Dawiya faşîzmê nêz e

Rojeva cîhanê hemû vîrûsa koronayê ye, lê ya dewleta Tirk dijminatiya li Kurdan e. DewletaTirk tenduristiya gel daniye aliyekî, di serî de şaredariya HDP’ê êrişî hemû nirxên civakê dike. Di vê rewşa kirîtîk de ku pêdiviya xelkê bi xizmeta şaredariyan heye, dewleta faşîst û dagirker dest danî ser piraniya şaredariyên HDP’ê û bi vî awayî tercîh û îradeya ku gelê bakurê Kurdistanê nişanda, desteser kir û dike. HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de tevî hevahî hîle, dek û dolabên AKP-MHP’ê 65 şaredarî bi dest xistibûn. Heta niha 44 şaredariyên ku gel di encama têkoşîn û berdêlên giran de bi dest xisine hatine dagirkirin. Hevşaredar ji peywirê hatine girtin û li şûna wan qayûm hatine bi cîh kirin. Li gel vê dagirkeriyê vîrûsa koronayê ji xwe re dike hêncet û bi rê û rêbazên qirêj hemûyan li dijî gelê Kurd, hêzên mixalif û jinan êrişên xwe yên pir alî didomîne. Hewl dide Kurdan ji aliyê siyasî ve têk bibe. Ji bo vê, siyaseta şer kûr dike û qirkirina jinan ji nedîtî ve tê.

Bi derxistina qanûna înfazê re bi hezaran girtiyên siyasî di zindanan de bi mirinê re rû bi rû hîştin. Nahêle girtiyên nexweş werin dermankirin. Alav û dermanên paqijiyê nadin girtiyan. Têkiliyên girtiyan ji derve tên qutkirin. Lê alîgirên xwe û tecawizkarên jin û zarokan yek bi yek berdidin. Li aliyê din wekî ku êrişên li dijî Kurdên sax nebes bû, vê carê êrişî gorên zarokên têkoşer ên gelê Kurd jî dikin. Li Gever, Mûş, Wan, Farqîn û Çewlikê gorên şehîdan yek bi yek hatin xerakirin. Li Bedlîsê gorên şehîdan hatin vekirin û hestiyê zarokên Kurdan bi salan di morgan de hatin hiştin. Bi vê rêbaza kirêt xwestin di serî de dayik êşkencê li malbatan bikin. Dîsa vê rejîma faşîst bi şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek ku bi kargoyê ji dayika wî re şand, rûye xwe yê rast eşkere kir.

Lê li hemberî vê zilm û faşîzmê, gelê Kurd û jinan tu carî gav paşde neavêtin û berxwedan û sekna xwe ya bi rûmet nîşan dan. Dayê Xalîse Aksoy li hemberî vê bêrûmetî û hovîtiya wan, tevî ku dilê wê bûbû pizota ji agir jî bi gotinên; Ez bi kurê xwe serbilindim, ez ê heta dawî li dû doza kurê xwe bim’ biryardariya gelê Kurd a ji bo azadiyê nîşanî hemû cîhanê da. Bi dehan dayikên Kurd yên weke dayika Xalîse rojane dersên mirovahiyê didin dagirkeran.

Dewleta faşîst bi van êrişên xwe tola serkeftina 7’ê Hezîrana 2015’an ya HDP’ê, ku AKP’ê ji deshilatiyê de xist xwarê hiltîne. Wê demê îradeya gelan hemû hesabên wan pûç kir. Ji lewma har û dîn bûne. Ew baş dizan in ku temenê desthilata wan kurt maye. Ji lewma li hemberî gelê Kurd û vîna wî ya siyasî dijminatiyê dimeşîn in. Erdogan ji bo xeyalên xwe yên qesrê hemû dijberên Kurdan yên siyasî, di bloka faşîst ya AKP-MHP’ê de kom kir da ku bi xeyalên xwe şah bibe. Lê em jî dîroka dîktatoran dizanin ku yek ji wan jî bi faşîzmê negihane armancên xwe. Sedam Husên di dema xwe de zilma dûrî aqila li dijî gelê Kurd da meşandin. Lê me hemûyan bi çavê xwe dît ku çawa dawiya wî hat. Dîsa tê zanîn ku Hîtler di serdema xwe de çi anî serê mirovan. Lê îro tenê ev dîktator bi kiryarên xwe yên der-mirovî di rûpelên dîrokê de cîh digrin. Ya li hemberî wan bi ser ket berxwedana gelan bû. Dawiya Erdogan û desthilata wî jî nêz e. Sekna gelên berxwedêr û dayikan wê vê faşîzmê jî têk bibe.