Dek û dolaba Tirkiyeyê

Endamê Konseya Serokatiya Giştî yê KCK’ê Rêwar Awdanan diyar kir ku Tirkiye dixwaze Îranê jî bike hevkarê şerê xwe yê li dijî Kurdan û got, "Divê Îran baldar be û nekeve kemînên ku dewleta Tirk li ber wê danîne."

Rêwar Awdanan diyar kir ku hêzên navdewletî heta niha Îran îdare dikirin, ji ber hevsengên Rojhilata Navîn û berjewendiyên xwe, lê wiha xuya dike ku êdî wê rewş biguhere. Awdanan got, "Dibe ku ji hundir ve guherînên bi hewldana ku wê entegreyî sîstema lîberal û navneteweyî bikin, werin rojevê. Heke Îran neguhere, wiha xuya dike ku wê helwêsta hêzên navdewletî û koalîsyona Ereb tund bibin."

Awdanan li ser nêzîkbûna Tirkiyê û Îranê ya demên dawiyê, got, "Beriya Şoreşa Rojava dijminên Kurdan bi rehetî dihatin cem hev, plan girêdidan û li ser vê siyaset dikirin. Lê niha weke berê nikarin bikin. Lê ev nayê wê maneyê ku ev hêz naxwazin vê bikin. Berevajî vê, di serî de li dijî Kurdan, li dijî hemû gelên herêmê yên azadîxwaz dixwazin vê polîtîkayê bikin. Lê Kurd li herêmê bûne aktorê siyasî yên diyarker. Li Rojhilata Navîn hem ji bo pêvajoya guherînê diyarker in û hem jî mohra xwe li bin pêvajoya guherînê danîn, ji bo vê jî bi rehetî nikarin werin cem hev û planan girêbidin. Zêdetir têkiliyên taktîkî datînin. Vê jî li ser xapandinê dikin. Tirkiye çawa ku bi çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê re peyman danî, bi Îranê re jî dixwaze hin peymenan deyne.’’

Awdanan got, "Dewleta Tirk dizane ku Îran di tengasiyê de ye. Dizane ku hêzên navdewletî li ser Îranê hin biryar dane. Dixwaze ji vê sûdê wergire. Dixwaze Îranê ji xwe re bike mertal û bide nav belayê. Dewleta Tirk dixwaze hin hêzên din jî bike hevkarê şerê xwe yên dij Kurd. Di vê babetê de divê Îran baldar be û divê nekeve kemîna ku Tirkiyê li ber daniye’’. Awadanan xwest, serdena Sererkanê Îranê ya li Tirkiyê jî di nav vê çarçoweyê de were şîrovekirin.

FERZAD KAMYARAN/ANF/QENDÎL