Dengên emanet û kehanet

Piştî hilbijartinan, slogana “dengên emanet”  qîriyan. Naaa, dengên emanet nînin, lê awazên emanet hene. Awazên emanet jî, dengên emanet jî li cem AKPê û partiyên din in. 

Ne dûr, doh bû, gelek “awazên emanet” di davik û kemînên TRT 6 de, di zanîngehên dewleta AKP’ê de hebûn û hene. Gelek kes bi xwe hesiyan, vegeriyan. Car caran lokme bidin jî, xwe fêm kirine. 

Ya rastî dewleta AKP’ê efsunbaz e, wek kahînên astarzan paşerojan dixwînin. Balkêş e, kehaneta wan jî dibine planên stratejîk. Bûyera dawî ya li Amedê jî kehanetek  ji ya AKP’ê ya staretjîk e. 

Lê gelê Kurd da xuya kirin ku, kehaneta wan homojen û vala ne.  Bikaranîna “dengên emanet” jî, nikarê wan ji têkçûnê rizgar bike. Dubare: Lê Kurdistanê dengên emanet nînin, awazên emanet hene. Dibe ku, awazên emanet xişkê derbas bikin, ev jî xeta xiyanetê  ye. NÎR, ER, MÎT û MÎR  pirr hene.  

Dewşirmetî bingeha xiyanetê ye, digihe dûrketina ji ademiyetê.  Ev END-DAWÎ,  wek Erdogan, digihe xwepêçana li ecdadan. Lê ne di  kultura maddî de, ne di  kultura manewî de hene, xiyanet tiştekî din e. Siyaseta starejîk, bi kontra û çeteyan û xayinan dikevê pratîkê. 

Kiryarên Hizb-ul kontra  li bîra me ne; ji paş ve di kuştin. Bêbxet in. Rengê herî zelal yê xiyanetê.  Vêce, ti bûyer û kiryar, ji bo dîrokê winda nînin. Kiryarên Hizb-ul kontra  jî, yên Huda-patrona jî di nav de.  Li gorî determînîzma dîrokê, navê Huda Par şaş e, rastiya wê, Huda Patrona Erdogan e.  

Xiyanet, kontra, kehanetên bi planên stratejîk, ji dîroka mirovên modern dûr e. Col’îtî ye!.. Girêdana qirawatê  kesî modern nake.  Awazzadeyên ku xîşka emenetî derbas kirine, teva bi jiyana organîk ve girêdayî ne. Qrawata di stuwê wan de jî, kûlabên nîr e. Dema zexta di serê misasê de li kelefê wan dikevê diaxivin. 

Ocalan ji bo van” Kurdan ne Kurd” dibêje.. Ev Kurdên ne Kurd, di avakirina dîrokê de  palê “kurtîl”an e. Di wateya homejenî û vala de, pîkolê dikin. Di “dema niha” de xuya bikin jî, sibe nînin.. 

Di lîstika strancê de, ew robotên li ser masê ne, tayê wan jî di destên xwediyê wan de ye. Wek acucê bin masê;  li hemberî her hamleya padîşah, acucê bin masê tayê robot bi kar tîne.  

Awazzadeyên ligel Erdogan jî ew robot in. Dema lazim dibin, acucê bin masê tayê  bi wan ve girêdayî di livîne û dide axaftin.

Derbas kirina xîşkê, derketina ji olê ye. Ev baweriyek kevin e. Her dem di navbera awazzade û padîşah de, ne optîk-î ,  girêdanek “otilme”tîkî ye. 

Derew û telqareşî û pifdana hebanê ye. Zû  dinepixe, zû pûç jî bibe; Ev selfekariya Hecî Pepe jî derbas dike û digihe qewadiya çeteyên DAIŞ‘ê. Tunebûna aîdiyetê ye û “cawê sifir”e… Ev kes, du-ruhî, du-canî ne.   Dema dibêjin “em jî Kurd in”, û di nava bêndera gotinan de dimeşîn, mirov vê rastiyê dibîne. Zexta di serê misasê de, wek gayên li ber cot wan dimeşîne. Zexta li ser kelefê, exlakê dewşirmetiyê ye.

Diyalektîk: Cewherê encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê, vegera li îradeya azad e!…

Lewra tevahiya dengên HDP’ê, dengên îradî ne. Divê werê zanîn, dengên emanet li cem AKP’ê û partiyên din  hene. Dengên emanet yên li cem AKP û partiyên din, yê Kurdan û gelê din, civakên xwedî baweriyên cûda, yên demokrat û  lîberalan e. Nêzîk ne dereng, lîberal jî, wê xwe ji xefka deregulasyonê rizgar bikin. 

Hate fêm kirin ku dewlet ne wekîlê Xweda ye; Serokkomar Erdogan jî ne wekîlê Resulê Xweda ye. 

Dewlet kujer e, kontra ye, faşîzm e. Rengê vê faşzîmê; bombeyên bi baqê kulîlk û gulan xemilandî ye, bombeyên  mitinga Amedê ne, kontrayên ku roj li nîvro di malan de, li kolanan û li darî çavên polîsan  welatparêzên Kurd dikujin e. 

Vêce,  dîroka ecdadan,  rojên bi waqanivîsên emanet hatine nivîsandin e û mîna kiryarên AKP’ê, teva zulmet in. Êdî gel li hemberî îlîzyonê şiyar e û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Ew dengên dane HDP’ê, xwedî derketina li îradê ye. 

Îlîsyonîzm Erdogan û ecdadên îttîhadî  îflas kiriye.