Dewlet ji hunerê wê ditirse

Zehra Dogan: Bi rêya van objeyan rojaneyeke birîndar ez teswîr dikim û pê jî serpêhatiya mirovan vedibêjim. Ev înstalasyon karê min hem weke hunermend û hem jî weke rojnamevan dide der. Yek ji objeyên darîçav jî merşeke pirreng a şewitî ye.

Pêşangeha înstalasyona hunermend û rojnamevan Zehra Dogan li galeriya Tate Modern a li paytexta Ingilîstanê Londonê vebû. Bi vê înstalasyonê ew êrişên dewleta Tirk ên li dijî Nisêbîn, Sûr, Cizîrê ên 2015 û 2016´an bi bîr dixe. Navê înstalasyona wê jî “Ê li dû man” e.

Zehra bixwe ji ber ku resmeke dagirkerî û hilweşandina Nisêbînê xêzkiribû hatibû girtin û ceza lê hatibû birrîn. Di hepsê de jî wê dev ji xêzkirinê berneda û tevî astengiyan jî bi her tişta peydekirî, heta bi xwînê, reng çêkirin.

Ji bo vê înstalasyona xwe ya li Tate Modernê, Zehra Dogan dibêje, “Weke rojnamevanekê min hilweşandin û şer şopand li bajarên Kurdan ên li Tirkiyeyê di navbera 2015 û 2016´an de. Ez dixwazim wan obje û tiştên avêtî nîşan bidim ku min di nava xirbeyên xaniyên hilweşandî de berhev kirin. Bi rêya van objeyan rojaneyeke birîndar ez teswîr dikim û pê jî serpêhatiya mirovan vedibêjim. Ev înstalasyon karê min hem weke hunermend û hem jî weke rojnamevan dide der. Yek ji objeyên darîçav jî merşeke pirreng a şewitî ye.”

Merşek weke nûnera xelkên Tirkiyeyê

Li gorî Zehrayê ev merşa hanê nûnera xelkê Tirkiyeyê ye; Tirk, Kurd û Ereb: “Mirov harîqulade ne dema ku bi hev re ne, lê dema ji hev parçekirî ne, ne wisa ne. Bi her halî ev merşa qismî şewitî nîşan dide ku em hatine cihêkirin û şewitandin. Cil û bergên mirovan jî wê hebin ku beşek ji nasnameya mirovan in – ka ew çawa nirx bi xwe didin û xwe terîf dikin. Ev tişt hatibûn avêtin, xelkê ew li pey xwe hiştibûn, şewitîbûn û ji nava xirbeyan berjor derçûbûn, da ku nîşan bidin, ew mirî ne…”

Navendeke Nûçeyan a beşdarker

Di çarçoveya “Ê li dû man” de navendeke nûçeyan a ceribandinê ya beşdarker jî heye, ku tê de Zehra Dogan û hevkara wê rojnamevan Ege Dundar tevî hin kesên din wê naverokan binivîsin, û tevî kesên biçin li înstalasyonê binihêrin wê rojnameyekê derêxin ji bo hunermend û çalakgerên li Tirkiyeyê di hepsan de.

Înstalasyon bi kesên tên wê bibînin serpêhatiya Zehra Dogan, hevrêyên wê yên rojnamevan û şahidiyên wan bixwînin ku di heman demê de belgeyek û şahidiyek e ji bo kesên ji cih û warê xwe hatî kirin û jiyana xwe ji dest dayî. Helbet ji bo vê jî werger heyatî bûye Tate Exchange, bi hevkariya bi Index on Censorship, English PEN û PEN´a Navneteweyî misoger kiriye.

Belkî piştre tiştekî bikin

Herçî dîmen û wêneyên Zehrayê ne ku wê dema êrişên li dijî ber xwedana xwerêveberiyan e, wê di nava înstalasyonê de li ser ekranekê bên nîşandan. Çîrok û serpêhatiya wan kesên li pişta barîkadan jî hatiye nivîsîn. Agahî jî hene ser rewşa beriya êrişî, di dema êrişê de û piştî êrişê ka çi qewimî.

Li gorî Zehrayê, “Her kesa biçe li înstalasyonê bigere wê agahdar be li ser bûyerên 2015-2016´an, û wê metneke nivîskî jî di destê wê de hebe. Ew ê metnê bixwîne, fêr bibe û fêm bike. Gava ew derketin çûn jî em ê nusxeyeke rojnameya ‘Ê li dû man’ jî bidinê ya ku tevî rojnamevan Ege Dundar, em hazir dikin. Di vê rojnameyê de ew ê li ser tecrûbeyên Kurdan agahdar bin li ser hepsiyan, grevên birçîbûnê, nivîskar, şair, hunermend û zarokan. Piştî vê hemûyî, belkî jî her kesa vegeriyayî mala xwe tiştekî bike, mesela nameyekê ji hepsiyan re binivîse.”

Kirinên zaliman xêz dike

Di hevpeyvîneke xwe ya beriya niha de gava jê hat pirsîn ka çima dewleta Tirk ewqasî jî huner û nivîsên wê ditirse, wê gotibû, “Hikûmeta Tirk hunerê min weke tehlûke dibîne, ji ber ku ez resma wê tiştê xêz dikim ku wan kiriye. Ez rûreşiya wan xêz dikim. Di encamê de ew ji hunerê min nefret dikin; lê tiştekî ez bikim nîne, hikûmeta Tirk ewqas tişt dane ber destê min ku divê ez li ser wan bişixulim. Ev hikûmet hez ji hunerê min nake ji ber ku hilweşîneriya wan belge dikim, delîl çêdikin – çawa ku ez bi nivîsên xwe jî vê dikim.”

Zehra Dogan ji ber resma xwe ya  ku pê hilweşandin û dagirkeriya li Nisêbînê xêz kiribû bi îdîaya propagandaya rêxistinê kiriye, hatibû mehkûmkirin. Tîrmeha 2016´an ji ber vê kete hepsê heta Kanûnê, paşê Hezîrana 2017´an dîsa kete hepsê û 24´ê Sibata 2019´an hatibû berdan. Rêxistina li dijî sansûrê Index on Censorship jî xelata xwe ya îsal da wê, ji xwe di vê înstalasyona wê de jî ew hevkar e. 

 LONDON

Yazarın diğer yazıları

    None Found