Derya Spî koçberan dadiqurtîne: 41 kes xeniqîn

Li Derya Spî di dawiya hefteyê de du caran deryayê koçber daqurtandin.

Derya Spî hîn jî goristana herî mezin a dinyayê ye. Dawiya vê hefteyê li Derya Spî herî kêm 41 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li peravên Tirkiyeyê keştiyeke koçberên Sûrî tê de noqî binê avê bû herî kêm 11 kes mirin û 8 jê zarok bûn.

Çend roj beriya komkujiya koçberan a li Tirkiyeyê de du komkujiyên din di deryayê de rû dan. Di yek ji van keştiyan de 50 kes hebûn li peravên giravên Yewnanistanê noqî binê avê bû. Di komkujiyê de 12 kes mirin. Tevî bûyera din bi giştî 41 kes xeniqîn.

Di sala 2019’an de bi qasî ku hate tespîtkirin 1300 kes li Derya Spî di qezayan de mirin.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di nava pênc salên dawî de 20 hezar kes mirin.

n NAVENDA NÛÇEYAN