Dezgeha Perwerdehiyê pîroz be

Tora Akademîsyenên Kurd li Ewrûpayê, KURD-AKAD´ê pêr Dezgeha Perwerdehiyê li zanîngeha Duisburg-Essenê bi şahiyeke li kampûsa Essenê vekir. Heman rojê jî xelatên zanistê dan. Yek ji xelatên zanistê ji Kurdish Studies Network (Tora lêkolînên Kurdî) re çû ku li ser navê wê Dr. Welat Zeydanlioglu, xelat wergirt. Xelata din jî ji bo zanyarên ciwan bû û ew jî hêjayî akademîsyenê zanista kompûterê Dr. Ahmet Kara yê li zanîngeha Oxfortê hat dîtin.

Axir di minaqeşeyên vekirina Dezgeha Perwerdehiyê de di du rûniştinan de pirsgirêkên elaqedarî mijarên mainstreama di lêkolînê de, têkiliya wê bi koçberiyê re û rê û delîvên afirandina alternatîfan hatin minaqeşekirin. Li vir bi ya min maqûl e ku ez li minaqeşeya li vê quncikê min sê hefeteyên bihurî kirî, vegerim û bibêjim, minaqeşeyên pêr ev mijar temam dikirin.

Di minaqeşeyan de îşaret bi tehlûkeyên li ser lêkolîna azad hat kirin: kêmkirina xweseriya zanîngeh û dezgehên din ên lêkolînê, bi fînansmanê tesîrkirina li ser lêkoleran bi destê dewletê û destê aboriyê (şirketên mezin ên neteweyî û transnasyonal), zexta mezin a weşandina di kovarên mainstream ên beşên zanistî de, bipêşxistina zimanên zêde zehmetkirî ku ji derve ve nayên fêmkirin ên binebeşan ku tevî ferza karên înterdîsîplîner jî dike ku disîplînên nêzî hev bixwe jî bi hêsanî nikaribin ji hev fêm bikin û teşwîqkirina reqabeteke ku ji lokolînê bêhtir dike ku zanyar bi hev bilebikin…

Axir di rûniştina yekem a sîmpozyûmê de ya min li ser navê Dezgeha Perwerdehiyê gotî ew bû, divê em hewl bidin ku derfetên xweseriya zanîngehan bêhtir neyên kêmkirin, meydan û mekanên nû ji bo lêkolîn û zanista azad bên afirandin. Hem li nava zanîngehan, li akademiyan lê her weha bi dam û dezgehên alternatîf. Ji pirsgirêka weşanên mainstream, heta bi pirsgirêka zexta madî ya li ser zanista azad, çareseriya yekane ya ku elaqedarî parastina xweseriya zanistê û lêkoleran, berfirehkirina van mekanan e ku ya “bi rastî” NÛ bê bipêşxistin, ne ku ya mainstream bi dehan, sedan û heta hezaran caran bi qaliban diafirîne û hemû dişibin hev.

Di minaqeşeyan de wekî din Nilufer Koç îşaret pê kir ku li Rojavayê Kurdistanê mekanên bi vî rengî tên afirandin û îşaret bi girîngiya disîplîna jineolojiyê kir ku bi “genderising (bi lêkolînê li ser cinsan dirûvdana gotara zanistî)” çelexwarîkirina gotara li ser cinsiyeta civakî bi xwe jî bi awir û helwêsta xwe ya nû hewl dide bêtesîr bike.

Ev minaqeşeya hanê, minaqeşeyeke bi giştî elaqedarî îdeolojiya zanistê ye jî. Gelek kes dikarin vê yekê red bikin, lê gava ku di nivîsên berê de min behsa mîstîfîzekirina zanistê kir, jixwe qesta li pişt wê, hinekî jî ev îdeolojiya zanistê bû. Têgihiştina li bipêşveçûn û lipaşmayînê bi xwe jî encamên vê îdeolojiyê ne. Gava ku em vê pirsgirêkê tevî azadiya zanistê karibin bikin objeyên gotareke nû û rexneyên cidî weke kesên ehlê zanistê li xwe bigirin, hîç şik û gumana min jê nîne, encama vê minaqeşeyê wê erênî be.

Damezrandina Dezgeha Perwerdehiyê ya KURD-AKAD´ê bi vî aliyê xwe, jixwe encameke miamelekirina bi gotar û minaqeşeyên destpêkê yên li ser vê mijarê ên di nava endamên KURD-AKAD´ê bi xwe de bû. Ango afirandina hin meydanên din ji bo lêkolîna azad û xweser li navenda vê hizrê bû û hem hewldanên berfirehkirina vê meydana hanê û hem jî miameleyeke rexnegir bi pratîka zanistî ya mainstream a heyî re jî wê bi karê vê dezgehê dewam bike.