Dewleta Tirk û DAIŞ yek in

ANF Images

Kurdistanî û dostên wan bi yekdengî li seranserê Ewrûpayê dagirkeirya dewleta Tirk û êrişên wê yên qirker li dijî Kurdan û jinan protesto kir.

Dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê yên qirker li dijî Kurdistanê li seranserê Ewrûpayê bi çalakiyan hat rûreşkirin. Li bajarên Elmanyayê Kiel, Heilbronnê Tubingen, li paytexta Fransayê Parîs, li bajarên Îtalyayê Bolzano, Alessandria, Trieste, Mîlono, li bajarê Holandayê Den Haagê, li bajarê Swîsreyê Zurichê, li bajarên Swêdê Stockholm û Goteborgê, li bajarê Fînlandiyayê Helsînkiyê, li bajarê Ingilîstanê Londonê û li bajarê Qibrisê Lîmassolê û gelek bajarên din çalakî hebûn.
HEILBRONN: Li Heilbronnê êrişên dewleta Tirk ên qirker hatin protestokirin. Komên çepgir ên Elman û Efrîkayî li dijî faşîzmê mîtîngek li dar xistin. Çalakî li Killinsplatzê hate lidarxistin û hate diyarkirin ku ji bo hilweşandina faşîzmê pêdivî bi hevgirtina navneteweyî heye. Di çalakiyê de êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava hatin şermezarkirin.
KIEL: Êrîşên dewleta Tirk li vir jî hatin protestokirin. Çalakî li Asmus Bremer Platzê hate lidarxistin. Çalakgeran got, divê bêdengiya PDK’ê ya beramberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê neyê qebûlkirin.
TUBINGEN: Êrişên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de sê jinan ji bo sê jinên li Kobanê hatine qetilkirin, kefen li xwe kirin û xwe li erdê dirêj kirin.
PARÎS: Kurdistanî û dostên wan êrişên qirker ên dewleta Tirk li dijî Kurdan û li dijî protesto kir. Parlementera Partiya Keskan a Ewropayê (EELV) Esterre Benbassa li vir got, faşîzm xwe li kêmneteweyan nikare ragire: “Tevgera Azadiyê ya Kurdan ne bi tenê Rojhilata Navîn, Ewrûpa û welatên rojava ji DAIŞ’ê paqij kir.” Paşê çalakger meşiyan Meydana Bastilleyê û daxuyanî dan çapemeniyê.
LONDON: Li paytexta Ingilîstanê, li semta Woodgreenê dewleta Tirk û êrişên faşîst ên li Ewrûpayê li dijî Kurdan hatin protestokirin.
DEN HAAG: Li Den Haagê çalakiya li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li pêşiya parlamena Hollandayê hate lidarxistin û ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin ku bêdeng nemîne.
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiyayê êrişên dewleta Tirk hatin protesto kirin. Di axaftinan de hat gotin, hikûmeta AKP’ê, dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike, li Başûrê Kurdistanê dibe sedema mirinan. Çalakgeran got, YE û DYE li hemberî êrişan bêdeng in û hikûmeta Fînlandî jî ji ber ku sîlehan difiroşe dewleta Tirk ew jî protesto kir.
ZURICH: Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Swîsreyê (CDK-S), Kurdistanî û dostên wan êrişên dagirkeriyê yên delweta Tirk û nexasim êrişên qirkirina jinan protesto kir. Çalakger heta bi Helvatîaplatzê meşiyan û li wir mitîng li dar xistin.
STOCKHOLM: Li Medborggarplatsnê çalakî hate lidarixistin û êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. Hevseroka NCDK a Stiockholmê Nadîa Saleh got, êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê bi rojan e didome û behsa bombekirina wargeha penaberan a Mexmûrê jî kir.
GOTEBORG: Kurdistanî li Brûnn Parkê hatin ba hev û êriş rûreş kirin. Çalakgeran xwest Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê helwêstê nîşan bide.
BOLZANO: Li vî bajarê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan li Meydana Walterê kom bûn, xwestin firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê were sekinandin.
ALESSANDRIA: Komeleya Verso Kurdistanê dezgehek danî, komkujî û êrişên qirker ên dewleta Tirk protesto kirin û belavok belav kirin.
TRIESTE: Komek çalakgeran li cihên şên ên bajêr pankartên ‘Qetlîamên li Kurdistanê bidin sekinandin’ û ‘Em bêdengiyê bişikînin’ daliqandin.
MÎLANO: Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrişên faşîst ên dewleta Tirk û girtina endamên HDP’ê hate protestokirin. Çalakgeran xwest girtiyên siyasî bên berdan û tecrîdkirina Rêber Apo jî bê bidawîkirin.
LÎMASSOL: Kurdistanî li Moloz Parkê hatin ba hev û wan got, êrişên dewleta Tirk li dijî Kurdan hemûyan in. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku feraseta dewleta Tirk a ku dijminatiya jinê dike, û ya DAIŞ’ê yek e.
NAVENDA NÛÇEYAN