Dijberiya Kurdan xelek e di stûyê wan de

Amadekariyên hilbijartinên şaredariyê didomin. Hefteya borîbi girtîn û binçavkirinê, starta hilbijartinan hat dayîn. RejîmaErdogan, li gelek bajaran di hefteyekê de 300 kes destgîr kirin û zexta li ser siyaseta kurd û muxelefetê zêdetir kir. Di 2 salêndawî de, sîstema qayûmtiyê ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin û di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt li dijî rejîma qayûman hat dayîn. Ev bersiva gel a li dijî îradeya xwe, îro krîzekemeşrûbûnê ya rejîma Erdogan cardin aşkera kiriye. Di vê krîzêde wekî 7’ê Hezîrana 2015’an, Erdogan cardin siyasetapevçûnê û neyartiya li dijî kurdan derdixe pêş. Ev dijminatî îroji Efrînê heta Bradost û Şengal û Kerkûkê, li her parçeyê biawayekî aşkera di meriyetê de ye. Erdogan tu tiştekî yasayî û meşrû li ser xwe ferz nabîne, loma jî îro hemû siyaseta wî ya lidijî kurdan, neyasayî û nemeşrû ye.

Tirkiye wek aborî, dadwerî, civakî û siyasî di rewşeke dijwarû aloz re derbas dibe. Ev rewş wekî kapekê bi stûyê Erdogan û rejîma wî ve aliyaye. Geh li Tirkiyeyê, geh li Rojava û Başûrev siyaseta êrişkar a li dijî kurdan, encamên neyînî li seranserîTirkiyeyê dike. Hemû aborî û jêderkên Tirkiyeyê di şerê li dijîkurdan de tê bikaranîn û berdewamkirina vê siyasetê ji bogelên Tirkiyeyê karesateke mezin bi xwe re tîne.

Di atmosfera hilbijartinên şaredariyê de, Keşeyê Amerîkîçawa ku bi şanoyekê hatibû girtin, bi heman rengî jî hateberdan û rewşa Tirkiyeyê bi awayekî giştî krîstalîze kir. Piştî berdana wî, gotinên li dijî sîstema Rojava û gefên li ser destkeftiyên bakurê Sûriyeyê zêdetir bûn. Erdogan piştîberdana Brunson, gefên li ser Rojava zêdetir kirin, qelemşorênwî û çapemeniya di bin hikmê wî de jî, ev yek wek serkeftinaErdogan a îcazeta êrişeke li dijî Rojava hilsengandin. HelbetErdogan li dijî destkeftiyên kurdan dikare her şêwe bazariyêbike. Jixwe di halê heyî de jî geh li Tirkiyeyê, geh li derve ev konsepta li dijî kurdan bi her awayî didome. Erdogan hebûnaxwe di tunekirina destkeftiyên kurdan de dibîne û dixwazecivaka Tirkiyeyê jî bi hîsteriyeke faşîzan dermale bike. Ev konsept îro Erdogan kiriye mehkûmê dewletên biyanî û patronê komikên El Qaîdeyê. Erdogan, îro li Idlibê wekîberdevkê Nûsrayê serpereştiya peymanan dike. Di vê rewşê de her cure êrişên Erdogan a li dijî kurdan, bertek û opsiyonêncuda yên têkoşînê jî bi xwe re tînin. Ev serdema nû, bilindkirina têkoşînê û peydakirina riyên alternatîv li ser kurdan ferz dike.

Hilbijartinên şaredariyê, di vê gerîneka aloziyê û krîzabirêvebirinê ya Erdogan de, ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyêşansekî mezin û qonaxeke dîrokî ye. Kurd û gelên Tirkiyeyê jirejîma Erdogan dîtin ku hêz û rayedarî çendîn têkeve destêkesekî (Erdogan) ev dibe sedema têkçûna hemû destkeftiyêncivakî. Erdogan çiqas bi cardin tayînkirina qayûman, bixwazegel bitirsîne jî, em dizanin ku xezeba wî ji tirsa nava wî ye. Loma jî ev sîstema Erdogan a ku nemaze bi deste qayûmanava kiriye, dikare ji şaredariyan dest pê bike û ber bi navendêve biçe û vê rejîmê xerab bike. Di vê qonaxa dîrokî de, rolaHDP’ê wekî 24’ê Hezîranê gelek giring e. HDP ligel girtin û zext û zordariyê dê bi hemû hêza xwe, xwe bigehîne hemûpêkhateyên civakê.

Ji hilbijartinan re 5 meh û nîv maye. Di van mehên dawîn dexuya ye Erdogan dixwaze ku êrişên li dijî kurdan zêdetir bike. Gefên li Minbicê û li Rojava tên xwarin, berdana KeşeyêAmerîkî û hewldana bazariyên qirêj, belavkirina hîsteriyafaşîzan a li ser civakê nîşaneyên vê siyasete ne. Li dijî vêsiyasetê tekane riya serkeftinê, avakirina têkoşîneke yekpare liseranserî Tirkiyeyê ye. Ev serdema nû û hilbijartinênşaredariyê roleke dîrokî li ser me ferz dike û ev rol jî yekîtî, berxwedan û têkoşîn e.