Dengê Leyla Guven bibihîzin! 

Li ser navê Eniya Rizgariya Gelê Filistînê, Leyla Xalid çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven. Endama Polîtburoyê ya Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid, çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 160 roj in, di greva birçîbûnê de ye. Endama TJA’yê Ayşe Gokkan û Parlementera Amedê ya HDP’ê Salîha Aydenîz jî bi Leyla Xalid re çûn serdana Leyla Guven. Leyla Guven diyar kir ku ji ber tendirustiya xwe ew ê nikaribe zêde biaxive.

Du Leyla dest bidin hev wê ser bikevin

Leyla Guven bixêrhatina Leyla Xalid kir û got, “Ez gelekî bextewar bûm. Navê te her dem di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan de hebû. Bibore ez zêde nikarim biaxivim. Gelê Kurd û gelê Filistînê mafdar in. Em ê rojekê teqez bi ser kevin. Di sedsala 21’ê de cihan dengê gelê Kurd û gelê Filistînê nabihîze. Rêzdar Ocalan 20 sal in, bi tena serê xwe di tecrîtê de ye. Gelo parêzvanên mafên mirovan li ku ne, çima dengê xwe nakin? Bi hatina te ez kêfxweş bûm. Şerê li cihanê me neda destpêkirin lê em jin, em ê vî şerî bidin sekinandin. Em îro jî li ber xwe didin. Em du Leyla dest bidin hev, em ê karibin bi ser kevin. Bila ti kes ji me re nebêje, dev ji grevên birçîbûnê berdin. Bila ji hêzên serdest re bibêjin, bila vê zilmê bidin sekinandin. Heke ez li ser vê rêyê bimirim, ji bo min şeref e. Heke ez ji bo gel tiştekî bikim, ev ji bo min serbilindî ye.”

Dema tu bi me re bî em ê xurttir bin

Leyla Xalid jî got “Ez gelekî kêfxweş im ku min tu dîtî. Em dixwazin tu tevî me, vê têkoşînê bidomînî. Dema tu bi me re bî, em ê xurttir bin. Sekretera me ya giştî silavên xwe ji te re şandin, niha ew di girtîgehê de ye. Rêhevalên me dibêjin bila ew xurt be, em bi wê re ne. Hevdîtina bi te re ji bo min peywir e. Em hemû jinên berxwedêr in. Ji bo dahatûya xwe divê em bijîn. Divê em bidin ser rêya serfirazî û azadiyê. Rêya ku gelê me wê azad bibin. Dengê me li gelek cihan belav bû.”

Leyla Xalid û heyeta pê re, piştre çûn serdana parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku li Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê ji 3’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne.

Ji bo jiyanê têdikoşin

Piştî serdanan Leyla Xalid tevî şandeya pêrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Xalid diyar kir ku Leyla Guven û girtî ji bo bicihhatina mafên qanûnî yên Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got, “Jineke gelekî xurt e, şervaneke azadiyê ye, parlamenterek e. Ez bawer dikim ku rêzdar Ocalan naxweze kes jiyana xwe ji dest bide. Em ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê têdikoşin.”

AMED