Devok di navbera jimekanqutkirin û cihîbûnê de

Sebastian LÜBCKE*

Roland Barthes di dersa xwe ya destpêkê ya profesoriyê de li Collège de Franceê sala 1977ʼan wê xetên “Etîkeke zimanê wêjeyî (éthique du langage littéraire)” xêz kirin. Li gorî vê di her “biwêjê […] gelek ziman” hene û qanûnçêker yekîtiyeke zimên ranagihîne, lê belê hînbûn û bikaranîna zimanên cihê di nava zimanê Fransî – lewma ew behsa vî zimanî dike –  teşwîq dike. Bi pirrhejmarkirina zimanekî pêşî hewldanek xwe dide der û ew hewldana xwe xilaskirinê ye ji wan meylên yekkirin û besîtkirinê yên di warê zimên de homojenker. Ji bo vê jî cihêtî û xislet beramberî nîzama zimên a hegemoniyal tên nîşankirin û di nava çandeke yekrengker de tên kedîkirin, û ew di binê doza homojenkirinê ya zimanekî standart yan jî zimanekî bilind ê di nava mekanekî yekgirtî yê zimanî de winda dibin û namînin. Devok weke yekê ji gelek zimanên di nava “zimanekî” de û her wiha şiira devokê weke şiira di nava nîzama nirxan a kanonên wêjeyê de ya ku weke zimanê perwerdeyê û bilind hatiye şîfrekirin, di heman demê de “çavkaniyên çandî” ne. François Jullien ji wan re dibêje, lê ev fenomen ileh bi awayekî madî çandên temam dernaxin holê. Tehlûke li ser wan heye ku di bin zexta meylên homojenker û împeryalîst de tine bibin û careke din venagerin. Helbet ew derfet heye ku xweser ji çavkaniya xwe ya cihî weke hêmana çandî li nava civakê belav bibin.

Ziman di warê siyasî de her tişt e, lê ne bê guneh e. Ne ku tenê bi gotinên Ludwig Wittgenstein, dinya me (yan jî têgihiştina me ya dinyayê) di warê strukturel de tenê heta wê devera zimanê me digihêjiyê, diçe; ji vê û wê de, bi diyarkirina xetên mekanekî yekgirtî yê zimanî, doza ji bo erdekî netewe dewletê yê di warê etnîk, dînî û çandî – êdî ev çi dibe bila bibe – de homojen jî pirrcarî xwe dide der. Çawa Ivan Čolović di ceribandina xwe ya rexnegir a li ser terora çandê li Balkanan de zelal darîçav kiriye. Dîroka mêhtingeriyê jî nîşan dide ku ziman beşeke diyarker a stratejiyên împeryalîst bû û îro jî wisa ye. Bi van stratejiyan zimanê mêhtingeran li ser civakên kirine mêhtingeh hatine ferzkirin; vê jî li ser wan ferz kiriye ku weke “çavkaniyên çandî” yên cihî, dev ji zimanê xwe berdin û berê xwe bidin zimanê serwerên zirhêz. Ev ne tenê ji bo dîroka kevin a mêhtingeriyê lê ye, ev ji bo hegemoniya zimên a zimanên dinyayê jî lê ye. Statuya van zimanan bi xêra hêza aborî û siyasî ye, û karê hin civakan hêsan dike ku dozên xwe yên gerdûnîbûna “çandî” û modelên xwe yên jiyanê bi zimanê xwe bê navber belav bikin, bibin welatên din, nav civakên din.

Helbet pirrengiya zimanan di nava erdekî de her wiha dikare rê li ber pirsgirêkên komunîkasyonê veke. Ev mesele ye, ji ber ku ji bo bihevrejiyanê jihevfêmkirin bivênevê ye. Lê ji perspektîfa teorîk pirsek xwe dide der, gelo her tişt divê timî li hev bike û bi tevnekê bi hev ve girêdayî be? Gelo yekkirinazimanî di zanîna roja me ya îro ya aborî de dawiya dawî ne tenê ji bo wê ye ku herikîna mal û sermayeyê ya global heta mumkin e bê pirsgirêk misoger bike? Devok berxwedan in û pirsgirêk in, û mirov dikare li wan di vê dijbereya doza gerdûnîbûnê ya zimanên împeryal û nîzamên wan ên nirxan de serwext bibe.

Cihê qutbûna ji nîzamên mezin

Kitêba Walter D. Mignolo ya bêqisûr a li ser Epistemischen Ungehorsam (Îtaetnekirina Epîstemîk) devokan weke formên ‘cihê qutbûnaʼ ji nîzamên nirx û dinyayê dibîne, û ew timî di nava ziman de hişk bicihkirî ne. Li gorî Walter D. Mignolo  bîreweriya xwe disipêre helwêsteke tevî ‘çavkaniyên çandîʼ yên cihî pêkhatî yên ku struktur û adetên wan aso û zanînên din dihewînin, weke ‘zimanê piçûkʼ dibe ku derfeta sînorên vekirîtir ber bi dinyayê (û têgihiştina wê) ve vekin. Ew li vir wan li ber zimanên ‘mezinʼ ên standard digire û dibêje, berevajî gerdûnîperestiya ziman a modern, ew dikin ku mirov karibe li nîzameke “plurîversal” (pirrdinyayî**) a “dinyayeke siberojê ya global a ku gelek dinyayan dihewîne” jî bifikire. Bi ‘qutbûnaʼ ji nîzamên hegemoniyal ên dinya, nirx û heta yên zimanî re elaqeya xwetecrîdkirineke nasnameyî ya li dijî biyaniyan nîne, berevajî vê, elaqeya wê bi azadiya ji modelên zirhêz ên hegemoniyal ên ‘çandîʼ re heye. Ev modelên zirhêz ên hegemoniyal xisleta xwe (ya zimanî) weke gerdûnî yan jî qet nebe weke lipêştir dibînin. Heger mirov karibe xwe ji vê zextê xilas bike, hingê derfet peyda dibe ji bo “diyalogeke pirrdinyayî ya hevtayan”, hingê li gorî wî “avahiya komunal û pirrdinyayî” bi “plana sereke” ku wê di pêvajoyeke komunal de bê bipêşxistin, mumkin dibe. Zimanên vê avahiya hanê jî wê weke dinyayên tê de bicihbûyî, pirreng be.

Xewn û xewnereşka ya piçûk

Ji bo qutbûna ji nîzamên hegemoniyal şertek heye û ew jî qutbûna ji cih û mekan e (Deterritorialisation). Gilles Deleuze û Félix Guatarri di nivîsa xwe ya li ser Kafka de behsa “xewnê” dikin; ev xewn jî ya “karîna piçûkbûnê ye, ya biserxistineke piçûbûnekê ye”, da ku mirov karibe xwe ji ‘zimanê mezinʼ ên zirhêzan û her wiha ji ‘wêjeya mezinʼ a kanonê (qaîdeya sereke) xilas bike. Deleuzes û Guattari di hizra xwe ya li ser ‘wêjeya piçûkʼ de dibêjin: “Bikaranîna pirrzimanîbûnê di zimanê mirovî bi xwe de […] ew e ku bindestê di zimên de li ber serdestên di zimên de radibin, dîtina mekanên neçandê û paşvemayîna zimanî ye, dîtina wan herêmên Cihana Sêyem a zimanî ye ku pê zimanek difilite.” Lê herçî şiira devokî ye ew nimûneyeke bidestnîşandanê ye ji bo wê şiirê ya ku heta bi zelûliyeke mutleq tîr dibe û ji wê jî xweseriya xwe ya dijdîskursîf*** bi dest dixe. Mesela şiirên H.C. Artmann ên bi navê Şiirên Viyanayî (Wienerische Gedichte) li tecrûbeya bihîstina dengan a axaftvanên zimanê standart hatiye anîn. Rêzimana wan, peyvên wan û bilêvkirina wan xwe ji maneya ji rêûresmê ya zimanê hegemoniyal vedidize û vê weke çalakiyekek şoreşgerî ya jimekênqutkirinê dike, û pê re jî ew hem xatirê xwe ji zimanê standard û hem jî ji mane û xuyên nirxan ên vî zimanê standard dixwaze. Hema ku tiştek dikeve dirûvekî ku neyê fêmkirin, ew dibe xwediyê efekteke kenê mirovan tîne, hewayek yan jî aurayeke tirsnak ya ku zehmet e mirov lê serwext bibe, tesîreke acizker, havîker e ev. Û ev tesîr qebqebûyî dike li zimanê hegemoniyal û pê re jî wan zirhêzên siyasî, lewma, êdî tehlûke heye ku ew tişta ku ew dibêjin, dibe ku bêmane bibe. Ev hizr ji bo teoriya wêjeyê ya Formalîzma Rûsî, Dibistana Frankfurtê yan jî Michel Foucault, û Deleuze û Guattari navendî ye. Devok vê teoriyê bi kar tîne bi wê yekê ku xwe ji zimanê standard mekanî qut dike û di heman demê de rehên xwe cihî berdide erdê. Rehet e di lihevnekirina bi yên din re, henekê xwe dike, tevna mezin a maneyan ji ber israra wê ya li ser ya ‘piçûkʼ bi awayekî îronîk beloq dibe. Gava vê dike ti doz û îdîaya wê ya serwerî û hegemoniyê nîne ku bi yên mezin û hêzdar yan jî zimanên mezin û hêzdar re qayişê bikişîne. Devok dibe xewneke serhişk a kêfoyî ya karîna  piçûk bûnê, ya wê yekê ku mirov êdî ne mecbûr be di şerê mezinan de hebe, mirov karibe vekişe, da ku ji wir ve xwe ji temama mezin xilas bike, jê bide alî. Ev xewn qet nebe wê dewam bike heta ku ev devok xwe bi efsane û ji nû ve bi mekên ve girêdana xwîn û erdê, derfeta nîzameke pirrdinyayî ya dinya û nirxan berhewa bike. Lewma di ya ‘piçûkʼ de xewnereşka nasnameperestiyê jî li cem xewma pirrdinyayîbûnê heye.

Wergera ji Elmanî: LUQMANGULDIVÊ

* Germanîstîk û Fîlozofî xwendiye û doktoraya xwe li ser Zanista Nû ya Wêjeya Elman kiriye.

** Plurîversal weke dijbera unîversal (yekdinya/yekgerdûn); têbîniya wergêr.

*** Li vir bi dijdîskursîf îşaret bi ya li dijî gotara mainstream a li ser babetekê tê kirin.