Dekontekstualîzekirina dîrok û berhemên wê

Luqman GULDIVÊ

Dekonstektualîzekirina metn, ziman, tişt, dîrok û berhemên hunerî, dîrokî û asarên arkeolojîk di zik hev de ye bi rekonstektualîzekirina wan di nava civakek, û zimanekî din de. Ango dema jixwe ev pêvajoyên wisa ne ku mirov dikare weke pêvajoyên xwezayî jî li wan binihêre. Mîweyên li deverekê nînin, ji deverên din tên îtxalkirin, peyvên di zimanên din de ji bo rewşeke taybet, tiştekî diyar tên wergirtin û di zimanekî din de cihê xwe digirin. Berhemên teknolojîk, yên hunerî, yên ji bo xemilandinê, amûrên çandî û wekî din ji çand û cografyayên cihê ber bi cografyayên din ve diçin. Berê jî ev qewimiye û îro jî diqewime. Aliyê vê yê xwezayî li alieyekî em deynin û bibêjin, ev meseleya dekontekstualîzekirin û rekontektualîzekirinê îşaret bi pêvajoyekê dike ku hema hema li seranserê dinyayê û di her dema hebûna civaka mirovan de hebûye.

Piştî vê tesbîtê, em li roja xwe ya îro û li hebûnên siyasî yên diyarker di kontekstualîzekirin, dekontekstualîzekirin û rekontektstualîzekirinê de binihêrin. Heger bîra we çûbe ser dewletan hûn ne şaş in. Jixwe sînorên wan ji bo çand, ziman û bazarê jî êdî diyarker in piştî ku qederê 200 salan şerekî dijwar li dijî 6 hezar zimanan, bi hezaran civak û çandan bi rê ve birin û çendek ji ber wan filitîn û wan jî bi zarê wan kir û xwe şiband wan. Ez ê niha xwe bernedim vê bîra kûr a pêvajoyên peydebûna dewletên netewe, kolonyalîzm, împeryalîzm û wekî din.

Li şûna wê çend nûçeyên hefteya bihurî belav bûyî, wê cihê minaqeşeya min bin: 8 berhemên ji beriya mîladê bi 3 hezar salan li Iraqê hatin vegerandin. British Museumê cihê tam ê van berheman tesbît kiribû û tesbît kiribû ku ev di encama talankirina sîta arkeolojîk a li Tello bi dest hatine anîn; weke encam, berhem wê li Iraqê bên vegerandin. Doh jî nûçeyeke wisa belav bû (îro em behsa wê di rojnameya xwe de dikin), dibêje, sewîlekî zîvî yê 4 hezar salî wê li Efxanistanê bê vegerandin.

Li vir ya em pê re rûbirû ew e ku navendên împeryal di dema xwe de û roja îro jî berhemên dîrokî, arkeolojîk yek bi yek jî û weke kompleksên giştî fêr bûne bînin paytextên xwe û li muzexaneyên xwe yên neteweyî “muhafize” bikin. Ev muzexane, çi British Museum a li Londonê, çi Le Louvre a li Parîsê, çi Pergamonnmuseum a li Berlînê û çi jî Metropolitan Museum of Art a li New Yorkê (vê di rewşke nû de be jî xwe li heman tiştî ceribandiye) be, hewl dane ji seranserê dinyayê berhemên şaristaniyên “mezin” li van navendên xwe yên împeryal pêşan bidin. Ev hewldan, di rastiyê de ne hewldana nîşandana “ezameta” van şaristaniyan e, bileks, nîşandana “ezameta” navenda xwe ya împeryal bi xwe ye. Tevî ku jixwe nihêrîna li meseleyê ya di ser “ezametê” re bi vî rengî bi pirsgirêk e jî, em vê wisa qebûl bikin. Ango Bergama ya ku di konteksta dîrokî de cihê wê diyar, dikarî di konteksta xwe ya cografî ya orjînal de bikeve ber rekontektualîzekirinekê de ku li Yewnana Kevin (li Egeya îro ya Tirkiyeyê) bi berhemên mayî yên derdorê re bi aheng be û ya rastî “di cihê xwe de be”. Ev meseleya dicihêxwedebûnê, em dikarin ji bo stûn û deriyên ji Persepolîsê yên li Louvreê jî bibêjin û heta di çarçoveyeke tengtir de ji bo Kele Şîna ku ji cihê xwe hat kirin û li muzexaneya Urmiyeyê hat bicihkirin jî. Ev dekontekstualîzekirin û rekontekstualîzekirin di warê bîra cih û ahenga dîrokî û mîmarî a giştî de xwedî gelek pirsgirêkan jî bin, li aliyekî din ya ku mirov pê re rû bi rû texrîbbûna/kirina van berhem û bermahiyan li aliyekî û muhafezekirina wan li aliyê din e. Dema ku mirov di vê çarçoveyê de li mijarê binihêre, diyar e heta radeyekê dekontekstualîzekirin û rekontekstualîzekirin bivênevê ne, lê rengê wan û awayê wan, mîqdar û mohletên wan divê bi her halî xwe bisipêre lihevkirina gelek faktoran.

Bi vî rengî vegerandina li Iraqê ya 8 berhemên piştî sala 2003´yan hatin talankirin, gaveke baş jî be, vegerandina berhem û bermahiyên Nînovê yên ji serdema paytextbûna wê ya Împeretoriya Asûriyan ku bi her rengê xwe diyar e ji ku, kengî û çawa hatine derxistin, wê gaveke jidiltir bûna. Lê gelo ew ê li Iraqa îro de biqasî li British Museum baş karibin bên parastin meseleyeke din e ku divê mirov bi alî û aspektên cihê minaqeşe bike.