Di bedena AKP’ê de faşîzma dewletê

Piştî bûyera li Êlihê û êrîşa kontrayên Huda-Par,ê rengê dewleta tirk, di dîmenekî kevin de, lê di neynika siyasî û rengekî nû de derket holê. Dewleta tirk, di bedena AKP’ê de qonaxeke nû ya metirsînî daye destpêkirin. Ev metirsînî di baskên organîk, wekî artêş, polîs, çete û kontra de derket pêş. Li serê pîramîda vê hiyerarşiya otorîter, ku navê wê yê faşîzan veşartiye, saziyên entelektuel û pedagojîk hatine rûnandin.

Deh salên desthilatdariya AKP’ê, bi qanûnên biyolojîk, ên faşîzma 12’ê Îlonê derbas bûn. AKP’ ê li ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ zincîran zêde kir. Li gorî vê qanûnê jî qirkirina siyasî didomîne. Îro jî qirkirina siyasî didomîne. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd, demokrat, çepgir, xwediyê hiş û ramanê azad, ber bi yek eniyê, ber bi kombûna di bin yek sîwanê de birin jî plan û bernameyên dewleta AKP’, di çarçoveya lele û prangeyan de berdewam dikin.
Di bedena dewleta AKP’ê de, Cemaeta Gulen jî wekî xwîn û henase, çeng û gavan e. Ev hêz teva, bi xelekên bio-organîk bi hevdu ve girêdayî ne, lewma bi hêsanî û erzanî dikarin serî li riyên cuda bidin; her tiştî, her kiryarê “mubah” bibînin. Xwedî refleksên manewreyan e. Dema dikevin nava tengasiyan, derew, xapandin, fetbazî, cambazî, lewlebaziyan dikin û raya giştî dixapînin, rojevê jî diguherînin.
Ev xisleta taybet a pergala dewşirmetiyê ye. Pêdiviya dewşirmeyan, bi orîjînalîtêyê ve tune ye. Her dem dikarin her tiştî bikin. Ji ber ku ew di aliyê giyanî û mêjî de zincîr û lelekirî ne, gel jî zincîr û lele dikin.
Dewleta tirk, ji destpêka damezrandina komarê û heta îro, di aliyê sosyolojîk de ne xwedî orîjînalîteyek zanistî û sosyolojîk e. Diyalektîka civakên Tirkiyeyê hatiye xirabkirin. Ger mirov li periyoda rêvebiriyên komarê binêre, heta salên dawî jî, artêş wekî partiyeke siyasî nayê dîtin dema ku dixwest li ser desthilatdariyê rûdinişt, civak jî, li gorî xwe, dikesixand, dixesand; Destura Bingehîn jî di nav de qanûn teva diguhertin, civak jî bi xelekên bîo-organîk îşk didan. 33 sal in, Komara Tirkiyeyê ji darbeya faşîst a 12’ê Îlonê xwe xilas nekiriye.
AKP jî mîratzadeyê Kenan Ewren e û karê dijdemokratîk baş dimeşîne. Parlamento bûye perdeya li ber faşîzmê. Lewma gelek zanist, rojnamevan, lêkolîner, dîrokzan faşîzma li Tirkiyeyê, wekî faşîzma veşartî bi nav dikin.
Dema ku dîwarê şermê, di navbera Nisêbîn û Qamişlo, di navbera Kilîs û Dirbêsiyê de dihatin lêkirin, gel jî dijberiya xwe nîşan da; di civîna destpêka salê ya parlamentoyÊ de, mijara jinên sergirtî kirin rojevê. BDP jî hat heman lîstikê, qet behsa dîwarê şermê nekir.
Erdogan, di sergirtina jinan de gava yekemîn a Şoreşa Dewleta Îslamî ya AKP’ê diavêje. Xumeynî jî li Îranê bi serîgirtina jinan, dest bi rejîma mollayan kir.
Piştî ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li ser tixûb di zeviyên mayinkirî de dest bi rojiya mirinê kir, kontrayên HUDA-PAR, “Hizb-ul Kontra”, li Êlihê êrîşî dawetekê kirin. Ji aliyekî ve qirkirina siyasî kirin pratîkê, ji aliyê din ve avakirina qereqolên-kelehî domandin.
Bi çêkirina bendavan jî dixwazin têkiliya erdnîgariya Kurdistanê, ji aboriya Kurdistaniyan qut bikin, lewazî û neçariyê zêdetir bikin û gel jî koçber bikin.
Dewleta AKP’ê dixwaze, bedena Kurdistanê, bêhtirîn parçe bike û vala bike. Ev jî têkbirina tenduristiya civakî, hêza mirov, hêza mêjî, rêxistinî, rêxistiniya pîşeyî, bazar, têkbirina dîrok, şaristanî û kulturê ye… Îro jî Dîwarê Şermê kirin pratîkê.
Di vê dema kin de trafîka dîplomatîk a navbera dagirkerên Kurdistanê ket pratîkê. Bi destxistina Til Koçer û pengava duyemîn a serkeftina Şoreşa Rojava re, dagirkerên Kurd, hatin cem hev û amadekariyên tevgerek qirêj dikin. Vê carê PDKa Başûr jî di nava vê lîstikê de xuya dike. Pêşengiya vê tevgera qirêj, baskê entelektuel û pedagojîk a dewleta tirk di bedena AKP’ê de dike.
Her çiqasî em bêjin; Mollayên Îranê zû bi zû siyaseta fuzeyên patroît ji nedîtî ve nayên; divê em dardekirina siyasetmedarên Kurd wekî manewreya nû, peyamên nû jî bixwînin. Ev jî dide xuyakirin ku lîstikên sedsala bîstan, di sedsala bîst û yekê de jî dikarin bikevin pratîkê.
Dîrok, gel, rastiyên civakî û pêşketinên li Rojhilata Navîn teva dirûşma azadiyê û demokrasî diqîrin.
Di heman demê de modela netew-dewletê red dikin. Li rojavayê Kurdistanê defactoyek derketiye holê. Gelên li Rojava ereb, suryanî, çeçen û hwd. hêviyên xwe bi YPG’ê û Desteya Bilind a Kurd ve girê dane.
Em dizanin ku destîniya dîrokê, bi destîniya gelan re hatiye guhertin. Dîsa jî di bedena AKP’ê de, faşîzma tirk li ser kar e. Pêwîst e gelê Kurd, rewşenbîr, entelektuel û siyasetmedarên Kurd hemû bi hişyarî tevbigerin û biqîrin.