Di navbera Berferêt û Kurmanciya nivîsê de konsensûsek

 Di wê kitêbê de aliyekî balkêş agahî jî bin, aliyê bi rastî jî xasî kitêbê sentezek bû: senteza zarê Berferêt û Kurmanciya ji bo nivîsê êdî belav weke standard dihat bikaranîn.

Tişta gramerê ya ku ji serî heta binî reng û dirûvê zarê Berferêt dide zimanê kitêbê, tewanga nêr a navên di wan de “a” û “e” heyî ye.

Luqman GULDIVÊ

Pîr Alî Balî gava sala 2005’an bi navê Dîwan-a Heq bi Kurmancî Cêmê Elewîtiyê kitêba xwe derxist*, li ser cem, gulbang û nefesên cemên Elewiyên Kurmanc kêm tişt dihatin zanîn. Di wê kitêbê de aliyekî balkêş agahî jî bin, aliyê bi rastî jî xasî kitêbê sentezek bû: senteza zarê Berferêt û Kurmanciya ji bo nivîsê êdî belav weke standard dihat bikaranîn. Min sala 2014’an meqaleyek ji bo kitêbeke li ser diyanetên Kurdistanê, xasma ji bo rexnekirina oriyantalîsta Fransînivîs Iréne Mélikoff ev kitêba hanê ji xwe re kire mijar** û bersiv da pirsa vê oriyantalîsta hanê ya weke,  “De ka vêca em lê binihêrin, Elewî heta bi ku dikarin xwe li Kurdbûnê daynin” (1998, p. 264)***.

Helbet li vir bersiva pirsê ne bi maneya Elewî Kurd in yan na Kurd in, lê awira oriyantalîst a ku xwe di ser mijarê û di ser tişteyên mijara lêkolînê re jî digire û xwe dixe şûna Xwedê; yanî bêyî ku civakê û xwe terîfkirina wê, nasnameyên wê bibîne, li gorî qalibên derveyî wê civakê, nasnameyeke din bi rengê destwerdaneke li dirûvgirtina nasnameya wê civakê çêdike û heta mirov dikare bibêje li ser ferz dike. Axir Kurmanciya Dîwana Heq û Kurmanciya gulbang û nefesên tê de bi hêsanî ev teza hanê pûç dikir. Beriya wî sala 1992’yê jî bi Kirmanckî Duzgun, Comerd û Torinêcengî gelek dua, gulbang û nefes weşandibûn, Arî Mezin jî sala 2001’ê bi heman zarê Berferêt û heta yê heman devera Pîr Alî Balî di kitêba xwe de cih dabû gelek dua û peyvên dema rîtuelan ên Elewiyên Kurmanc****. Lê Pîr Alî Balî bi awayê munztezam ji serî heta binî cemên Elewiyên Kurmanc bi zimanê wan vedigot. Heta ew rakirinajiholê ya çê û xirab li cem Xwedê, ya ku bi ya min bi kêm delîl û muhtemelen bi şaşî weke reformeke Zerdeştî tê binavkirin a Zurvan, xwe di gulbangên wî de dida der: Wî peyva “ocaxî Zervan” (rr. 51, 61, 75, 79) û “nûrê Zervan” (r. 55) bi kar dianî û eynî ew Zurvanê di dema Sasaniyan de nave wî hatiye hildan û nivîsandin. Di Kurmanciya îro de hîna ev nav weke zeman û dem di nava xelkê de heye, lê kêm kes bîr dibin ku zeman weke têgeheke Xwedayê her tiştî, bêyî dubendiyeke çê û xirab hatiye sêwirandin.

Ezafe ya Berferêt e

Lê îro ez ê berê awirê xwe bidim Kurmanciya wî ku bi ya min hem di ware peyvan û fonolojiyê de hem jî di ware gramerê de konsensuek e. Helbet tenê bi çend mînakan û ne kite bi kite. Em ji destpêkê ve forma ezafe ya tê de nêr û mê ne li gorî Kurmanciya belav e, dibînin. Di beşa “Derî, Rêber û Ketinê Rêyê” (r.7) de hê di sernivîsa beşê de em vê dibînin û ku di nava zarê Berfêrêt de belav e. Di Kurmanciya belav de mesderên lêkeran mê ne û di ezafeyekê de weke “ketina rê(yê)” tên bicihkirin. Hevoka pêşî ya bêşê bi heman rengî dewam dike: “Înakirinê (bawerkirin) Elewî bi misahibiyê dimeşe.” Yanî ev forma ezafê li vir ne carekê, lê bi awayekî sîstematîk hatiye bikaranîn. Ji bo çêtir fêmkirina meselê em li ezafeyên bi navdêrên nêr binihêrin. Di beşa “Nefesê Êşikê Malê Cemê” de dibêje, “Ocaxî mirazan, nûrê ronî” (r.14). Em bi rehetî dibînin ku li vir ocax nêr hatiye dîtin û nûr jî mê, lê ne weke Kurmanciya belava bi rengê “ocaxê mirazan, nûra ronî”. Pirraniya Gulbang û nefesan bi gotina, “bi navî heq” dest pê dikin (weke nimûne binihêre li r.64 û r.65) û “nave heq” nehatiye gotin.

Lê nivîskar weke di serî de jî min behsa wê kir, sentezekê dike. Em di seranserê kitêbê de kesandina dema niha ya lêkeran li gorî Kurmanciya standart a belav dibînin. Ji bilî “dimeşe” ya li jor û li destpêka kitêbê, di nava gulbangan bi xwe de jî nîvîskar ev senteza hanê û belkî konsensusa hanê kiriye û kesandina lêkeran ne bi bilêvkirina zarê Berferêt kiriye. Di beşa “Nefesê Êtê (Dak, Dayik) Post” de murşîd dibêje, “Me destûrê xwe ji nefesê Heq hilanî, em dixazin ji canên kamil pirsê pirskin û ji wan jî nefesê Heq bibîzin.” (r.77) Li vir “dixazin” eşkere xwe digihîne “dixwazim” û forma mirov li bendê ya weke daexazim***** jî nehatiye bikaranîn. Ev konsensûsan hanê ji bo kesandina lêkeran bi giştî kêm û zêde mirov dibîne.

Deng û kesandin di navbera Xelîl û Celîl de ne

Di ware fonetîkê de ji bilî dengê “ae” dengê “a” ya dirêj ku di Kurmanciya belav de weke “a” ya bi elîfa Erebî ye, lê di Kurmanciya Berferêt de “a” yeke dirêj e ku destpêka wê bi lêvên li tîpên gilover vekirî ye zanî o,w,u. Ez dikarim li vir weke “oa” wê binivîsim. Pirraniya nivîskarên ew nivîsan dîne ew weke “o” nivîsandine. Helbet mirov bi rehetî dikare bifikire ku kesek dikare “Li cemê Elewiyan, avê Seqe pir pîroz û miqedes e.” (r.65) weke “Lae caemê Oalewiyan, oavê Saeqe pir pîroz û miqaedes ae.” Bixwîne. Lê hinge jî “a” ya dirêj ku di wî zarî de her wiha heye, wê çawa bê xwendin yan jî ji vê ya din çawa bê derxistin, ew meseleyek dimîne. Li aliyê din em dibînin ku ew bi heman rengî fonolijiya zarê Berferêt jî tercîh bike, çawa ew di rûpel 22 de dibêje, Pîrî Balî bi neçarî/Berx bû qurban, beran kalî/Li bangê me were Elî/ Derdo derdo vê dermano.” Wî dikarî bibêje “bê dermano” lê forma Berferêt “vê dermano” tercîh kiriye.

Tişta gramerê ya ku ji serî heta binî reng û dirûvê zarê Berferêt dide zimanê kitêbê, tewanga nêr a navên di wan de “a” û “e” heyî ye. Di beşa “Nefesê ber Post” de dinivîse, “Mirazî dilan, nefesên ku bên (werin) zimên, bi destûrê Xwedê heq bin.” (r.40). Di beşa “Nefesê Semê” de jî dinivîse, “Navberê erd û ezmên çerx bû bi hejînê semê…” (r.46).

Helbet aliyê herî zêde ji ava zarê Berferêt vexwarî peyv û gotin in, em ji mînaka li jor karin berê xwe bidin “çerx bûnê”. Wekî din peyva “bina” (bi maneya bila, bera) ji serî heta binî di kitêbê de hatiye bikaranîn. Em wekî din lêkera “nazbûnê” (weke nimûne r. 27), peyva “carê siftê” (weke nimûne r. 39) yan jî bilêvkirinên taybet ên weke “rêxistin” (bi maneya raxistin, weke nimûne r. 71) dibînin ku îşaret bi zimanê Berferêt dike. Di dawiyê de tevî ku li gelek deveran ew hisa, wergereke wê kêliyê ya Pîr bi xwe diyar be jî, em di nivîs û zimên de konsensuseke (lewma dibe ku sentez helemanek be) di navbera aliyê Kurmanciya Berferêt û Kurmanciya di nivîsê de belav bi rehetî dibînin, ku weke nimûne Arî Mezin tercîh nekiriye.

* Bali, Pir Ali. Diwan-a Heq: Bi Kurmancî Cêmê Elewîtiyê, Düsseldorf: Yol erkan Yayinlari, 2005.

** Turgut, Lokman. “An Inside View of the Kurdish Alevis: Dîwana Heq of Pir Ali Bali”, in Omarkhali, Khanna (ed.), Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream. Series: Studies in Oriental Religions, vol. 68. Harrassowitz, Wiesbaden, 2014, rr. 159–172.

*** Mélikoff, Iréne. Hadji Bektach, un mythe et ses avatars, Leiden, Boston, Köln : Brill, 1998.

**** Arî Mezin. Kurdên Elewî di dorpêça agir de, Ateş Çemberindeki Kizilbaş Kürtler, 2001.

Düzgün, Mustafa; Comerd, Munzir û Tornêcengi, Hawar.  Dêrsim de diwayi, qesê pi – kalikan, erf u mecazi cibenoki, xeletnayêni, Ankara: Berhem, 1992.

***** Ez “a” ya kurt ji bo jihevderxistina ji “a” ya dirêj (a bi elîfa Erebî), weke “ae” li vir dinivîsim. Pirraniya nivîskarên wê, “e” yan jî “a” jib o nivîsandina wê bi kar tînin.