Demên dijwar

Zehra Dogan bi hunerê xwe beşdarî çalakiyên li dijî nijadperestiyê û şideta polêsan bû. Wê li Parîsê hejmara 1´ê ya rojnameyeke ser dîwaran a bi navê The Hard Times (Demên Dijwar) daliqand. Li gorî nûçeya malpera “www.kedistan.net” wê nekariye li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) vê piştgiriya xwe nîşan bide, ji ber ku ketina wê ya DYE´yê hatiye qedexekirin. Sedema vê qedexeyê jî cezakirina wê ya li Tirkiyeyê ye. Ji ber ku rojnamevanî û hunermendî kir, Zehra Dogan hatibû cezakirin û ji ber vê cezakirinê, ew li DYE´yê weke “bi tehlûke” tê sinifandin.
Ji ber wê jî wê piştgiriya xwe ya hunerî ji dûr ve nîşan daye. kedistan.net dibêje, Zehra Dogan xwestiye nerazîbûna xwe ji kuştina George Floyd bi destê polêsekî nijadperest, bi “çalakiyeke kolektîf” nîşan bide: “Wê her wiha xwest, ev çalakî timî kolektîf be, û bi awayekî berbiçav pêk bê û bi awayekî her carê nêzîktirî wê devera ku ew [Zehra Dogan] bi xwe nikare fizîkî li wir be, bi destê aktorên cihî, çawa ku li Parîsê jî bû.”
Li ser hejmara 1´ê ya The Hard Times dinivîse, “tepisandin berxwedana li dijî xwe diafirîne”. Zehra Dogan weke çêkera vî karî bi navkirî be jî, Naz Oke edîtoriya wê û Lucie Bourges jî redaksiyona wê kiriye. Sernivîsa “The Har Timesʼê “Black Lives Matter” (Jiyana mirovên reş bi qîmet e) e. Di nava metnê de behsa 25´ê Gulanê kuştina George Floyd bi destê polêsekî Emerîkî tê kirin û ev bangên hanê li ser navê rojnameyê tên kirin: Hûn kî dibin bila bibin, bi çalakiyê rabin: Hûn dikarin bibin beşek ji çareseriyê.
Rojname bi van gotinan bi dawî dibe, “Jiyana mirovên reş bi qîmet e! Cih ji nijadperestiyê re nîne, li ti deverî nîne!” PARÎS