Derhêner Zelal Angay Her tişt wekî gotinê ne hêsan e

Derhêner Zelal Angay bi lîstîka “Di Tuwaletê de” xwest balê bikişîne ser êrîşa zayendî ya li hemberî jin û zarokan. Her wiha Zelal, diyar kir ku her tişt wekî gotinê ne hêsan e.

Derhênera bi navê Zelal Angay yek ji damezrînêra cihê şanoya Kurdî a li Îzmîrê ye. Ew ê derhêneriya şanoya bi navê “Di Tuwaletê De” kir. Lîstîk ji hêla Rênas Jiyan ve hatiye nivîsandin. Lîstîk li cihên cuda yê Tirkiyê hat pêşandan. Di pêvajoyekî wiha de ku şîddet û tacîza li hemberî jinê gihiştiye asteke herî bilind. Mijara şanoyê bandoreke mezin li şanohezan kir. Rewşa jinan ji zarokatî heta mezinbûnê di şanoyê de bi awayekî balkêş tê nîşandan. Zelal qala pêvajoya avakirina cihê şanoya Kurdî û bandora şanoyê ya li ser civakê kir.

‘Her tişt wekî gotinê ne hêsan e’ 

“Me biryara vekirina cihê şanoya bi Kurdî da. Gotina vê yekê jî ji bo me kelecaneke mezin bû. Lê mixabin her tişt wekî gotinê hêsan nîne. Divê ciheke ewle hebe. Em naxwazin di nav faşîstan de cih vekin. Her wiha polîs jî me bêzar dikin. Niha em ji bo xwe li cih digerin. Lê li gel hewldanên bêgavkirin û nerehetkirinê jî em ê dev ji plansaziya xwe bernedin û em ê xebatên xwe bidomînin.”

‘Mijara şanoyê rojane ye’ 

Şano li cihên cuda yên Tirkiyeyê jî hat pêşandan. Bala xelqê kişand. Ji ber ku mijara şanoyê mijareke rojane ye. Di vê pêvajoyê de li hemberî jin û zarokan êrîşên cinsî zêdetir in. Şano rewşa jinan a ji zarokatiyê heta mezinbûnê vedibêje. Zarok dema mezin dibin bi çi pirsgirêkan re rû bû dimînin tîne ziman.”

‘Mijar bûyereke rast e’

Mijara şanoyê ji jiyana rast hatiye girtin. Ew qirêjiya têgihiştina mêran vedibêje. Dema ku min mijara şanoyê yekem car bihîst ez gelekî bi bandor bûm. Ji bo min xwendin û fikirîna li ser pir zehmet bû.”

‘Bibim zimanê bûyerê’

Lema min xwest ez rastiyê raxim ber çavan û bibim zimanê bûyerê. Ev mijar, hem ji bo min, ji bo lîstîkvanan û ji bo temaşevanan jî gelekî bi bandor û zehmet bû.”

ÎZMÎR