Dewleta Tirk Kaya jî kuşt

Dewleta Tirk a dagirker, tevî girtiyê bi navê Sabrî Kaya bi nexweşiyeke giran bû jî berneda. Kaya li ber mirinê berdan û jixwe roja hat berdan şehîd bû.

Desthilata AKP-MHP’ê bi zanebûn girtiyên nexweş li zindanan dihêle û bi vî awayî wan dikuje.

Sabrî Kaya yek ji hezaran nexweşên girtî ye. Kengî wî anîn ber mirinê biryara berdanê dan. Kaya li nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Balcalî ya Zanîngeha Çukuroavayê şehîd bû. Dilê Kaya, ji sedî 25 dixebitî. 25’ê Adarê sekteya dil li cem peyda bibû û xwîn çûbû ser mêjiyê wî. Kaya sê caran rakiribûn beşa giran, bi gotina, ‘rewşa wî baş e’ ji beşa giran derxistibûn û dîsa biribûn girtîgehê.

20’ê Gulanê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapor da û got nikare li girtîgehê bimîne û heman rojê Kaya rakirin Nexweşxaneya Balcalî ya Tibê ya Zanîngeha Çukurova ya Edeneyê. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Osmaniyê biryara berdanê da.

Kaya hate berdan lê eynî rojê jiyana xwe ji dest da. Kaya 6’ê Gulanê bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû, ‘’êdî nema dikarim ragirim. Ez ê bimirim.’’

 ANF/EDENE