Dewlet sînor û namûs

Çîn û Hindistan herdu jî du dewletên mezin yên cîhanî ne. Cih û erdnîgara lê ne, beşekî girîng ji axa cîhanê ye. Him ji aliyê nifûs ve û him jî ji aliyê axê ve dewletên bi nav û deng in. Hefteya borî li li ser sînor, di navbera herdu dewletan de şer derket. Li gorî eşkerekirina wan herî kêm 20 leşker hatin kuştin. Dinya zêde li ser wê bûyerê nesekinî, lê bûyereke hêja ye, mirov li ser biponije.
Binêrin ev bûyera li ser sînorê herdu welatan rastiya dewlet û sînoran bi awayekî zelal radixîne ber çavan. Herdu welatên ku beşekî mezin ji axa parzemîna Asyayê di bin desthilata wan de ye, ji bo çend mêtroyên wî alî vî alî bi hovîtî dikarin xwîna hevdu birijînin. Ew çiya, gir û kendalên di navbera herdu welatan de ji xwe rê nadin ku bi rêk û pêk sînor bêne xêzkirin û kêlên spî di navberê de bêne çîklandin.
Ew pirsgirêka sînorî gelek caran di navbera Hindî û Pakistanê de jî rû dide. Gelên ku heta duh jî weke yek dewlet bi hev re bûn, niha bûyîne dijminên ku bi şev û roj li hemberê hevdu nobetê digirin.
Lê mirov dikare ji wan bûyeran rastiya dewletê derxîne. Gava te got, dewlet; pêşî şiklek li ser nexşeya cîhanê tê bîra te. Li kîjan der û deverê yî, navê te çi ye. Piştre sînor, belê sînor namûsa wê dewletê ye û li gorî qanûnên navneteweyî jî divêt ew sînor neyêne binpêkirin. Hela hêzên dewletên cîran yên leşkerî ne pêkan e derbasî nav axa hevdu bibin. Ew yekser sedema şerî ye. Hind caran welatên zalim û hêzdar avêtine ser welatên ji xwe lawaztir û dagir kirine. Weke di mînaka şerê duyemîn ê cîhanê de Elmanya beşek ji axa Ewrûpa dagir kir. Welatên weke Polon û heta Norvecê jî li dijî wê şer nekirin. Jixwe şansê wan hîç nebû, lewre Elmanya wê demê bi hêz û hêrseke nijadperestî êrîş dikir. Lê piştî çend salan ew Elmanyaya ku bi yezdanan re pev diçû, nema karî sînorên xwe yên eslî jî biparêze. Ango rastiya em behsê dikin ev e: Dibe ku hêzek ji te mezintir û zalim bavêje ser te û tu nekarî li dijî wê li ber xwe bidî. Lê di rastiyê de ew welat an jî dewlet mala te ye. Ne rewa ye ku wiha bi serê te de bînin. Li dijî wê hiqûqa gerdûnî heye û mafê xweparastina rewa derdikeve holê.
Niha weke cara çendemîn e êdî em nema dizanin artêşa dewleta nijadperest û kolonyalîst a Tirk li herêma başûrê Kurdistanê ye. Jixwe artêş derbas nebe jî bi deh hezaran leşkerên dijmin li wir bicihkirî ne. Bi hezaran sîxur û kujerên Tirk li wir ji welatê xwe hêsantir karê xwe dikin. Karê wan çi ye? Karê wan li dijî azadiya gelê Kurd e. Ew mîna dijminên ezelî û ebedî yên Kurdistanê hewl didin ku Kurd ti carî çêja azadiyeke mayînde û bi rûmet negirin.
Rastiya Kurdistanê dijwar û kambax e. Her alî dijmin e. Heta salên nodî derbasbûna artêşan di nav axa Kurdan de rastiyeke din bû. Dihat fêmkirin. Lê piştî nodî ku êdî herêm bi navê Kurdan hate birêvebirin, rewşa dewlet, sînor û artêşên dijminan jî guherî. Êdî ne dewletên Iraq û Tirk nemaze Barzaniyan û Tirkan li hev dikirin û artêşa Tirk derbasî aliyê din dibû. Piştî demekê êdî hewceyî bi derbasbûnê jî nema, PDKê bi qasî deh hezaran leşker lê bi cîh bibin, cih da dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi leşker û sîxurên xwe ve li herêmê karê xwe yê bêyom pêk anî. Bi dehan nimûneyên ku MÎTʼa Tirk û Parastina PDKê bi hev re kar kirine li pêş çavan in.
Bi taybetî li herêma Behdînan ne pêkan e ku mirov behsa şoreşgerên bakur bike, ne pêkan e ku mirov behsa Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bike. Ew dibe mîna xwekuştinek û eger Tirk te nekujin teqez Parastina PDKê belayekê bi serê te de tîne. Di dema nivîsandina vê nivîsê de artêşa Tirk li wir li gelek deveran êrişên xwe yên hovane pêk tîne. Ji bo wê sivîl û leşkerî ne girîng e. Kurdên azadîxwaz bin, bes e. Heta vê saetê ji aliyên Kurd nerazîbûnek nerm jî derneket holê. Kes ji PDKê û Barzaniyan dijberiyê hêvî nake, lewre ew dost û alîgirên dîrokî yên dewleta Tirk in. Her dem li dijî Kurdan li cem dijminan cih girtine, bi sedan mînak û belgeyên wê hene. Ne hewce ye ku em wan careke din dubare bikin. Lê ji hêz û derdorên din jî deng dernakeve. Parlamento bêdeng e. Belangazan eger dengê xwe bikin PDK wê mîna serokê parlamentoyê yê berê Dr. Yusif Muhammed bera wan jî bide.
Bi taybetî yên ku bi dewletê re radibin û rûdinin, jê re limêjê dikin, bila bizanin ku ew der li gorî qanûnên dewletî û miletî jî namûs e. Dijmin pê li dike û derbas dibe. Madem hûn dewlet in, hûn jî mîna dewletên din yên cîhanê bikin. Nexwe rastiya we çi ye, wê bibêjin.