Dayîka Ferhad Wekîlî wefat kir

Dayîka şehîd Ferhad Wekîlî di roja dayîkbûna kurê xwe de wefat kir.

Dayika Ferhad Wekîlî, Şerîfe Wekîlî ev mehek bû li nexweşxaneyê dihat derman kirin. Tevî hemû hewildanên doktoran jî doh li nexweşxaneya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, wefat kir.

Şehîd Ferhad Wekîlî di 9’ê Gulana sala 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve bi 4 hevalên xwe ve li zindan Evînê ya Tehranê hatibû bidarvekirin.

KODAR´ê bi boneya wefata Dayîka Ferhad Wekîlî, Şerîfe Wekîlî sersaxî ji malbata Wekîlî re xwest û peyamek sersaxiyê belav kir. KODAR’ê di dapeyama xwe de got; “Dayîka Şerîfe weke dayîkek nîştimanperwer û dilsozê gel bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN