiyê bê rawestandin û sînorek jê re bê danîn.”

Tirkiye bila rêzjî ji îradeya gelan re bigire

Muslim da xuyakirin ku wan hesasiyeta Tirkiyeyê di hemû aliyan de dîtiye, ji ber vê yekê divê Tirkiye jî hesasiyeta ku herêm tê re derbas dibe, bibîne.

Muslim dijminatiya Tirkiyeyê red kir û gotm “Bangên Rêber Ocalan li Tirkiyeyê zelal bûn, ji ber vê yekê divê Tirkiye dûrî siyaseta ku ‘Kurdên baş, Kurdên mirî ne’ bikeve û rêzê ji îradeya gelan re bigire.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22´yê Gulanê bi parêzerên xwe re hevdîtineke duyê kiribû. Endcamên hevîdtinê di 26´ê Gulanê de hatibûn eşkerekirin. Parêzerên Ocalan peyamên wî ragihandibûn ku gotibû, ew amade ye çareseriyan ji aloziya Sûriyê re pêşkêş bike û li ser girîngiya xwedûrkirina şer bikevin.

NAVENDA NÛÇEYAN