Di navbera rap û mashupê de  kutilkên ne Kurd

Muzîka rapê, ya ciwanên kûçeyan e; mashup jî ya avahiyên mezin e. Lê herdu jî xwenîşandanek in û ev xwenîşandan dixwazin xwe bi me bidin guhdarîkirin. Rapa Kurdî çi qasî şoreşger be, mashup a Kurdî jî ew qasî bêxem û bajarî ye.

MUSTAFA DEMIR*

Piştî ku Kurd derketin derveyî welat, bi xwe re gelek êş û kelem jî derxistin. Jiyan çi qasî li Kurdistanê ne xweş be jî, li Ewrûpa jî wisa ye. Wan serê pêşî cilûberg, piştre xwarin û herwiha derdê xwe jî bi xwere birin derveyî welat. Xwarin çiqas Kurdistanî be jî, îsotên Ewrûpayê, bacan u pîvazên wê ne wekî yên Kurdistanê ne. Xwarzêkên min cilûbergên Kurdî ji sûka Bielefeldê (bajarekî li Elmanyayê) bi euroyan dikirin. Ka Kurdî? Ev çanda xwarinê ti bikî nekî hat guhertin jixwe. Niha xwişka min kutilkan bi goştê berxên Dusseldorfê (bajarekî Elmanyayê) çedike, erê kutilk in, lê ne Kurd in.

Jiyan didome û guhertin pewîst e, carinan jî bi zorê ye, çawa li Bakur Kurmancî “mixabin” bûye Tirkmancî, jiyana li Ewrûpayê ji bûye wek kutilkên ne Kurd. Ev guhertin di her awayî de bi min normal e. Lê carinan ev guhertin ji bo çandê tiştine baş jî bi xwe re tînê. Weke muzîkê. Muzîka Kurden Ewrûpayê piştî 40 salan, nû bi nû xwe bi Ewrûpiyan jî dide guhdarîkirin. Heta niha, Kurden ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, muzîka xwe bi teknîka Elman, lê gelekî amator çedikirin. Li salonên dawetan muzîka Kurdî jî edimandin. Kesekî ku Kurd nasnekiribaya, di got qey muzîka Kurdî tene ev e û tişta rast ji xeyni nêzîkbûneke egzotîk, ti nêzîkbûn jî nişanî nedidan. Lê van salên dawî piştî ku nifşên nû mezin bûn û çanda Ewrûpiyan û ya Kurdî bi mêzîneke baş fêr bûn, niha ketine “Toplist”an û bi milyonan li wan tê guhdarîkirin. Li ser medyaya dîgîtal edî Kurdên Ewrûpayê jî cihê xwe digirin û li wan tê guhdarîkirin.

Gelo Kurd jî dikarin tesîreke kurewî bikin

Li Emerîkaya Latîn ev sed sal in şer û bindestî didome ev bindestî carinan bi riya Tango carinan jî bi şoreşgerên egîd serî hildida û li tevahîya cihanê tesîreke mezin dikir. Piştî înternetê em dikarin bibêjin, muzîka Latîn piştî ya zimanîngilizî deyem e li tevahiya cihanê. Gelo em Kurd jî dikarin wilo bi ser kevin?

Piştî şerê li Kurdistanê yê dawî, bindestya Kurdan û şervanên Kurd li tevahiya cihane hatin naskirin.  Ev derfeta naskirinê di her aliyê çandî de jî xwe nîşan dide niha. Filmên Kurdî û muzîka Kurdî yan jî karên hevpar gelek balê dikişînin. Ev jî derfeteke gelekî mezin dide ji bo naskirina me. Gelo şoreşa çandê di bindestiyê de û li xerîbiyê mumkin e?

Bi ya min belê, mumkin e!

Heta niha gelek xebatên hevpar bi Ewrûpiyan re hatin çêkirin, ev bi pirranî wek muzîka ethnojazz an jî ethnorock bûn, lê mixabin ji xeynî yekê diduyan ti tesîreke mezin li gel nekirin. Wekî ku hûn jî carinna li ser telefonên xwe êyn destan dibînin, van salên dawî bi pirranî piştî 2018’an, gelek stranbêjên Kurd an tenê bi Kurdî yan jî bi biyanîyan re xebatên hevpar û nû dikin û bi milyonan jî li wan tê guhdarîkirin. Keç û xortên li xeribiyê jî û ciwanên biyanî jî ji van muzîkan gelek hez dikin. Rap û mashup ku gelek muzîkjenên Kurd wan didin ber tîr û guleyên rexneyan, niha bûne wek rêyekê ji bo naskirina Kurdistanê. Gelo em wan rexne bikin, an jî piştgirîyê bidin wan? Pirsa felekêye ev pirs; ji ber ku ev bi dehan sal in, em dibêjin “Muzîka me divê her resen bimînê û ev nasnamameya me ya herî girîng e”. Bi min jî ev nihêrîn rast e, lê em Kurd wekî gelên din divê xwe bigihînin wan gelên din. Çawa ku Efro-Emerîkiyan, muzîka xwe bi rêya gîtar û amûren rojavayî li Emerîkayê careke din afirand û bûn destpêka jazz/blues li hemû cihanê, divê em Kurd jî amûreke nû bi kar bînin.

Ev amûr carinan filmek e, carinan jî stranek e. Ji sedî sed divê muzîka me ya resen wek xwe bimîne û ez yeqîn dikim, gelek stranbêjên Kurd van karên Kurdî wek dengbêjî û stranbêjiyê gelekî serketî jixwe dikin. Û jixwe Kurd li wan muzîkên Kurdî guhdarî dikin, û wê bikin jî. Lê em divê rêyeke paqij ji bo nifşên nû vekin da ku karibin deng û êşa me bigihînin cihanê.

Muzîka kuçeyan û ya avahiyên mezin

Muzîka rapê, ya ciwanên kûçeyan e; mashup jî ya avahiyên mezin e. Lê herdu jî xwenîşandanek in û ev xwenîşandan dixwazin xwe bi me bidin guhdarîkirin.

Dema em li van xebatan guhdarî dikin rapa Kurdî têra xwe polîtîk û têra xwe Kurdistanî ye. Ev çend salên ku me bi êş derbas kirin, tesîra xwe li rapê gelekî kiriye. Ew ciwanên li derveyî welat dimînin, nihêrînên xwe û hêstên xwe carinan bi Kurdî û carinan jî bi zimanên biyanî tînin ziman. Bingeha muzîka wan çiqasî Ewûpî bê jî, gotin ji dilekî Kurdî derdikevin û gelekî neteweyî ne. Rap herdem muzîka serhildanê ye, carinan ji bo pera carinan jî ji bo azadiyê ye, lê rapa Kurdî ji sedî sed Kurdî ye. Piştî şerê rizgarkirina Kobanê gelek stranbêjên rapê (rapper) bi pirranî stranen xwe li ser şoreşa Kurdistanê çêkirin û em xwe ji xwedê nekin û rastiyê bibêjin, wan gelekî jî tesir li ciwanan kir. Hê jî xebaten xwe didomînin û ji xeynî şoreşê derdê ciwanan jî tînin ziman.

Rapa Kurdî çi qasî şoreşger be, mashup a Kurdî jî ew qasî bêxem û bajarî ye. Wekî hozanên dawetan ên berê, li ser hevdu stranên Kurdî dibêjin lê vê carê her stranek tenê beşek jê tê gotin. Bingeh carinan arabesk e, carinan jî pop e. Mashupa Kurdî ji hemû stîlên muzîka Kurdî yên din bêhtir tê guhdarîkirin niha. Rast e pirr medyaya civakî bi kar naînin û em nizanin ka ew ji van tiştên nû hez dikin yan na, lê di  destê me de hejmara guhdarîkirina van muzîkên nû heye û ev hejmar têra xwe zêde ne. Hinek ji wan bi milyona tên guhdarîkirin. Ev hêza vê stîla nû, stranbêjên nû jî bi xwe re dixe vê stîlê; meh bi meh xebatên nû derdikevin holê. Ji rapê cudatir, ev kesên ku mashupê çêdikin, ne politik in û ya rastî ji yekî û diduyan pê ve, ti carî stranên polîtîk nabêjin. Û ji rapperan cudatir, ew reng/sembolên Kurdî bi kar naînin, cil û bergên luks, makyajeke zêde û klîbên buha nîşanên wan in. Wekî din, kesên ku mashupê dikin, bi pirranî duetên xwe bi Tirkî çêdikin.

Li şûna encamê

Ji bo nifşên nû hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat ên ku li nasnameya xwe digerin, ev nasname her Kurd e, lê piçekî guhertî ye û ev guhertin xwezayî ye. Bindestî û koçberî mixabin bi xwe re nasnameyeke nû jî tînin; muzîka resen a Kurdî ji bo wan gelekî xweş e, lê ya rastî ew e ku ew li van muzîken nû bêhtir guhdarî dikin. Paşeroja me ciwan in û wê muzîk û çanda me jî bi rêya wan bigîhîjê nifşên din. Em bikin nekin, em nikarin wan bisekinînin, lê em dikarin rêyeke baş ji wan re nîşan bidin. Ew rêya baş çi ye?

Bi min piştgriya hunermendan her pewîst e. Divê em rêya wan vekin, carinan polîtîk û carinan jî ne polîtîk, lê bi Kurdî.

* Muzîkolog.