Demokrasî tecrîdkirî ye

Buldan: Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazeke herî rewa ye. Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em soz didin dayikan, tecrîd hemû kesên li Tirkiyeyê elaqedar dike. Em ê hemû bi hev re têbikoşin. Em ê tecrîdê rakin û zarokên we bidin jiyîn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku tecrîd li hemû aliyên Tirkiyeyê belav bûye û got, “Demokrasî di bin tecrîdeke mezin de ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Koma HDP’ê ya li meclîsê de mijarên di rojevê de nirxandin. Buldan, pêşî kesên di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn û got: “Îro parêzerên karkerên Soma girtî ne. Lê bersûc serbest digerin. Carek din ez sersaxî ji malata wan dixwazim. Em carek din li vir soz didin malbatên karkeran ku em ê doza wan a kedê dewam bikin.”

Pervîn Buldanê bal kişand ser hefteya windakiriyan jî û wiha pêde çû: “Ev hefte, di heman demê de hefteya windakiriyan e. Dayik ji 1995´an ve her hefte roja şemiyê çalakiyan li dar dixin. Ez jî Dayikeke Şemiyê me. Em ji niha û pê ve jî şopdarê vê doza windakiriyan in. Heta ku kujer bên dadgehkirin û windakirî bên dîtin, ev têkoşîn wê dewam bike.”

Em ê bi hev re bi ser kevin

Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: “Hemû çavkaniyên pirsgirêkan nebûna heq, hiqûq û demokrasiyê ye. Hemû kesên li vî welati dijîn, tecrîdkirî ne. Hunermend jî di bin tecrîdê ne. Di hilbijartinê de li Şirnexê vîna gel xesp kirin. Mafê hilbijêran xesp kirin. Demokrasî û siyaseta demokratîk îro tecrîdkirî ne. Karker, cotkar, jin, ciwan u hemû rengên vî welatî tercrîdkirî ne. Parlamentera me ya Colemêrgê, Leyla Guven ev 188 (îro 189) roj in di grevê de ye. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de. Dayik her roj ji bo zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin li ber hepsan dikin qêrîn. Ji ber vê bi copan li dayikan dixin. Ev yek li per çavê gelê Tirkiye diqewime. Ev yek destpotî û faşîzm e. Em ji dayikan re dibêjin ‘Meraq nekin’ em bi were ne. Em ê bi hev re têbikoşin û em ê bi hev re bi ser bkevin.”

Peyamên Ocalan çareserker in

Pervîn Buldan îşaret bi hevîdtina bi Ocalan re jî kir û got, “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de pirr eşkere peyam daye. Peyama Îmraliyê pirr girîng e. Ev banga diyalogê, ji bo ku pêvajoyeke nû dest pê bike heviyeke nû ye. Em bang li her kesa aştî û demokrasîxwaz dikin ku bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazeke herî rewa û qanûnî ye. Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em wekî HDP’ê soz didin van dayikên ku îro hatine vir. Tecrîd tenê we elaqeder nake. Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, elaqedar dike. Em ê hemû bi hev re têbikoşin. Em ê tecrîdê rakin û zarokên we bidin jiyîn.”

Axaftina Pervîn Buldan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat qutkirin.

Pervîn Buladanê di dewamê de bal kişand ser hilbijratinê jî û got, “Hilbijartina Stenbolê bi awayekî li dijî hiqûqê hat betalkirin. Vîna gelê Stenbolê tine hat hesibandin. YSK’ê vîna gel dizî. Hîna nû wê hefteya bihurî mazbatayên 10 muxtaran desteser kirin. YSK îro vîna gel xesp kiriye. Divê em ji vê yekê re jî bêjin, êdî bes e. Xesba şaredariyên HDP’ê jî û xespa Şaredariya Stenbolê jî bi destê YSK’ê pêk hatiye û darbeya YSK’ê ye. Îro, şaredariyên Cizîr, Qoser, Mêrdîn, Gever tên tecrîdkirin. Divê her kes li demokrasiyê xwedî derkeve. Yên li Cizirê xwedî derneketin, wê nikaribin li Stenbolê jî xwedî derkevin. Em vê yekê pirr eşkere dibêjin, divê her kes demokrasiyê diparêze, helwêsteke hevpar nîşan bide.

Rêya demokrasiyê çawa di Stenbolê re derbas dibe di Cizîrê re jî derbas dibe. Em careke din dibêjin, demokrasî ji bo her kesî lazim e.”

Buldan di dawiyê de banga yekbûna ji bo armanca pêkanîna demokrasiyê kir û got, “Em careke din dibêjin, her tişt wê muhteşem be.”

MA / ENQERE